ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Platforma Kurdên Li Ewrûpa - PKE · 15.03.2006 · 2 dîtin
Ji sala çûyîn û vir de, li Rojhilata Navîn gellek bûyerên girîng çêbûn û di van 12 mehên dawî de gellek pêngavên dîrokî hatin avêtin.Sîstema Federal li İraqê û Qanûna wê ya Esasî hate pejirandin. Saddamê xwînrêj û hevkarê wî tên dadkirin û ya herî ku tuyê pê dilşad bî, Mam Celal Talabanî Serok Komarê İraqê ye.Dagirkerên Kurdistanê Tirkîye, Îran û Sûrîye hê jî waz ji siyasetên xwe yên kevnare û nijadperest bernedan e. Lê ew îro bêtir ketine tengasîyê û rûxandina wan roj bi roj nêzîktir dibe. Ezê hin mizgînîyên di derheqa Başûr jî bidime we: Êdî Başûrê Kurdistanê jî xwedîyê Qanûna Esasî ya xweser e. Herweha Kak Mesûd Barzanî Serok Komarê Kurdistanê ye. Êdî balafirên navneteweyî xwe li balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê datînin.Mizgînînîya herî xweş jî, yekgirtina her du hukumetên me ne ku em li benda wan e da rojek berîya rojekê dest bi kar û xebatên xwe bikin. Barzanîyê qehreman !Bêguman hin kêmasî û xeletî û tiştên nexweş jî çê dibin. Lê ez naxwazim bi evan tiştana cenabê te xemgîn bikim. Ji ber ku em di pêvajoyeke awarte de derbas dibin û loma jî emê vê munaqeşeyê bihêlin demeke din. Ji xwe di destpêka xwe-îdarekirinê de hemû milletên cîhanê di pêvajoyên wusa de û di hevrazên wusa de derbas bûnin. Heta ku sîstema rastiqîn rûnî û cihê xwe bigre, heta ku welatperwer û Kurdistanperest bi tevahî xwedîyê erk û desthilatdarîyê bin; ewê hin kes û hin grûp ji bo berjewendîya xwe û ji bo dirêjkirina temenê xwe ji vê ”Pêvajoya Awarte” îstîfade bikin.Lê ya herî girîng ewe ku, kilîta Azadî û Demokrasîyê ya li rojhilata navîn, ketîye destê kurdan û pirsa Kurd û Kurdistanê di qada navneteweyî de cîhekî taybetî girtîye. Loma jî divê em hemû hesasîyet û nakokî û dilreşîyên xwe yên kesayetî, fikrî û grûpî bidine alîyekî û tenê û tenê ji bo Kurdistaneke Azad, di Avahîyeke Berfireh de refên xwe û hêzên xwe bikine yek. Îro em li Başûrê Kurdistanê bûnin xwedî desthilat û xwedî dewlet. Bi vê desthilatdarîyê û bi damezirandina Dewleta Kurdistanê ya Federe, pêvajoya Pirsa Neteweyî ya Milletê Kurd gîhandîye qonaxeke nuh. Ev jî, ji bo me cihê şanazîyê ye û gîhandina vê qonaxê berhema keda we, xebata we û têkoşîna we ye. Barzanîyê nemir,Emê we û hemû xebatkar û têkoşerên Kurdistanê di bîra xwe de bînin. Em we ji bîr nakin. Ji ber ku hûn her dem di nav me de nin û hûn her dem di dilê me de dijîn. Bijî Kurdistan... 2006.03.12 Platforma Kurdên Li Ewrûpa - PKE
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.