Ramyarî

Ş. Hikûmeta Kirwatya Bo Rûdaw’ê: Li Gor Lêkolînan Kirwat û Kurd Yek Nete i

Rojhat · 25.05.2009 · 2 dîtin

Ş. Hikûmeta Kirwatya Bo Rûdaw’ê: Li Gor Lêkolînan Kirwat û Kurd Yek Nete i

Di hevpeyvînekê de li gel Rûdaw’ê Şêwirmendê Hikûmeta Kirwatya (Xirvatîstan) li İraq’ê Casim Mihemed got: ‘’Li gor lêkolînên dîrokî û zanistî derketiye ku Kurd û Kirwat yek netewe ne û Kirwatan ji Kurdistan’ê koç kiriye.’’Casim Mihemed di heman demê de Berpirsê Mala Bazirganî ya Kirwatya ye li Hewlêr’ê. Casim wiha axifî: ‘’Zanyariyek li Navenda DNA ya Swîsre heye dibêje di nav hemû gelên cîhanê de ji aliyê yek DNA yên laş ve nêzîktirîn dû netewe Kurd û Kirwat in. Ev zanist e ne babetekî edebî yan dariştin.’’Derbarê peywendiyên Kurdistan û Kirwatya de jî Casim Mihemed dibêje: ‘’Li ba dewletên xwedan biryar Kirwatya dikare hevkariya helwêstên Kurdistan’ê bike. Herwiha wek welatekî bê petrol Kirwatya jî dikare di warê hilberînê de sûd ji Kurdistan’ê werbigre.’’Casim Mihemed, kesekî devliken e û Kurdan jî bi axaftinên xwe dilxweş dike. Herwiha li gor hinek lêkolînên dîrokî û zanistî xwediyên dewleteke endamê NATO dike birayê Kurdan. Casim, şêwirmendê Hikûmeta Kirwatya yeli İraq'ê bo karûbarên aborî. Dibêje ew nerîna biratiya Kurd û Kirwatan niha bûye tiştekî bawer pêkirî ya gel û Serokayetiya Komara Kirwatya. Kirwatya 25.06.1991ê serxwebûna xwe ji Yûgoslavya wergirt.Pisporê Aborî Casim Mihemed, li Hewlêr’ê Serokatiya Mala Bazirganî ya Kirwatya dike û biryar e bibe bingehê konsolxane ya dewleta navbirî ya birayê Kurdistan’ê li Hewlêr’ê. Navbirî dixwaze bibe endazyarê peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistan’ê. Casim di wê baweriyê de ye ku di vî warî de pir kar kiriye û hê karên din jî di xeyala wî de hene. Rûdaw: Destpêkê hûn dixwazin xwe ji xwendevanên me re bidin naskirin?Casim Mihemed: Navê min Casim Mihemed e û bi esil İraqî me, li Bajarê Kufe ji dayik bûme, di nasnama min de 01.07.1957 hatiye nivîsîn. Lê di dema me de roja ji dayikbûnê li ser dergehê dolabê dihat nivîsandin. Dema dolab diavêtin, roja ji dayikbûnê jî pê re diçû. Sala 1977an bo xwendînê ez çûm Kirwatya. Min xwendina Bachalirions û Master di warê aborî de qedand. Berî bi sal û nîvekê vegeriyam İraq’ê. Vegera min bi mebest bû, li İraq’ê dû bajar li ber dilê min şêrîn in, ew jî Bajarê Kufe û Silêmanî ne. Ji ber dema zarok û gencê nû gihayî bûm, min pir Bajarê Silêmaniyê didît. Bavê min Xwedê temenê wî dirêj bike, em zû zû dibirin Silêmaniyê ji ber gelek malbat li wir hebûn ku peywendiyeke mirovayetî û dostayetî li gel binemala me hebû, lewra hersal carekê yan dû caran me serdana wan dikir. Ji ber di 18 salî de kes bi tenê nedigeriya û ne diçû bajarekî din, li İraq’ê ji xeynî Silêmanî û Kufe min tu bajarên din nasnedikirin. Sala 1977an çûm Paytextê Kirwatya Bajarê Zagreb, li İraq’ê tu cihên din min nedîtibûn, lewma pir kêfa min ji Silêmaniyê re dihat û niha jî kêfa min jê re tê. Di hundirê 32 sal temenê min de li Awrûpa li gel ku min gelek bajarên cîhanê dîtine, herdem li nav bajarên Awrûpa û Başûrê Rojavayê Asya bi pey bajarekî