Ramyarî

Roj li Kurdistanê - Fermane Êzîdîyan

Ali Tuku · 03.05.2007 · 2 dîtin

Di nivîsê de gengêsî li ser haziriya fermenkî nû li dijî êzîdiyan –mirovên Sêsims- tê kirin. Ku misilmanên kurd di vî fermanî de bi ser bikevin, rojê li Kurdistanê hilnekeve, dinya kurdan res û tarî bibe. Ez dixwazim li ser haziriya vî fermanî û li ser dîtina çareseriya wî biaxivim. I. Civîna her bilind ya Ola Êzîdatiyê biratî û wekhevîya olan û gelan diparêze! Mîr Tahsin, Civata Rûhanî ya Êzîdxanê li Cihanê tevî Baba Sêx û sêwirdarê civatê di 27. 04.2007 de li hev civiya û di daxuyaniya xwe de kustina keça êzîdî Doayê rûres kir û got: Ev karê hanê li dijî ola êzîddatiyê ye. Di daxuyanîya civînê de, ya li gorî ola êzî jê bilintir tine, dibêje: "Ola Êzîdatiyê, ya ku oleke „Yekxwedayî" ye, zorê û zordariyê sermezar dike. Di pir qewl û nîzayên me yên pîroz de tê ser ziman, ku Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê Wî be û ji mafê Wî be." Civîn kustina 24 mirovên êzîdî di 24.04.2007 de ji terefên kesên serxwaz, mêldarîkar, gelac û armancxirab ve sermezar dike û tîne ser ziman: „Wan ev karker kustin, ji ber ku bi tenê ew êzîdî bûn." Civîna her bilind ya Ola Êzîdatiyê dibêje: Em bangî wekheviyêa fermî dikin, ku vê pirsegirêkê bi rengekî wekhevî û bê dilxwaziya alîyekî çareser bike. Em li dijî wan mirovan radiwestin, yên ku dixwazin biratiya ol û baweriyên Kurdistanê û Îraqê helwesînin." Li gorî dîtina civîna her bilind ya ola êzîdatiyê hin kes dixwazin „di navbera gel û olên wî de ser û birakujî peyda bibe". Civîn di vê baweriyê de ye, ku daxwaza van namerda naçe serî , ji ber ku em êzîdî „mirovên xêrxwaz in, ne serxwaz in. Daxwaziya me jiyana bi astî û biratî li gel gel e. Em hemî wek di Qelw me yên pîroz de dibêjin, xwedêperest in û eynî katê de jî bira ne. Xwedê xêrê li ser me gistan bibarîne û seran ji ser me wergerîne û hemû di xêr û xesîya welat û yekîtiya gel de bimîne." Daxuyanî pîroz û zelal e. Daxuyanî hevdem e û prensîpên demokrasiyê ji xwe re dike bingeh, tê de car din tîne ser ziman, ku êzîdatî û berpirsyarên wê yê her bilind biratiya mirovên ji ol û gelên cûrbicûr dixwazin. Pirsa olan dike pirsa vîjdan mirov ya sexsî. Ew karê dewletê û dîn ji hev û din diqetîne: Layîtîzme (layîklikê) diparêze. Civîna her bilind kustina mirovan, ji kîjan ol û gelan dibe, red dike. "Di pir qewl û nîzayên me yên pîroz de tê ser ziman, ku Jiyan bi destê Xwedê ye û standina rih û can jî dê bi destê Wî be û ji mafê Wî be." II. Gav bi gav haziriya fermanên êzîdiyan Ev resê çendakî ye, ku êzîdî û êzîdatî di rojeva ragihandinâ kurdî (presa kurdî) de ne. Gelek ronakbîrên kurdên misilman dîtinên xwe di çapemeniya nivîskî, devkî û malperên înertnetê de diwesînin. Sedemê vê yekê jî bûyer li Sêxan û ya kustina 24 mirovên êzîdî li Musilê ne. Bi kurtî bûyer çewa bûn? Pêsî mesela li Sêxan: Jinek misilman ji ber zora mêrê xwe direve û xwe davêje bextên du heb mêrên êzîdî, ew wê bi xwe re dibin teslîmi polîsên pêsmerge li Sêxan bikin. Ev mirovên êzîdî jinike bi xwe re dibin û wê datînin cem polîsên pêsmergên li Sêxan. Ji ber ku ev