Ramyarî

Şandeyeke Amerîkî û Kurdan çû ser sînorê Tirkîye bo vekolînê

Alixan Aras · 03.06.2006 · 2 dîtin

Şandeyeke ku ji Amerîkîyan û Kurdan pêkhatîye serîkî çûn ber sînorê di navbera Iraq û Tirkîye de da ku bala xwe bidin bûyerên vê dawîyê qewimîne û vêkolînekê li serê bikin. Hevkarêmê Ahmed Barzanî hevpeyvînek kiriye digel endamekî Kurd yê wê desteyê, rêzdar Alî Awnî berpirsê beşa Zaxo ya Partîya Demokrat a Kurdistanê. Rêzdar Awnî dibêje ji meha 12ê sala 2005an û virdaye li ser tixûb pirsgirêkek didome, di vê dawîyê de ji ber gulle û topên ku Tirk davêjin şivanekî bi navê Cîhangîr Necim brîndar bûye û dema ku wan ji Amerîkîyan re behsa meselê dikirin Amerîkîyan gotine Tirk ev yek înkar dikin ji ber wê jî gotine tev tevî hev biçin ser sînor ku herkes bi çavên xwe bibîne rastî çi ye.VOA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.