Ramyarî

Şandeka Kongresa Emerîka seredana Kurdistanê kir

Alixan Aras · 01.06.2006 · 2 dîtin

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeka Kongresa Emerîka kir. Di hevdîtinê de li ser rewşa Îraqê û Kurdistanê rawestiyan û serok Barzanî rola Emerîka ya rizgarkirina Îraqê bilind nirxand û bal kişande ser wê yekê ku gelê kurd bi çavê rêz û hurmetê li qurbaniyên ku Emerîka ji bo rizgarkirina Îraqê dane dinêre û hertim dê rêza wan qurbaniyan û kesukarên wan bigire. Serokê Kurdistanê herweha jî şabûna xwe ji bo seredana şanda Kongresa Emerîka diyar kir ku ev cara pêşî ye têne Kurdistanê û hêvî xwest ku Kongresa Emerîka piştgiriya bêtira gelê kurd û gihandina dengê wî bike û bi taybetî jî di warê siyasî, aborî û bazirganî de piştevan û alîkarên Kurdistanê bin.Tê zanîn şanda Kongresa Emerîka îro serê sibê bi riya balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê gihiştibû Kurdistanê û piştre li Serokatiya Civata Wezîrên Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta Kurdistanê re civiya.Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî got: Ev cara pêşî ye şandeka Kongresa Emerîka seredana Kurdistanê dike û em bi vê hatina wan şa ne. Ew hatine ji bo ji nêzîk rewşa me bibînin û rastiya rewşê veguhêzin.Serokê hukûmeta Kurdistanê herweha jî got: Di hevdîtina xwe de em li ser rewşa Îraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî rawestiyan û şandê şabûna xwe ji bo yekbûna hukûmeta Kurdistanê nîşan da û me herweha jî li ser pêşmergeyan, têkiliyên me yên bi welatên cîran re jî axift.Nêçîrvan Barzanî dawiyê ev seredana şanda Kongresa Emerîka wek seredaneka girîng qebûl kir.Şanda Kongresa Emerîka piştî vê yekê seredana parlementoya Kurdistanê kir û ji bal Ednan Muftî serokê parlementoyê û Dr.Kemal Kerkûkî cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê û hejmareka parlementeran ve hatine pêşwazîkirin.Piştî civînê di daxuyaniyekê de serokê parlementoya Kurdistanê got: Me ji şanda Kongresa Emerîka re diyar kir ku gelê kurd xwe wek dostê nêzîkê Emerîka qebûl dike û bi çavekî mezin li qurbaniyên Emerîka yên ji bo azadkirina Îraqê dinêre.Ji bal xwe ve serokê şanda Kongresa Emerîka jî anî ziman: Serketinên gelê kurd em han dan ku bêne Kurdistanê û li vir me fêm kir ku eger terorîzm bête şkandin hunê bidestxistiyên mezintir jî bi dest ve bînin. Herweha jî dema ku me prosesa avakariyê li vê derê dît, me fêm kir ka azadî çi qasî dikare riya pêşketinê xweş bike.Di şanda navhatî de şeş kongresmanên emerîkî cî digirin ku sê ji wan yên Partiya Demokrat û sê jî yên Partiya Komarî ne. Kurdistantv 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.