Ramyarî

Rojek bi Benazîr Buttoya keça kurd re

Brûsk Reþvan · 28.12.2007 · 2 dîtin

 Eger ez bi vekîrî kurdbûna xwe îlan bikim, wê yekê ê li dijî min bi kar bînin. Ew tişt, ne ji min re feyde tîne, ne ji ji we re. Lê hûn bizanin dilê min tim bi we re yeBrûsk Reşvan di meha Gulana 2002’an de, li gel Murat Bozlak, serokê HADEPê, ji bo tevlîbûna civîna giştî ya Enternasyonala Sosyalîst ew çûbûn bajarê bi nav û deng Kazablankayê ê Fasê, li wir serokwezîra berê ya Pakîstanê, yek ji jinên herî navdar yên cîhane Benazîr Butto hatiye ba wan li gel wan rûniştiye û diyar kiriye ku dayika wê kurd e, ew bi xwe jî keça kurdan e.Em gotara Brûsk Reşvanî ku di 25.5.2006an de di netkurdê çap bûbû lê jêr dîsa çap dikinROJEKA DELAL BI BENAZîR BUTTOYA KEÇA KURDAN REDi meha Gulana 2002’an de, li gel rêzdar Murat Bozlak, serokê HADEPê, ji bo tevlîbûna civîna giştî ya Enternasyonala Sosyalîst em çûbûn bajarê bi nav û deng Kazablankayê li Fasê. Ew civîn ji bo kurdan xwedîya ciyekî taybet bû, çimkî li wê derê HADEP wekî endama Enternasyonala Sosyalîst hatîbû hilbijartin. Bi rastî ji bo şandeya kurd, serfirazîyeka mezin bu ku partîya wan piştî kar û barên salên dirêj gehîştîbû armanca xwe û bûbû endama yek jî girîngtirîn rexistinên cîhanê.    Xencî pejirandina emdamtîya me ya Enterensyonela Sosyalîst, wekî delegasyona kurd, em rastî mizgînîyeka din hatîbûn. Serokwezîra berê ya Pakîstanê, yek ji jinên herî navdar ya cîhane Benazîr Butto ji me re gotîbû ku dayika wê kurd e, ew bi xwe jî keça kurdan e. Gava em li cîyê kombûnê bûn, me dît ji nişkeva gelek rojnamevan, li destê wan kamera xwane bûn. Ew hemî li pey Benazîr Xanim dihatin û li gor gotina wê, Benazîr Butto jî li me digerîya. Gava me ber bi deng mêze kir, me dît Butto li wê derê ye. Bi dîtina wê, bi rastî em gelek ecebmayî bûn. Hat nezîkê me û got “Delegasyona kurd hûn in? Birêz Bozlak bersîv da “erê em in”. Butto vegerand “Ez li we digerîyam. Ku waxtê we heye, kerema xwe em dikanin hinek runên û sohbet bikin?” Me jî go “ser çava, ji bo me bextewarî ye em hevdu nas bikin”.     Murat Bozlak, Brûsk Reşvan û Fayiq Yagiz bi Benazir Buttoyê re li Kazablankayê sohbetê dikin (Gulan 2002)  Paşê em û Benazîr Xanim rûniştin û me dest bi sohbeteka germ kir. Li wê derê Butto got, wek min gava din jî anî ziman, ez jî kurd im. Dîya min kurda Îranê ye, ji bajarê Kermanşahê ye. Dîya min jinekê pir serkeftî û paqil bû, min her tiştê xwe ji dîya xwe girtîye. Dilê min bi mîlletê kurd re ye, ez tekoşîna we ji mêj ve dişopînim. Ji dil bawer dikim ku hûn ê rojekê ji nezîk de bigehîjin azadîya xwe. Em bi gotinên wê yên delal pir şa bûn, serbilind bûn. Paşê me jê pirsî. “madem hûn kurd in, çima bi eşkereyî kurdbûna xwe dîyar nakin. Tiştekî wisa ê bibe moralekî mezin ji bo doza kurdan û her wiha hêzeka mezin bide tekoşîna me.”  Butto xemdar bû, got “ez pir dixwazim lê nikarim. Hûn bi xwe dizanin ez di çi rewşê da me; bavê min hate kuştin, hevjînê (mêrê) min di zîndanê de ye û ez jî li sirgunê dijîm û ji hemîya girîngtir Pakîstan û Tirkîye gelek dostên hev in. Eger ez bi vekîrî kurdbûna xwe îlan bikim, wê yekê ê li dijî min bi kar bînin. Ew tişt, ne ji min re feyde tîne, ne ji ji we re. Lê hûn bizanin dilê min tim bi we re ye”.  Sohbeta me li ser rewşa Pakîstanê, jîyana Butto, partîya wê dom kir çû. Me bi hev re demeka pir xweş borandîbû. Piştî sohbeta germ û dostane, me bi hev re fotografên delal kişand. Ew roj, ji bo me bûbû rojeka taybet û bextewar ku yek jî navdartirîn jinên cîhanê ku xwedîya karîzmayeka gelek mezin e kurd derketîbû, xwestîbû me nas bike û hestên dilê xwe ji me re veke. Em bi nasîna Benazîr Butto û hest û ramanên wê pir serbilind bûbûn û bi du mizginîyên şêrîn ji Kazablankayê vegerîyabûn welatê xwe… reshvan@gmail.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.