ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PUK-Media · 03.01.2006 · 2 dîtin
Serokwezîrê Iraqê, Îbrahîm Caferî roja 02.01.2006 chû ji bo bajêrê Qelecholan û li wir ji alîyê Serokê Iraqa federal Mam Celal ve pêshwazî lê hate kirin.. Di vê hevdîtina duqolî de Nawshîrwan Mustafa, Kosret Resul Elî, Serokê Parlemana Kurdistanê, Serokwezîrê kurdistanê(îdareya Silêmanî) jî têda beshdarbûn...Pishtî vê hevdîtinê Mam Celal û Serokwezîrê Iraqê pêk ve civînek chapemenîyê darxistin... Mam Celal di destpêka axivtina xwe de wisa got „ xweshhalin bi hevdîtina li gel Dr. Îbrahîm Caferî û di civînê de gotûbêj li ser rewsha niha a Iraqê û pêwîstîya karê hevpishk ji bo pêkhatina Hukumetek li ser bingeyek fire û yekîtîya nishtîmanî ku hemû pêkhatên gelên Iraqê têda beshdarbin“...Pashê jî Mam Celal avivtina xwe wisa domand: „me gotûbêj li ser rê û rêchkên li dijîyatîya terorê kir û em di vê civînê de li ser pêywendîyen dîrokî, ên charekek sedsalî di navbera me de rawestîyan û herwisa hewl didin van peywendîyan ber bi pêsh dibin“....Îbrahîm Caferî jî Sipasîya Serkomar Mam Celalî kir, xweshkalîya xwe beramberî civîna ku li gel endamên Mekteba Sîyasî ên YNKê, wezîrên Herêmê û Serokê Parlemana Kurdistanê derbirî û axivtina xwe wisa dewam kir: „Ev serdana me di charcheva peywendîyên brayane li gel Kurdan de hate holê“ û behsa bûyerên siyasî ên sala 2005 li Iraqê; pêkhatina Hukumeta Iraqê, Parlemana Iraqê û nivîsîna Destûrê kir. Dîsan Caferî di axivtina xwe de qala Hukumeta pasherojê a ji bo 4 salan kir.. got ku karên vê Hukumetê yên Hukumeta berî cudatir dibe. Ji ber ku ev Hukumet ji bo chend heyvan nîne.. Caferî axivtina xwe wisa domand „ me di hemû waran de sud ji karên bash ên Hukumeta berê wergirt“....Pishtî pirsyara rojnamevanekî li ser maddeya 58, Caferî wisa bersiv da: „ Dema guftûgoyê li ser maddeya 58 hatiye. Ji ber ku, gotûbêjkirin li ser vê maddeyê sifetekî bergirî wernegirtibû û herwisa dema hukumetê jî temam bû û rewsha propandeyên hilbijartinê jî nemaye.. Maddeya 58 ji sê bendan û 5 xalan pêk tê... Ew bendên peywendî ligel mijara me de heye, li gel hemûyan me mamele kiriye. Bi fermana nivîsgeha serkomarî Lijneya Avakirinê pêkhat... Em li ser kesê pêshnîyarkirî ku ji bo rêvebirina vê Lijneyê razî bûn. Me dawa ji bo terxankirina 200 mîlyon dolar kir ku em li ser vî dirawî rêkketibûn û me wezîrê darayî jî agahdarkiribû û soz jî dabû vî dirawî dabîn dikin“...Dîsan Caferî di axivtina xwe de rêvebirên bajêrê Kerkûkê bi sistîyê tometbar kir û got: „Ew sistîya li bajêrê Kerkûkê bi sedema chend sedemên teknîkî peyda bû“ û berpirsyaretîya xwe beramberî bajêrê Kerkûkê û Herêma Kurdistanê da diyar kirin û ev yeka hanê wekî „ erkekî nishtîmanî „ destnîsankir...Mam Celal jî di bersiva pirsyarek de wisa got: „vetoya kurdan li dijî Caferî nîne... Eger ew nebe nûnerê Shîîyan ji bo postê Serwezîr, ev yeka hanê peywendî ligel Kurd nîne... Meseleya Shîiyan bi xwe ye“Hez jî gotinêyê ku Îbrahîm Caferî berî ku biche Qelacholan, hatibû Hewlêrê û li wir ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud û rayadarên PDK di derheqa hilbijartinan û sazkirina hukumeta pasherojê gotûbêj kiribû..Chavkanî: Puk-MedyaAmadekar: R. Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.