ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mala Êzîdiyan · 16.06.2006 · 2 dîtin
Xwûşk û birayên hêja, hevalbendên dilsoz! Bi hezaran sala Kurdên Êzdî li welatê xwe da bin zulm û zorê da bûne. Berê şûrê dagerkir û hukumdaran timê berbi Êzdiyan: ola gelê Kurd ya here kevnar êzdîtyê bûye. Di nav dîroka dûr û dirêj da gund û şên, war û êl, herêmên Êzdiyan yên biçûk û mezin hatine talankirin, wêrankirin, şeweitandin, gelek tiştên wane kevnare pîroz, zîyaret, peykel, nivîsên, sîmvol hatine tunekirin, heta goristanên xasa jî hatine şêlandin. Di nava şevereşa dewranaye xezev da, astengî û zordarya berk, şer û buxdanên neyarên der û hundur nehîştine rastya vê olê jî bigihîje dinyayê. Dibêjin 72 ferman Êzdyan rabûne. Ferman jî çîye? Ferman qirarnivîsa kokbirî, ji holê rakirina miletekî yan civakekêye bi qewl û qanûnê here xezev, here zulm. Ferman GÊNOSÎD E. Êzdi jî bi hêsanî tesmîl nebûne, tim ber xwe dane. Di her şer, pihevçûn yan fermanekê da, bi hezaran evdên Êzdi mal û milk, serê xwe û ewleda dane oxira Êzdîyatyê. Cîşihitî, malwêran bûne, çî warê xwe hîştine, revyane, ketine serê rê û dirbên xerîbya zulm lê dest ji bawarya xwe bernedane. Ji bo êzdîtya xwe xweyîkin dinyayê bela bûne. Dîroka Êzdiyan bi êşê, kul û derdan, bi xûnê hatye nivîsar. Usa, heta vê sedsala dewî.Niha, êdî dewr û qewlê cihanê hatine guhestin. Kes ji bo bawaryê nikare fermanê li wan rake. Êzdî jî karin serbest xweyî bawarî û dîroka xwe derkevin, eyd- erefat, edetê xwe bi eşkere, vekirî, bê tirs û xof pêk bînin, rastya ola xwe bêjin. Her milet, civak şihîdê xwe, cangoryê xwe dilê xwe da, li nav hizkirin û hisên xwe da xweyî dekin, bi navê wan sond duxun, wek ronaya çira li ser rêya xwe geş dihêlin, navê wan zarokê xwe dikin, ku bîra ewleda neçin. Çawa sîmbolên pîroz derheqa wan da kitêb têne nivîsar, kirina wan dikine sitiran, sîneme, peykel û zîyaret, bi navên wan bajar, gund, zanîngeh, heta kûça jî tên navkirin. Rûyê dîroka xezev da Êzdiyan ra li hev nehatye cangoryên xwe, şihîdên xwe, demên dîrokê yên hebûn-nebûnê bi gelenperî bîr bînin, bidine kivşê. Heta niha li nav civaka Êzdiyan da ROJEKE BIRANÎNÊ ji bo CANGORYA jî tune. Lewma jî em we bi dilekî germ dawetî bîranîna cangoryên Êzdiyan dikin. Pirogirama Roja bîranînê gelekî zengîn, cihêreng û hewaskare.
Wê rojê her kes kare xêra xwe û miryê xwe bîne, li wir bide.Emê pir kêfxweş bin ku hûn beşdarî wê çalakyê bibin.Dem/Termin: 22.04.2006, 15.00 UhrCî/Ort: Mala Êzîdiyan - Yezidisches Forum, Eidechsenstr. 19, OldenburgOtostrada/Autobahnabfahrt: Oldenburg-Kreyenbrück
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.