de digeriyam rengê Silêmanî û Kufe bide. Rûdaw: Mirovatiya we li gel Kurdan heye?Casim Mihemed: Belê dayika min Kurd e û ji Kurdên Kufe ye, navê wê jî Zekiye Selman Behmen e. Kurdên Kufe ew kes in ku di dema xwe de destpêka sedsala rabirdû bi kêfa xwe ji Kurdistan’ê ber bi Kufe koç kirine. Rûniştiyên Kufe ne, ew, malbat û mirovên xwe. Li Kufe taxek heye jê re dibêjin Egid, wate taxa Kurdan. Daniştvanên wê taxê ew Kurdên ku li Kufe ji dayîk bûne. Ew nifşê berê ku çûne Kufe mirine. Ewên li Kufe ji dayîk bûne, niha bûne xelkê resen ê Kufe. Peywendiya wan a jin û jinxwazî bi daniştvanên din ên Kufe re heye. Rûdaw: Di salên 1940 û 1950an de Bizava Çep û Partiya Komunîst li Kufe û Necef bihêz bûn, gelo wê bizavê hîç bandorek li we kir?Casim Mihemed: Ji ber dema ez çûm derve 18 salî bûm, temenê min ne ew temen bû tevlî bizavên siyasî bibim û dîroka wan binasim. Lê wê dema li polê çarem, pêncem û şeşem ê zanistî de bûm, baş tê bîra min Bereya Niştimanî ya İraq’ê hebû, Partiya Komunîst ya İraq’ê, Partiya Baas û hinek partiyên Kurdî yên ser bi hikûmetê tê de cîh digirtin. Tê bîra min dema em di ber baregahekî Partiya Komunîst a İraq’ê re diçûn, em pê dikeniyan û me digot Partiya Komunîst a İraq ku xwediyê wê Partiya Baas e, bereyekî bê naverok bû, em jî genc bûn û li gor xwe hajê me ji siyasetê hebû. Lê me dizanî armanca wê bereyê jinav birina partiyên siyasî ye bi planeke pîs a Partiya Baas. Rûdaw: Dayika te bi Kurdî dizanê?Casim Mihemed: Kêm dizanê, ji ber em wek Ereb me heta bi dayikên xwe jî asîmile kirine. Lê hêviya dayika min bû ew û em jî fêrî zimanê Kurdî bibin. Herwiha bavê min jî hinekî Kurdî û Farisî dizanê. Pênc bira û çar xwîşkên min hene. Rûdaw: Xwendina we ya Kirwatya di çi biwarekî de bû?Casim Mihemed: Min li İraq’ê amadeyî qedand û li Kirwatya jî di warê aborî de min master wergirt.  Rûdaw: Hûn bi esil İraqî ne, we çawa karî bighin wî postî li Kirwatya?Casim Mihemed: Piştî min xwendina xwe qedand li kargeheke amûrên elektrîkê min dest bi kar kir. Kargeheke mezin bû û nêzîka hezar û 200 fermanberan lê kar dikir, niha jî nûnerê wê şîrketê me li İraq’ê. Min şeş sala li wê kargehê kar kir. Piştî min biryar da heta Saddam  li ser desthilatê be venegerim İraq’ê, min dev ji kargehê berda. Ji ber birayekî min li ser tohmetekî pir mezin di Zîndana Ebu Gurêb de bû. Sala 1983an wek xwendevan cara dawî vegeriyam İraq’ê. Wê demê şerê İraq û Îran’ê bû. Kufe û hemû İraq di nav şînê de dijiya. Hingî mobîl û înternet tune bû heta bikaribin rewşa rast a İraq’ê bizanin. Rûdaw: Di salên heştêyî de peywendiyên Dewleta Yûgoslavya li gel İraq’ê pir baş bûn, gelo wan pêwendiyên Yûgoslavya ên bi İraq’ê re hûn bêzar dikirin?Casim Mihemed: Bi rastî wê demê em bi pey zanist de digeriyan, ew yek li ba me girîng bû bighin astekî zanistî ya baş, wek çawa me ji xizim û kesên xwe re soz dabû keda wan bi avê de bernedin ku gelek mesref li me dikirin. Me xwendina xwe qedand, piştî karkirina min a kargeha amûrên elektrîkê, sala 1991ê min biryar da di sektora teybet de şirketekê damezrînim. Ji wê demê ve wek bazirganekî bi