ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Firat Dîcle · 25.09.2006 · 2 dîtin
Nunerê Hikumeta Kurdistan li Rusya Berêz Şoreş Xalid Seîd, Li Baxda serdanê Balyozê Rusya Wladimir Chamov kir. Li serdan u Çavpêketin da , li ser rewşa Irak, Kurdistan u yekgirtina her du îdara Hikumeta Kurdistan sekinîn. Her du alî li ev çavpêketin da hevî u xwezîyên xwe anîn ziman u daxwaziye pêşketina têklatîyên Kurdistan u Rusya xwestin. Nunerê hikumeta Kurdistan dawa li Balyozê Rusya kir kû Rusya zutirîn dem Konsolxane li paytaxtê Kurdistan Hewlêr veke. Balyozê Rusya Berêz Wladimir ji bo vekirina Konsolxane Li Hewlêr weha got: Me dixwest pêştir li Kurdistan Konsolxane vekin, lê mixabin kuştina 5 Dîplomatin me ji aliyê terorîstan bu asteng u bu paşxistina vekirina Konsolxane li Kurdistan. Lê me biryar daye Konsolxane li Kurdistan vekin, em niha çav li riya bersîva wezareta derveyê İraq’ in. Hevîdarin heta serê sala nu li Kurdistan Konsolxane vekin. PukmediaWerger: Firat Dîcle
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.