her du kesên jinaka misilman dibin cem polîsan ezîdî ne û polîsên pêsmerge yên li Sêxan jî êzîdî ne, ev yek bi zora misilmanan tê û êrîsê dibin ser dezdehên polîsên pêsmerge û jinikê bi zorê ji wan distînin û wê dikujin. Li gorî ola misilmanetiyê mafê kesên ne misilman (ezîdî, kristiyan, yahudî) tine, ku rabe hikim li kesekî misilman bike; lewma jî wan otorîta polîsên pêsmergên heram Kurdistanê yên li Sêxan bin pê kir, ji ber ku ev mirovên polîsên pêsmerge ji alên olî ve êzîdî ne. Di eynî demêde de diavêjin ser malên êzîdiyan, mala Mîr Tahsim, mîrê êzîdxanê, parastgehen ola êzîdiyan li Sêxan û Dihokê xira dikin. Bi vê jî eskere dikin, ku ew mezinatiya kesekî ezîdî li ser yekî misilman tahmûl nakin, heke zilamê dewletê yên fermî wezîfêkirî be jî. Di seva 26/27. 04.2007 de li Hewlêrê komek ji 40 heya 50 mislmanên hevwelatiyê ji Hewlêrê êrîsê dibin ser otela «Mêrgesor»ê, ya ku 70 karkerên êzîdî tê kar dikin. Dîsa di 28/29. 04.2007 de hin kesên misilman êrîsê dibin ser xwedenavên Zanîngeha Selhadîn li Hewlêrê û xwendevanên êzîdî birîndar dikin. Êzdî ji tirsa canê xwe terka serbajarê Kurdîstana basûr dikin û direvîn Sêxan û Sengalê. Derketina van bûyeran di nava mehekê de ne tesadufî ye, ew li gorî planekî li dijî êzîdiyan amadekîrî dimese. Misilmanên fanatîk di haziriya fermanekî nû de ne li hember êzîdiyan. Ew wan kirnan bi gav bi gav li pey hev plankirî bi kar tînin. Di dîroka fermanên li hember kêmolên din yê çaxê me yên yahudiyan û ermeniyan de jî bi vî siklî destpêkirin. Bûyerek ji bo fermanên wan kirin sedem. Kustina keçeka êzîdî ji sedemê haziriya fermanê êzidîya ye. Heta vêga 72 ferman li êzîdiyan rabûn, ev jî haziriya fermana 73-ay be, ya bi destên kurdên misilmam tenê. Ev heytehol bahane ne, ne bahane bûna, yê li hember serjêkirina jina misilman destpêbikirina. Pêsî ji yahudiyan re gotin, destkujên wan heram e, lewma jî nabe, mirov nanê wan bixwo. Dikanên wan bi sembolên yahudîtiyê hatin kivskirin, ji bo ku kes neçe mal ji wan nekirin. Pirtûk û sembolan olan wan hatin qedexe kirin, wenêzan û nivîskarên wan re karkirin hat qedexe kirin, berhemên wan wek zinekariyê hatin îlan kirin, zilma li hember wan bi sewtandina synagogên (parastgehên yahudiyan yên olî) hat domandin. Tistên almanan anî sere yahudiyan, tirkan jî anî bû serê ermeniyan. Li hember êzîdiyan jî misilmanên fanatîk dixwazin eynî tistî pêk bînin. Dibêjin destkujên êzîdiyan heram e, nabe, mirovê misilman nanê Êzîdiyan bixwo û bi wan re bazirganiyê bike, mesele li bazarên bajarên (Dihok, Hewlêr, Musil ) kes naxwazin xwarin û vexwarinên wan bikire. Xortên êzîdî ji univerîtan tên avîtin, misilman eskere li Sêxan, Hewlêr, li Dihokê êrîsê dibin ser mal û dikanên êzîdiyan, parastgehên wan yên oli dibin hedef. Ew heta vî cesaretî di xwe de dibînin, ku bavêjin ser xêniyê Mîrê Êzîdxanê, ku papst ji bo kristiyanên katolîk çiqas pîroz e, ew jî ji bo êzîdîxanê hewqas pîroz e. Di nava van êrîskaran de endamên paritiyên di desthildara Kurdistana basûr de jî hene. Li Hewlêr li serbajarê Kurdistana basûr, ku tê ewlekariya her bi hêz heye, di 26/27.04.2007 de misilman karin êrîsê bibin ser otela «Mêrgesor» ya ku karkerên Êzîdî lê dimînin, da ku wan serjêbikin. Rojek pistre (28/29. 