Dewleta Kirwatya re didim û distînim. Ez ne fermanberê dewletê bûm, lê bi sedema peywendiyên min ên li gel hevalên min ên xwendevan ku niha di hikûmetê de di astê bilind de ne, herwiha ew baweriya wan a ku bi min hebû, ku dibêjin: ‘’Casim mirovekî mandûnenas e’’ girêdanên min bihêztir bûn. Baweriya wan pir bi min tê. Li ser vê baweriyê layiq dîtin min bikin şêwirmendê Hikûmet û Balyozê Kirwatya li İraq’ê Rêzdar Zeyêrko Bukas bo karûbarê aborî yê İraq’ê. Rûdaw: Berî hûn Nivîsîngeha Berjewendiyên Aborî yên Kirwatya li Hewlêr’ê vekin, tu peywendiya we li gel Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê yan hinek serkirde û wezîrên Kurdistan’ê hebû?Casim Mihemed: Na. Ji bo vekirina şirketekê 22.04.2006an hatim Kurdistan’ê. Wê demê min hîç kesek nasnedikir. Wek hevwelatiyekî Awrûpî hatim û min şirketek damezrand. Tişta pozîtîf û balkêş ku ji bîr nakim ew e Hikûmeta Kurdistan’ê pir bi germî pêşwaziya min kir û di astê herî bilind de hevkarî hat kirin. Ev jî rastiyeke ne pesindan. Dibe birayên Hikûmeta Kurdistan’ê gotibin ew kesekî dewleteke Awrûpî ye û dixwaze peywendiyên baş bi Herêma Kurdistan’ê re çêke. Bi rastî ji aliyê Hikûmeta Kirwatya ve hatibûm rasipardin bo peywendiyeke baş li gel Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê dirust bikim. Destpêkê li gel Dezgehê Hilgirtina Mayinên Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê me peywendî çêkirin. Herwiha bi mebesta karkirinê li Herêma Kurdistan’ê em bi Şirketeke Kirwatî re lihev hatin li Hewlêr’ê ofîsekê veke. Herdû dezgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi vexwendineke fermî çûn Kirwatya, bi rastî ev jî bû destpêka çêbûna peywendiyan di navbera Kirwatya û Herêma Kurdistan’ê de. Ev ne karekî hewqasî dijwar bû bo min. Ji aliyê jimar û civakî û cografî ve jî Kurdistan û Kirwatya dişibin hev. Jimara daniştvanên Herêma Kurdistan û Kirwatya di navbera 5-6 milyon kes de ye. Herdû jî dû welatên çiyayî ne. Kurdistan û Kirwatya di dû tiştan de cuda ne: Derya Kurdistan’ê û petrola Kirwatya tune. Rûdaw: Mirov çawa dikare civaka girtî ya Kurdistan û İraq’ê li gel civaka vekirî ya Kirwatya bîne ba hev ku hûn wan wek hev hesab dikin?Casim Mihemed: Rast e, Destûra Kirwatya pêdagiriyê li ser azadiya ferdî dike, li gel hebûna kêmnetewên wek Macar, Sirbî, Îtalî û Rûsî. Herwiha kêmîneyên dînî wek Misilman, Ortadoks û Katolîk. Bi dereca yekê Kirwatya dewleteke Katalokî ye. Destûra Kirwatya li ser azadiya takekesî hatiye dariştin ne beşbeşiya tayîfî û regezî. Rûdaw: Hinek ji wayên derve ku bi mebesta karê bazirganî û danîna şirketan tên Kurdistan’ê dibêjin simsaran em xwarine, hinek jî wek we diaxifin. Hîç simsarek pêrgî we hat?Casim Mihemed: Bi rastî wiha dibînim ku divê bi aşkere biaxifim. Ev zêdeyî salekê ye jimarek şîrketen Kirwatî li Kurdistan’ê li gel şirketên navxweyî û cîhanî ketine kêbirkêyeke rewa. Li gor wê kêmkirina aşkere ya ku di rojname û internetê de tê belav kirin, bê hîç astengek derkeve pêşiya me, hîç simsarek di navbera şirketên Kirwatî, hikûmet û wezîrên Kurdistan’ê de tune. Ev jî li ba me li Mala Bazirganî