Ramyarî

RÜMETA MIRONANTÎYÊ NÎSHANA SERXWEBUN Û AZADÎYÊ NEWROZ PÎROZBÊ

Hozan Azad · 20.03.2010 · 2 dîtin

WAYE DÎSA NEWROZ HAT BI HÊZ Û XEMLÜ XELAT AGIRÊ NEWROZÊ GUR BIKIN BIKIN XEBAT GELÊ MI RABE SERXWE NEMÎNÊ BE KÊFERAT MIN BI AZADÎ PÎROZ BIKE HÎNE BINDESTE DICLE Û FIRAT EZ NEWROZIM BÜKA BIHARÊME NISHANA SERXWEBÜN Û AZADÎYÊ ME MIZGÎNA HEVGIRTIN Û ASHÎTÎYE ME EZ AGIRÊ DESTÊ KEC Û XORTÊ LI SERÊ CÎYÊ ME EZ MAHABATIM HEWLÊRIM AMEDIM QAMISHLOKA BERXWEDANÊ ME EZ 40 CIRAÊ PÊXISTÎ CILXANÊ LI LALISÊSHÊ ME EZ HÊVÎYA KEC Û XOPRTÊ KURDISTANÊ ME EZ AGIRÊ DESTÊ MICEWRÊ ÊZÎDXANÊ ME AZAD Bi rastî gava newroz tê xwezaîya cihanê jî pêre xwesh dibê geya shîn dibê qir û serma radibê însan dikarê ji xwere bi gere cil û bergê xwe di guherîne û hêdî hêdî cihana me bi hatina newrozê re germ dibê. weke kü cegerxwînê nemir jî gotîye:. dinya germ dibê serma radibê Tovê jîyanê di welidînê Nishtiman perwere di pejirînê. Biruska davê tavê bi xwera di hiltînê mala zordesta di weritîne wekî KAWA ser xwe pêk tîne. her ciqasî li ser li ser Nowrozê got ûbêj hebin jî û cebuibin Hinek binavê FIRDEWS di bêjîn û Hinek Binavê KAWA di bêjin lê rastî ewe kü Newroz ji gelê bindestre bi teybetî ji Gelê kurdre buwîye Nishana Serhildanê ramza Serxwebunê. Newroz ji Kurdara buwîye Sembola azadî û ashîtîyê. ji bêr wê hindeye kü dijminê gelê kurd ti di meha ADAR`êde komkujîya pêk tîne hêrîsha di bê ser gelê kurd ûhw. balkêshê ciqas buwîye maha ADAR`ê li her car percên kurdistanê kushtin girtin û fermana li ser serê gelê kurd radikin. Dema em xort bun li kurdistanê me agirê Newrozê di bir serê cîya û me pê dixst hedî roj bi roj newroz hata Kolan û û îro roj gelê Kurd li kolan Agirê Newrozê pêdixê kec û lawê kurd bedene xwe didin ber gula kalû pîr jin û mêr bi destê hev digrin bi hevre agirê Newrozê pîroz dikin. ev tê wê watê kü gelê kurd serxwebuna xwe di xwazê û gelê kurd di xwazê di welatê xwede bi rumet bijî ûhw. Ma gelo ji nuvre gelê kurd wê komküjiya Halpca kü di meha Adara 1988 de cêbü wê ji bîr bikê?... ma qey gelê kürd wê komkujîya li rojavayê kürdistan di 11 û 12 Adarê pêk hat wê cawa ji bîr bikê ma gelê kürd wê cawa lehengên weke Hüseyin sen kü di 22 adara 1978 de serê xwe da û sira xwe neda wê cawa ji bîr bikê û bi hezara komküjî hêrîsh û dijwarîya li ser wî cêbuwîye ji bîr bikê uhw. her ciqas bi pêshde di cê serhildan û berxwedanaên gelê kurd zêde dibin hêdî ew Newroza kü me cend kec û lawên kurd me di nav xwede pîroz dikir îro seranserê kürdistan li vê rojê xwedî derdikevê û îdî gelê Kürd Newrozê ji xwere weke cejnek netewî dibîbinê û bi wê helwestê Piroz dikê. Ez jî bi vî fikr û ramanî Newroza gelê Kurd pîroz dikim di bêjim bashurê Kurdistan Niv serbixwe buwîye hêvîdarim dilshewêtên gelê Kurd Li Bakurê Kurdistan jî derkevin û pêshkêshîya vê lehîya gel bikin. ji ber kü bi rastî li Bakurê Kurdisatanê gele me ji avakira welateki amade buwîye lê mixabin rêvebirîya Bakurê Kurdistan ne ji bo Berjewendîya gelê kurde ew weke Gurê ku Hayarê mihê li xwe kirîye yeko yeko xortê kurd di kujin. Ez di bêjim hêvîdarim hemü hêz Rêkxirav kes û sheqsîyet û Partîyên kurdistan dev ji hesabên xweî bicuk berdin destê hev bigrin yekîtîyek Netewî pêk bînin û tekevin pêshîya vê lehîya gelê Kurd ji bo kü welatê me, ji hindikaîve wekî Bashür azad bibê... BIJÎ YEKÎTÎ Û BIRATÎYA GELÊ KURD BIJÎ KURDISTANEK SER BIXWE DEMOKRATÎK Û YEKGIRTÎ BIJÎ NEWROZ Newroza 2010 li cihan û li gelê kurdistan pîrozbê Azad

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.