Ramyarî

Sala 2007, Sala Kerkûkê ye..

XEBATKARÊN NEWROZ COMÊ · 15.01.2007 · 2 dîtin

  Piştî rûxana rejîma gor bi gor a Sedamî, 4 sal derbas bûn.. Lê di nav van çar salan de li ser Bajêrê Kerkûkê û çareserîya pirsa wê gellek biryar hatin girtin... Di dawîyê de heta niha hemû Hukumetên İraqê qet gavek ber bi çav neavitin..Wê dema şerê azadkirina İraqê Peşmergeyên Kurdistanê bajêrê Kerkûkê azadkir û piranîya ew kolonên Ereb, ên ji bo erebandina Kerkûkê hatibûn revîyan.. Ji ber ku,wan wekî beşekî ji sîyaseta erebandina Kerkûkê dewrekî gellek xirap lîstibûn, erd û xanîyên Kurdan dagirkiribûn û li dijî neteweya Kurd gellek tawanên li dijî mirovî, tawanên şerî û komkûjî cîhbicîhkiribûn.. Ew ji tolesendina Kurdan ditirsîyan..Xetên sor ên Tirkan di nav çend demjimêran de de facto neman û pûçbûn.Lê sed heyf û mixabin ji ber sedêma girûgiriftên navxweyî li Kurdistana Başûr ên di navbera Partî û Yekîtîyê de û sîyaseta çewt a Amerîkayê di derhaqa Kerkûkê de, hêzên Peşmergeyan Kerkûk hîştin û ji bajêrî derketin.Erebên teh’rîbkar dîsan wegerîyan ji bo Kerkûkê.. Ev yeka hanê tawanekî din bû li dijî xelkê Enfalkirî, kîmyabarankirî û xweragirê Kerkûkê..Serokayetî Sîyasî a Kurdistanê di danûstandinên xwe li gel sîyasetmedarên Ereban de ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê û ew deverên Kurdistanê ên ku hêj jî dagirkirîne rêkketin.. Ew rêkkeftin jî madeya 58 a “Destûrî Katî”bû.. Li gor wê maddeya navbirî pêwîst bû pirsa Kerkûk di sê qonaxan de bihata çareserkirin.. Ew hersê qonax jî:

Lê, hukumeta Allawî hat li ser hukim ji bo Kerkûkê û çareserîya pirsa wê qet tiştekî erênî nekir û hewl da sîyaseta erebandinê berdewam bike. Di nav rêz û refên gelê Kurdistanê û hizbên sîyasî ên Kurdistanê de nerazîyek giştî beramberî sîyaseta teh’rîbê a rejîma Bexdayê peyda bû. Ji ber yekê jî, Hukumeta Allawî mecbûr ma lijneyekê bi serokayetîya sekreterê Hizba Komunîst a İraqê avabike ji bo cîhbicîhkirina maddeya 58 an... Lê sed mixabin piştî Allawî, Caferî hat li ser hukim û wî jî qet tiştek nekir..Piştî pesindkirina Destûra Daîmî a İraqê, hukumeta Nurî Malikî hat avakirin, ev saleke vê hukumetê jî ji bilî avakirina lijneyeke nû û vekirina sê nivîsîngehan heta niha tu gavek neavitîye...Li gor madeya 140 a Destûra Daîmî a İraqê pêwîst e pirsa Kerkûkê heta 31.12.2007 an çareser bibe..Her çiqas berwara Rapirsîyê li ser çarenivîsa Kerkûkê nêzîk dibe, hemû neyar û dijminên Kurd û Kurdistanê û Kerkûkê bi yekdengî nerazîbûna xwe beramberî vê yekê diyar dikin û daxwaza şûndaxistina rapirsîyê û “statûyek taybet” û ne Kurdistanî ji bo Kerkûkê dikin..Bi kurt û kurmancî hemû dewletên deverê, hemû cîhana Erebî û Îslamî, Tirk û Fars li gel hemû nakokîyên di navbera wan de li ser dijminkarîya beramberî Kurd, beramberî nasnameya Kurdistanî a Kerkûkê hevbîr in û hemfikir in... Ev hemû devletên navbirî ev çend meh in bi awayekî eşkere û bêperwa sîyasetên xwe ên li dijî destkeftên Kurdistana Başûr û Kerkûkê rêkdixin..Dewleta Tirk bi devê Serokwezîrê xwe ve bi awayekî eşkere sala nû ango sala 2007, wekî sala li dijî Kurd û Kerkûkê îlankir. Dewleta Misirê û dewletê din ên Erebî û Îslamî jî li ser vê bîr û bawerîyê ne.Ev hemû devletên navbirî, ji alîyeke ve hemû hêzên xwe kartînin, di nav bajêrê Kerkûkê de bi destên kolonên Ereban, sixwerên Tirkan ên bi navê ‘Cepheya Tirkmanî’ û ajanên xwe ên şandî ve provokasyonanan durisbikin; ji alîye din ve hewl didin dewletên Rojava bi taybetî jî DYA bikin beşek ji sîyaseta xwe a li dijî Kurd û Kerkûkê..Ji ber vê yekê jî, van dewletana bi mîlyonan dolara serfdikin, rojnamevanan, senatoran, parlementeran, sazîyên lekolînan, dîplomatan û generalên kevn dikirin ku bi navê wan sîyaseta wan a li dijî Kurd û Kerkûkê bimeşînin..Pêwîste ew rapora Baker û a Gruba Krîsê di vê çarçovê de bête nirxandin..Kurdistan wekî welatekî, Kerkûk jî wekî dilê wê li ser dewlemendîyeke bêsînor e.. Lê mixabin Kurdistan wekî dûrgeheke aram di nav deryaya xwînê a Ereb û Tirkan de maye... Ev dewletên îslamî û erebî hemû pêkve hewl didin, Kurdistanê wekî laşêkî mirî û bê dil bihêlin.. Sîyaseta wan a beramberî Kurdistanê û Kerkûkê ev e..Şêx Mehmud ji bo Kerkûkê û nasnameyê wê a Kurdistanî peywendîyên xwe li gel îngîlzan xirapkir..General Barzanî şoreşa herî mezin, Şoreşa Îlonê ji bo Kerkûkê kir qurbanî...Ji Gutîyan heta niha ev 4000 salan zêdetire Kurd û bav û bapîrên wan li ser axa vî bajêrê xwînê û agir dijîn.. Ji bo vî bajêrî/ ji ber vî bajêrî ye ku xelkê Kerkûkê û Germîyan hatin enfalkirin û kîmyabarankirin..Sadamî jî nikaribû nasnameya Kurdistanî a Kerkûkê veşere.. Ji ber vê yekê jî di wê dema guftûgoyan li gel Kurd de gotibû : “Çawa Ereban Endolozî ji bîr kir, hûn jî Kerkûkê ji bîr bikin û werin em rêkkevin”...Ji ber van sedeman û sedan sedemên din, netewa Kurd pirsa Kerkûkê wekî pirsa man û nemana Kurdistanê dibîne..Sala par li Kurdistan Başûr hemû sazîyên rageyandina Kurdî kombûn û sîyasetek hevbeş li ser mijara Kerkûkê û madeya 140 tespît kirin.. Îro di hemû rojname û kovar û sazîyên din ên Kurdistanî de beş an jî rûpela Kerkûkê heye.. Gellek sazî û rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd sala par destpêkirin sala 2007 wekî sala Kerkûkê îlan kirin.. Di destpêka vê salê de gellek rojname û kovarên Kurdî , di ser gotarên xwe de sala 2007 wekî sala Kerkûkê destnîşan kirin..Di vê dawîyê de çend Kurdên welatparêz ên Bakurê Kurdistanê ji di gotarên xwe de li ser vê mijarê rawestîyan û daxwazkirin ku “ Sala 2007, sala Kerkûkê be”..(İ. Güçlü, G. Amedî.. htd)Me wekî Newroz Comê di van çend salên dawîyê de li ser dîroka bajêrê Kerkûkê, çand û rewşenbîrên Kerkûkê û li ser teh’rîbkirina Kerkûkê û plan û projeyên dijminên Kurdistanê li ser Kerkûkê sedan an jî hezaran gotar û nûçe weşand. Em giringîya Kerkûkê ji bo Kurdistanê û dinyayê dizanin..Ji ber vê yekê jî, em wekî Newroz Comê amadebûna xwe ji bo van pêşnîyar û çalakîyan diyar dikin, sala 2007 wekî sala çareserîyê û sala Kerkûkê îlan dikin..Em hez dikin, ku hemû malper û kovar û rojnamêyên Kurdên bakur li ser vê mijarê danûstandin bikin û siyaseteke hevbeş tespît bikin.. Sala 2007, Sala Kerkûkê ye...14.01.2007Xebatkarên Newroz Comê

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.