ya Kirwatî li Hewlêr’ê hatiye dokumentkirin. Peywendiyeke min a pir baş li gel piraniya wezîrên Hikûmeta Kurdistan’ê heye. Peywendiyên me yên li gel wezaretan rasterast e û tu simsar di navbera me de nînin. Kargeh û şirketên Kirwatî bi awayekî rasterast li gel Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê kar dikin. Rûdaw: Bo hilberîna biyanî li Herêma Kurdistan’ê we handan û rêxweşkeriyeke baş dîtiye? Casim Mihemed:  Belê pir bi dilniyayî dibêjim. Yasa hilberînê ya Herêma Kurdistan’ê yasayeke baş e. Lê pirsgirêka mezin ew e heta niha veberhênerên Awrûpî negihane wê baweriyê ku tu peywendiya Herêma Kurdistan’ê bi rewşa ewlekarî ya İraq’ê ve tune û herêm aram e. Bazirganên biyanî wiha hest dikin dema bombeyek li Bexda diteqe, dengê wê dighe Silêmaniyê, yan dema kesek li Baqube tê revandin wiha dizanin mirovên wî/wê li Hewlêr’ê digrîn. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê bi awayekî baş vêna di helkeft û semînerên navnetewî de aşkere bike. Rûdaw: Çawa?Casim Mihemed:  Bêje Herêma Kurdistan’ê parçeyek ji İraq’ê ye, ji aliyê teknîkî û pratîkî ve tu peywendiya rewşa ewlekarî ya Kurdistan’ê bi rewşa ewlekarî ya Baqube û Bexda ve tune. Rûdaw: Bi nerîna we divbê Hikûmeta Kurdistan’ê vêna bi çi awayekî bighîne cîhanê?Casim Mihemed: Bi vexwendina rojnamevan û şirketên biyanî bo Kurdistan’ê, rêxistina kongreyên cuda cuda li Kurdistan’ê bo nûnerên şirketan. Ev in yên berpirs ji girêbestên bi Hikûmeta Kurdistan’ê re. Bi mebesta vekirina ofîsên şirketên biyanî û hikûmetan dabînkirina asankariyan ger sembolîk jî be. Wek çawa me li Mala Bazirganî ya Kirwatya kir. Piştî ew mal hat danîn, derbarê Herêma Kurdistan’ê de me gelek agahiyên aşkere û rast dan şirketên Kirwatî. Me ji wan re got ku niha û pêşerojê Herêma Kurdistan’ê deriyê rast ê karkirinê ye li İraq’ê. Hebûna min li vêderê wek hevwelatiyekî Kirwatî, wiha kir 14 endazyarên pispor ji sê şîrketên warê hilgirtina mayinan bên navçeya Kifrî û Kelar û ev şeş meh e li wir kar dikin bê hîç pirsgirêkek. Bi dereca yekê pêwendiyên berdewam bi riya kongre, pêşangeh û vexwendina rojnamevanên welatên Awrûpa, herwiha hevdîtina berdewam a navbera odeyên bazirganî yên bajarên Awrûpa û Herêma Kurdistan’e, çûna şandên bazirganên bajarên Kurdistan’ê bo wan welatan û berevajiya wê jî pir sûdmend dibe bo Kurdistan’ê. Bê şarezayî û bêagahiya Awrûpî û dewletên din ên cîhanê Kurdistan û İraq’ê her di bazinekî girtî de dizîvirîne û ev jî ne baş e. Rûdaw: Li Kirwatya koçberên Kurd hene?Casim Mihemed: Nexêr. Bi baweriya min jimara Kurdan li Kirwatya 10 kesan derbas nake. Ew jî Kurdên hemû parçeyên Kurdistan’ê ne. Çend sedem hene ku Kurd li Kirwatya kêm in. Piraniya wan kesên çûne Kirwatya bo xwendinê çûne, ne bo wergirtina mafê penaberî. Bo standina mafê penaberî bi piranî Kurd diçin Brîtanya, Almanya û Fransa. Lewra jimara Kurdan li Kirwatya kêm e. Rûdaw: Salên 1990 dema pirsgirêkên Yûgoslavya hûn li Kirwatya bûn?Casim Mihemed: Belê wê demê li wir bûm. Di dema şer û pirsgirêkan de min hevkariya karên mirovî dikir, ji ber li İraq’ê jî min leşkerî nekir û di