Ramyarî

Sedhezaran Peşwazîya Goranbêj Merzîye Kir

Alixan Aras · 06.10.2005 · 2 dîtin

Îro karwanê termê hunermendê Kûrd Merzîye Ferikî ( Rezazî ) li Silêmanî gihîşte Girê Şehîdan. Bı amedebunekî mezin da politbûro u Komita Navendî a  YNK, nunerê hemu partî rêkxistinên Kurdistani u bibeşdarbuna sedhezaran Kûrd, merasim  destpêkir. Endamê politbûroya YNK Mele Bextîyar bi navê Mam Celal serxweşî li herdu malbata Ferikî u Rezazî kir. Berêz Mele Bextîyar di axaftina xwe da li ser rolê Merzîye di hunera Kûrdi sekinî xemgînîya gelê hanî ziman u Merzîye bi nemirekî sehîdê Kurdistan bi nav kir. Vezirê Rewsenbîrê Hûkûmeta Herêma Kurdistan berêz Fettah Zaxolî serxwesî li hemu hunermendên u hemu cemawerê Kûrd li car percan kir u got, Hunermendên kar ji bo gelê xwe bike namirin. Pêstê axaftina xwe Berêz Zaxolî tacek gûl bi navê hemu partî, rêkxistin, hunermend u bi navê gelê Kûrd danî ser mezarê Merzîyexan. Hawrêyê Merzîye, berêz Nasir Rezazî di axaftina xwe da ji bo alikarî  xemgînêyê, spasî besdarwana u gelê Kurdistan kir. Pirsa serxesîya Merzîye ji bo jinan li migefta ( Camii) Qazî Mihemed, ji bo mêra jî li hola mezin a cil u berg were dayîn. PukmedîaWerger: Rojhat Badikî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.