04.2007) êrîsê dibin ser xwendevanên êzîdî yên Universîteya Selhadîn li Hewlêrê. Li Çemçemalê/Sileymaniyê li dijî êzîdiyan dimesin. Li Kurdistan basûr êzîdî di tengayîkeke mezin de ne. Misilmanên kurd êzîdiyan mecûr dikin, bibêjin vê terora li dijî xwe bi heq bibînin. Di haziriya fermanên li ser ezîdiyan de bi wan mesan, civînan pêk tînin. Heyetekê ji kurdên êzîdî ya ji dixtor, xwendevan û mamoste pêkhatî diçe perlamento cîgirê serokê parlementoyê, Dr. K. Kerkukî ziyaret dike û arzê xwe dixwaze (PUKmedia, 30.04.2007). Di 30.04.2007 de li kempa Sarayayê ku êzîdî lê dimînin, navenda gêncan û çend saziyên êzîdiyanî din mesek li dar xistin û erzên ji misilmanên kurd xwastin (PUKmedia, 01.05.2007). Di 02.05.2007 de li bajarê Renya Komela Yekîtiya Jinên îslam, Tevgera Jinên Îslam û Komelên Jinanan yên din ku oiraniyan wan bi çarsefkirîne, mesiyan. (PUKmedia, 02.05.2007). Li gorî nûçê daxwaza cezakirina kujerên keça êzîdî kirin, lê ji bo kujerên jina misilman ya bû sedemê êrîsa Sêxan tistek negotin. Êzîdî bi vê hêvîyê van çalakiyan dikin, da ku pêsiyê li vî fermanê li dijî xwe bigirin. Ev zincîra êrîsa misîlmanên kurd ya li ser êzîdiyan dide xwîyanî kirin, ku henek hêz vî karî organîze dikin, pistgiriyê ji wan re dikin û ew êzîdiyan bê xwedî û maf dibînin. Ew naxwazin, êzîdatî jî di Kurdistana basûr de bibe oleke wek misilmanetiyê û kristiyanî xwedî maf û bi îmkan. Ev ne ferman be, gelo çi ye? Alîkarê fermanê êzîdiyan kî ne? III. Wezareta karûbarên «olî» sûrê misilmanetiyê li ser olên din ferz dike ! Wezareta karûbarê olî li ser kustina keça êzîdî beyanek da (PUKmedia, 28.04.2007). Di beyanê de wezaret (a) xwe wek berpirsyarê hemu olên li Kurdistanê îlan dike û emir dide olên hevwelatiyên din, (b) tenê ola misilmanetiyê bi fermî dike ola dewleta kurd û (c) wî karî jî bi nav û destûra hikumetê û parlementoyê dike. Daxuyaniya wezareta olî de: «Xelkê Kurdistanê bi razîbûna xwe olê îslamê hilbijartiye. (…) serokatiya gelê kurd jî li ser heman riyê dirêje bi rêzgirtin li olê pîrpza îlamê daye. (…) Wezareta karûbarên olî jî wekû dameziriyek berpirs ji demûdezgehên olî yên herema Kurdistanê. (…) Bo ku fitneyên olî di Herema Kurdistanê de çê nebin, wezareta karûbarên olî ya Hikumeta Herema Kurdistanê daxwaz ji hemu gotarxwînên mizgeftên Herêm û kesayetiyên olî êzdî û mesîhî kiriye ku hewalên aramkirina wê rewsê bidin. » Ev yek di daxûyaniya wezêrata karûbarên olî ya herema Kurdistan de jî tê xuyanî kirin, ku di gotarxwînên mizgeftên misilmanan de fitneya olî tê kirin, lewma jî ew îro pê ve sekinandina wê dixwaze. Daxuyanî yekalî ye û tenê kustina keça êzîdî dibîne û tenê pesinê misilmanetiyê dide û ola misilmanetiyê wek ola dewleta kurd dinirxîne û ola îslamê dike ya «xelkê Kurdistanê». Ew hevwelatiyên êzîdî, kristiyan, alê heq û yên din tûne dibîne. Ev wezaret wezareta ola îslamê ye, ne ya hemî olên li Kurdistanê ye. Ew jî xwe wisa dibîne. Berpirsên olên din di Wezareta Karûbarê Olî de hene? Hinda Wezaretê ev daxuyanî derxist bi berpirsên olên din re sêwîrî, dîtin û erêkirina wan sitand? Bi çi mafî ew emir dide ola êzîdî û ya kiristiyan? Ew sûrê misilmanetîyê kisandiya, li ser olên din -êzîdatiyê û kristaniyê- dihejîne. Û vî sûrî dixwaze bi navê hukmet û dewleta kurd pêk pêkbîne. Sedem çi ye, ku wezareta olî di daxûyaniyek hanê de îhtiyac dibîne bibêje, «Xelkê Kurdistanê bi razîbûna xwe alo îsalmê hilbijartiye.»