jiyana xwe de min demançe jî nexistiye destê xwe. Qenciya gelê Kirwatya li ser min heye, dehan sal bi wan re jiya me û min li welatê wan xwendiye, lewra pir zehmet bû di rojên nexweş de wan bicîh bihêlim, di rojgarên nexweş ên İraq’ê de penageha min bû. Rûdaw: Di şerê Yûgoslavya de çiqas zerar giha Kirwatya?Casim Mihemed: Ji şerê sala 1992an heta êrişa mezin, êrişa bablîsoka 1995ê a hevpeymanan ku dû salan ajot heta bi tevahî şer nema, Kirwatya 12 hezar serbaz ji dest dan û 50 hezar kes jî birîndar û kêmendam bûn. Zerara darayî jî 55 heta 75 milyar Euro tê texmîn kirin. Rûdaw: Kirwatya li tiştekî wiha difikire konsolxanê li Herêma Kurdistan’ê veke?Casim Mihemed: Bê guman difikire. Sedema venekirina konsolxanê li Hewlêr’ê ku dereng ma nebûna balyozxana İraq’ê bû li Bexda. Li gor rêkevtina Vîyana, divê dewletek balyozxana wê li paytextê welatekî din hebe heta bikaribe konsolxane li herêm û bajarên din veke. 16.02.2009an Balyozê Kirwatya yadaşta vekirina Desteya Dîplomasî ya Taybetî li Bexda, da Wezareta Derve ya İraq’ê. Niha em karê xwe li Otêla Sedîr dikin. Roja 01.06.2009an emê herin balyozxaneya Kirwatya li navçeya Cadiriye ya Bexda. Bi baweriya min ji niha û heta dawiya salê konsolxane li Hewlêr’ê jî vedibe. Rûdaw: Xwezaya kar û armanca karê Mala Bazirganî ya Kirwatya li Hewlêr’ê çiye?Casim Mihemed: Armanca yekem a Mala Bazirganî ya Kirwatya li Hewlêr’ê pêşkêşkirina lêkolînekê ye derbarê kar û planên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de ye bo avakirina Herêma Kurdistan’ê. Ev karê han jî bi hevkariya wezaret û peymangehên Herêma Kurdistan’ê tê kirin. Bi dereca yekê anîna veberhênerên Kirwatya ye bo Herêma Kurdistan’ê, herwiha bo sûd wergirtin ji derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistan’ê. Ji aliyekî din ve derbarê kargeh û veberhênerên Kirwatî, peymangehên zanistî û karê şêwirmendiyê li Kirwatya de jî agahiyan dide da hikûmet û wezaretên Herêma Kurdistan’ê bikaribin sûd ji wî astê pisporî û agahiyan werbigre ku Kirwatya gihayê. Rûdaw: Hûn wan xizmetguzariyan wek hevkarî yan bi beramber didin Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê? Casim Mihemed: Li cîhanê tiştekî belaş tune, hemû tiştek di hindek çarçove û disiplînê de ne. Lê ew xoşewîstî û rêzgirtina ku gelê Kirwatya beramber gelê Kurd heye, tiştekî pir mezin e, rêzgirtina wan ne bo pesindan û berjewendiyê ye. Di warê civakî de, ji ber Kurd di jêr destan de jiyane û mafê wan hatiye binpê kirin, heta astekî zêde di dîrokê de tişbehê jiyana Kirwatîyan. Ev hevsoziya han jî bê guman riya girêdana pêwendiyan xweş dike. Kirwatya pisporiya xwe ya zanistî û teknolojî belaş pêşkêşî aliyê Kurdî û hîç aliyekî din nake, lê bi awayekî bileztir û asantir dide aliyê Kurdî. Rûdaw: Nehêniya wê xoşewîstiya Kirwatya ya li gel Kurdistan’ê çiye? Tenê ew jêrdestî û çewsandina Kurd e?Casim Mihemed: Ji xeynê çewsandinê, gelê Kirwatya di wê baweriyê de ye beşeke ji gelê Kurd. Di hundirê 20 salên borî de 11 pirtûk ji aliyê jimareyek dîroknivîs û lêkolînerên Kirwatî ve hatine nivîsîn. Di wan pirtûkan de ispat dikin ku