Ramyarî

Şandeya Amerîkayê bi Barzanî re mijarên girîng gotûbêj kir

Rojhat · 05.10.2008 · 2 dîtin

Duhî piştî civîna bi Talebanî re li Pîrmamê şandeya Amerîkayê bi Barzanî re hin mijarên girîng gotûbêj kir û piştê di civîneke çapemeniyê a hevbeş de naverokê civînê aşkere kirin.Piştî serdana cîgirê wezîra karê derve ya Amerîkayê û şandeya pêre bo bajarên Kerkûk û Silamaniyê û piştî pêkanîna civîna bi serokkomarê Iraqê Celal Talebanî re, duhî êvarê John Negroponte û Ryan Crocker serdana bajarê Hewlêrê kirin û li havîngeha Pîrmamê bi serokê Herêmê Mesûd Barzanî re civiyan. Piştî civînê, Barzanî di civîneke çapemeniyê de got: “Me civîneke serkeftî pêk anî. Di civînê de behsa pêwendiyên navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin. Her wiha qala rêketina stratejîk a navbera Iraq û DYA-yê hate kirin. Helwesta me li hemberî wê rêketinê rohin û aşkereye û bi ya me rêketin di berjewendiya her du dewletan de ye.”Derbarê arîşeyên navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê jî serokê Herêmê got: “Bêguman di navbera her du aliyan de arîşe hene, lê belê me destûrek heye û divê hemû arîşeyan bi riya destûrê çareser bikin.”Barzanî aşkere kir ku bi armanca gotûbêja arîşeyan, ew ê di demeke nêz de serdana Bexdayê bike.Di bersiveke rojnamevanan de, derbarê arîşeya sînorê navbera Iraq û Herêma Kurdistanê serokê Herêmê anî ziman ku madeya 140-ê sînorê Herêma Kurdistanê diyar dike û wiha dom kir: “Em tekîdiyê li ser bicîhanîna madeya 140-ê dikin bo ku ji wê pirsgirêkê derbas bibin, lê belê yê ku bixwaze bi dilê xwe behsa sînoran bike, em wê yekê qebûl nakin.”Her wiha di civîna çapemaniyê de Barzanî di heqê bûyera ku li Şemzînanê qewimî got: “Me beyanameyek weşaniye û helwesta xwe jî nîşan daye. Em bûyerên wî awayî red dikin û hêvî dikin ku bûyerên wî awayî careke din neqewimin.”Pêşe Cîgirê wezîra karê derve ya Amerîkayê John Negroponte amaje bi armanca serdana xwe ya Iraqê kir û got: “Hatina min bo vir, nîşana peyameke xurt e ji bo piştevaniyê. Lê ne tenê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê, belku ji bo hemû Iraqê.” Negroponte her wiha got: “Me di civînê de hin mijarên girîng nîqaş kirin. Lê ez ê behsa yek ji wan mijaran bikim, ew jî gihîştima me bi rêketina navbera Iraq û Amerîkayê, bo ku hêzên me li Iraqê bimînin. Ev yek jî di berjewendiya her du aliyan de ye.” Cîgirê wezîra karê derve ya Amerîkayê her wiha anî ziman ku dema rêketinê nêzîk bûye û bo wê armancê jî civîn û gotûbêj berdewam in û axiftina xwe wiha domand: “Em her du alî li ser wê yekê rêketine ku hetanî rêketin bi tamemî neqede, beha wê nekin.”Negroponte wê yekê jî red kir ku her fişareke aboriyê ya Amerîkayê li ser Iraqê hebe ku Iraq rêketinê mor bike.Derbarê bûyera pêr ya navbera hêzên çekdar ên PKK-e û artêşa tirk de jî ku li navçeya Şemzînanê qewimî, navborî got: “Me di civînê de behsa bûyerê û kuştina leşkerên tirk bi destê çakdrên PKK-ê jî kir. Em wê bûyerê şermezar dikin.”Di dawiyê de jî cîgirê wezîra karê derve ya Amerîkayê derbarê serdana xwe ya Kerkûkê jî da zanîn ku li Kerkûkê prosesa siyasî pêşve çûye û got: “Ez agahdar im ku di civînên Civata Parêzgeha Kerkûkê de hemû kutle beşdar in. Ev yek jî cihê dilxweşiyê ye. Ji bo madeya 140-ê jî em di hewla berdewam de ne bo ku bigehe encamekê ku bi dilê hemû pêkhateyên Kerkûkê be.”Pukmedia

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.