rayên netewa Kirwat û Kurd hevbeş in, Kirwat ji navçeyên Kurdî çûne Kirwatya niha, ev jî sedemeke girîng a wê hevsoziya gelê Kirwatî ye bo gelê Kurd. Ew baweriya yek regezî û yek ra wiha nîne ku tenê di astê millî de bê behskirin, di astên herî bilind de jî tê behskirin. Serokkomarê Kirwatya Rêzdar Step Mesêge bi xwe jî ji wan hemû şandeyên Kurdî yên ku serdana Kirwatya yê kirine gotiye. Wê baweriyê di nav gelê Kirwatya de pir cihê xwe girtiye. Dibêjin kesê pir dijwariyan qebûl bike dibe ku ji zikê jineke Kurd ve ji dayîk bûbe. Vêca ew gelê ku gelekî din wek mînak tîne û dibê jêhatiye, bê guman rêz li wî gelî digre û amade ye hevkarî bike. Rûdaw: Wate yek resen û regezbûna Kirwat û Kurd li ba Kirwatiyan bûye baweriyeke millî û fermî?Casim Mihemed: Belê di herdû astan de bawerî bi Kurdbûna Kirwat, yan em bêjin bawerî bi yek regeziya Kurd û Kirwatan heye. Ferhengeke ziman bi serpereştiya Profesorê Kirwatî Îvan Boyindîch bi navê ''Bêjeyên Hevbeş Yên Kirwatî û Kurdî'' hatiye nivîsîn. Di wê ferhengê de tê xwiyakirin ku 1000 bêjeyên hevbeş di nav zimanê Kirwatî û Kurdî de hene. Prof. Boyîndîch li gel jimareyek hevalên xwe yên dîroknivîs û zimanzan ew ferheng amade kiriye. Ev nêzîka 10 sal in li ser dixebitin û niha hindik maye ji çapkirinê re. Ji vêna jî girîngtir zanyariyeke din heye ku li Navenda DNA ya Swîsre de ye; Di nav hemû gelên cîhanê de di warê yek DNA ye laş de nêzîktirîn dû netewe Kurd û Kirwat in. Ev zanist e, ne babetekî edebî yan dariştin. Ev zanyarî di banka zanyariyên DNA ya Swîsre de heye. Rûdaw: Ji bo gihandina wan zanyariyan bi awayekî hûr bo Kurd qet tiştek hatiye kirin?Casim Mihemed: Di destpêka cotmeha îsal de, dû dîronivîsên Kirwatî Boyindîch û Lovrîch tên Herêma Kurdistan'ê û li ser vê mijarê li zanîngehên Kurdistan'ê semîneran didin. Herwiha sala borî di dema serdana Cîgirê Serokê Hikûmeta Kudistan'ê Rêzdar Umer Fetah de bo Kirwatya, li ser vê mijarê gelek berpirsên Kirwatya pê re axifîn. Di dema serdana Cîgirê Serokê Herêma Kurdistan'ê Rêzdar Kosret Resul de jî ya meha adara îsal, derbarê Kurdbûna Kirwatya de yek ji dîroknivîsên Kirwatî agahî danê. Di hemû astan de ew bawerî li ba Kirwatan heye, ji ber çavkaniya wê bingehekî zanistî û lêkolîneke zanistî ya mezin e. Kek Kosret jî dema hest pê kir ew mesele pir ciddî ye û tenê aliyê Kirwatî li ser disekine, bi mebesta dirêjîdana lêkolînan li ser vê mijarê biryar da komîteyeke hevbeş a Kirwatî-Kurdî bê damezrandin, herwiha biryar da mesrefa wê komîtê û yên pê ve girêdayî jî dabîn bike. Rûdaw: Nêteke wiha heye derencamên wan lêkolînan bikevin programên xwendinê?Casim Mihemed: Ev çend meh e wek Mala Bazirganî ya Kirwatî em hewldidin beşê xwendina zimanê Kirwatî li Zanîngeha Selaheddîn ya Hewlêr û beşê zimanê Kurdî jî li Zanîngeha Zagreb’ê bê vekirin.  Rûdaw: Mebesta min ew e gelo planek heye li Kirwatya ew derencamên dîrokî û fizîkî bikevin programên xwendinê?Casim Mihemed: Na, ji ber niha di qonaxa lêkolînên akademîk de ye. Lê dema xendevanekî beşê dîrokê li zanîngehê esil û feslê Kirwatiyan dixwîne, jê re tê gotin ku Kirwat ji Kurdistan'ê hatine.  Rûdaw: Navê Kurdistan'ê di nav programên xwendina Kirwatya de heye?Casim Mihemed: Belê di çarçoveya wan cihên ku Kirwatiyan jê koç kirine û hatine Kirwatya, navê Kudistan'ê derbas dibe. Niha li Kirwatya ew di programên xwendinê de heye. Li vir jî ew bingeh hene. Li nêzîkê bajarokê Xelîfan sê gund hene, ji wan re dibêjin gundên Kirwat. Ez bi xwe çûme wan gundan. Xelkê wan gundan jî digotin rast e ji wan gundên me re dibêjin gundên Kirwat, lê ji ber çiye em nizanin. Herwiha televizyona Kirwatya bi mebesta hinek lêkolînan li ser vê mijarê difikire çend peyamnêran bişîne Kurdistan'ê. Lêkolîna li ser wan hersê gundan û mijara 'gezo' ya Silêmaniyê li ba Kirwatan pir girîng e, ji ber di İncîl'ê de jî behsa gezo yê tê kirin. Dema Kirwatiyan ev zanî ji bo wan pir balkêş bû. Ji radyo ya Kilîsa Katolîkan a Zagreb bi min re ketin têkiliyan da grûbekê bişînin Silêmaniyê û li vê mijarê bikolin. Rûdaw: Piştî wan lêkolînên dîrokî, serdana dû şandên siyasî û fermî yên Kurdistan'ê bo Kirwatya, Kirwatya dikarê çawa hevkariya Kurdstan'ê bike?Casim Mihemed: Yekem: Ji ber Kirwatya endamê NATO ye, hindik maye bibe endamê Yekîtiya Awrûpa û peywendiyeke wê ya baş li gel wan dewletan heye ku bandora wan li ser biryara siyasî ya cîhanê heye, di warê bihêzkirina helwêstên cuda de dibe ku Kurdistan di warê siyasî de sûd ji wan peywendiyan Kirwatya werbigre. Duyem: Ji ber Kirwatya di warê zanist û teknolojiyê de welatekî pir bihêz e Herêma Kurdistan'ê dikare feydê jê bibîne. Seyem: Hevkariya navbera Herêma Kurdistan û Kirwatya girîng e ji ber Kirwatya di wan peywendiyan de hîç merc û guşareke siyasî naxe ser Kurdistan û İraq'ê wek welatên din. Herwiha gelek dewletên biçûk jî wan mercan ferz dikin beramber projeyên aborî û bazirganî li Kurdistan û İraq'ê. Rûdaw: Kirwatya zêdetir di çi warekî de pêşketiye heta Kurdistan bikaribe bo pêşxistina xwe fêdê jê bibîne?Casim Mihemed: Li Kirwatya pîşesaziya turîzmê pir pêşketiye, bê guman pêwistiya Kurdistan'ê jî bi pêşxistina sektora turîzmê heye. Di vî warî de Kirwatya dikare gelekî fêdê bide Herêma Kurdistan'ê. Kirwatya, di warê çêkirina riyên bilez, apartman û nexweşxaneyan de jî gelekî pêşketiye. Kirwatya di aliyekî din de jî pispor e lê bi kêrî Kurdistan’ê nayê. Kirwatya, di cîhanê de dewleta sîyem e di çêkirina keştiyên deryayî, sivîl û serbazî de. Herwiha di warê pîşesaziya serbazî, pizîşkî, lêkolînên pizîşkî, çêkirina derman li ser astê Awrûpa û cîhanê hemûyî pir pêşketiye. Di warê pîşesaziya dar û ristin de jî. Kurdistan dikare di warê avdêrî û çêkirina bendavan de jî sûd ji Kirwatya wergire.Ji aliyê kiştûkal û amûrên kiştûkalî ve jî bihêz e. Kirwatya, dixwaze bo fêrkirina teknîkkar û karê teknolojî hevkariya Kurdistan'ê bike. Bê guman divê herin Kirwatya heta bikaribin van dewreyên han bibînin. Fêrkirina kadroyên Kurdistan'ê di warê pizîşkî, polîs û artêşê de. Ev hemû girîng in. Roja 13.05.2009an li ser vexwendina Akademiya Polisî ya Zagreb’ê, şandeke mezin a Akademiya Polisî ya Silêmaniyê bo rahênanê çûn Kirwatya. Di hundirê 10 mehên dahatû de 10 pizîşkên Kirwatî ku di astê cîhanê de navdar in tên Kurdistan'ê. Bê beramber wê wan nexweşên ku nexweşiya wan dijwar e tedawî bikin. Di hemû waran de gelek program û proje hene bo pisporên Kirwatî werin Kudistan'ê. Rûdaw: Hîç planek heye ku Serokê Herêma Kurdistan'ê serdana Kirwatya bike?Casim Mihemed: Bi baweriya min wext hatiye Rêzdar Mesûd Barzanî serdana Kirwatya bike. Lê li gor texmînên min, serdana rêzdar Serokê Komara Kirwatya ya Bexda û Hewlêr'ê dikeve pêş serdana Barzanî. Rûdaw: Kengî tê?Casim Mihemed: Tê pêşbînîkirin di cotmehê de serdana İraq û Kurdistan'ê bike. Gelek navendên fermî yên Kirwatya dixwazin Serokê Herêma Kurdistan û Rêzdar Nêçîrvan Barzanî serdana Kirwatya bikin. Em jî bi awayekî ciddî bo vê serdanê kar dikin. Rûdaw: Di dema rûniştinên ne fermî de hun carna dibêjin Başûrê Kurdistan, Bakûrê Kurdistan, di demekê de bavê te Ereb e û gelek ji Ereban niha jî ne bi dilê wan e em bêjin Kurdistan. Hûn çawa gihan wê baweriyê wiha bêjin ku kêfa Kurdan pir jê re tê?Casim Mihemed: Ger dayika min Nîjerî û bavê min Çînî bûya min dê heman tişt bigotana. Ez li Awrûpa û Kirwatya mezin bûme, kultureke min a Erebî-Kurdî-Awrûpî ya hevbeş heye û bo min şanazî ye. Berî hemû tiştî ez mirov im, bo serxwebûn û azadiyê çawa piştgiriya mafê gelên cîhanê dikim, çima piştgiriya mafê Kurdistan’ê nekin. Ger rejîmen berê ev bi axaftin jî qedexe kiribe, niha ew azadî heye ev bê gotin. Mafê hemû gelekî cîhanê heye di çarçova sînorê welatê xwe de bi serbixweyî bijî, perê xwe hebin û otomobîlên dîplomasiyên cîhanê di cadeyên paytextê xwe de bibîne. Lê gelo rewşa İraq'ê ya niha rê bi wê xewna Kurdî dide? Ew tiştekî din e û di destê siyasetmedarên Kurd de ye. Lê ez wek kesekî ku baweriya min bi mafê azadiya gelan heye, piştîvaniya mafê gelên cîhanê dikim. Rûdaw: Di dema serdana Serokê Herêma Kurdistan'ê de bo Îtalya Ala Kurdistan li ser Koşka Komarî ya Îtalya hat bilindkirin, gelo di serdana Cîgirê Serokê Herêmê û Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistan'ê de bo Kirwatya Ala Kurdistan'ê li Kirwatya hat bilindkirin?Casim Mihemed: Li hinek cîhan ji ber sedemên teknîkî me nikarî Ala Kurdistan'ê bilind bikin, lê dema Rêzdar Kosret Resul Ala Kurdistan'ê wek diyarî pêşkêşî Rêzdar Serokkomarê Kirwatya kir, wî bi xwe di jêr arma dewleta Kirwatya de bilind kir û li ber hemû amadebûyan bi destê xwe vekir. Herwiha ji ber serdana Kek Kosret di cejna Newroz'ê de bû, li wê otêla ku lê mêvan bû me şahiyekî jê re saz kir û hinek pendên Kurdî me daleqandin ku ji vir me bi xwe re biribûn wek surprîz. Gelek ji rojnameyên Kirwatya behsa wê şahiyê kirin û gotin serkirdayetiya Kurd li Kirwatya şahiya Newroz'ê pîroz kir. Casim Mihemed Zahîr: Di sala 1957an de ji bavekî Ereb û dayikeke Kurd li Kufe ji dayîk bûye.Sala 1977ê çûye Kirwatya û di warê aborî de master standiye.Sala 1983an bi serdan vegeriya ye İraq’ê û heta sala 2006an nehatiye İraq’ê. Sala 1991ê li Kirwatya şirketek damezrand û wek bazirganekî Kirwatî   peywendiyên wî li gel Hikûmeta Kirwatya bihêz bûn.Rudaw.net  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.