? Sedemê daxuyaniyê kustina keça êzîdî tê sanîdan. Çima ew sedemê serjêkirina jina mislman jî bi ser ve nake û li hember dernakeve? IV. Ronakbîre kurdên misilman: Pêsî misilman, pasê kurd e Ronabîr, presa kurdî û malperên wan bê deng man li hember kustina jinek misilman ya ku ji ber zora mêrê xwe bi alîkariya du zilamên êzîdî xwe parastibû polîsên pêsmêgên bajarên Sêxan. Êrîsa misilmanên terorîst ya bi bahana vê reva jinan misilman ya ser bajarê Sêrxan, Dohokê, mal û dikanên êzîdiyan, xenîyê Mîr Thasin Beg û xirakirina parastgehên êzîdatiyê yên pîroz bê dengiya xwe didomandin. Wek bûyerek çend kesên nezan kiribe sekinin, nexwastin li ser bisekinin. Wan wezifa xwe ya rojnamevetiyê ya bo welat û mafên mirovan kir bin dest û piya, kumê xwe kisandin ser kuh û çavên xwe. Azadiya rojnamevan û prese nehat bîra wan. Cesaretê medenî ji wan re tenê bêjake di ferhengê de ye. Pistî ku serokê herêma Kurdistana basûr Mesût Barzanî bi nave xwe û yê Serokkomarê Îraqê Celal Telebanî bi Mîr Tahsin, Baba Sêx û berpirsyarên êzîdiyan re civîn li dar xist û di preskonferensê de grinigiya van bûyaran eskere anî ziman û êrîsên terorîstên misilman yên li ser Êzîdiyan rûres kir û gazî hêzê ewlekariyê û dadgehan kir, ku ew wezîfa xwe bi cî bînin. Hingê ronabîr kurdên misilman û presa wan ev bûyer wesandin. Bi vî tavîrê xwe wan cesaret da misilmanên terorîst, ku ew planên xwe yê ji bo hazirkirina fermanekî nû li hember êzîdiyan bidomînin. Pistî kustina keça êzîdî, ronabîrên kurdên misilman bi pêsengiya wezîrê kulturê Felat Kekayî di presa xwe de dest pê kirin li ser mafên jinan û mirov daxuyaniyan bidin. Heya hingê ne diket bîra wan, ku di nava salekê de li gorî daxuyaniyê fermî yê hikumeta Kurdistana basûr tenê di sala 2006 hejamara jin û kêçên misilman, yên xwe dikujin an jî xwe disewtînin, digihîje 600 kesan. Sedemên vê yekê ji bo her kesî re esekere ne! Felat Kakayî gelo ne ronakbîr bîr e an jî bi van bûyeran nabihîse? Ew û ronakbîrên kurdên misilman mafê mirovan tenê di bûyera keçeke êzîdî de dîbînin? Çima wan ev heytehol ji bo jinan misilane serjêkirî nekirin? Ronakbîr û presa kurdên misilman dê ev heytehol bikirina, ku keçek misilman bixwastina êzîdi bibe û ji terefên çend misilmanên nezan ve bihatina kustin? Ronabîr û presa kurdên misilman wisa kirin û firset nedan ronakbîrên kurdên êzîdî, ku ew karîbin li ser pirsegirêkên xwe bisekinin, dîtinên xwe di atmosferek azad û serbest de gengêse bikin. Wan berê gengêsiya li ser fermanê êzîdiyan berovajî kir. Ew naxwazin wezîfa xwe bikin, radibin xwe dikin ciyê êzîdiyan û henek êzîdiyan dikin bin zora manevî, da ku tistên ew dixwazin bibêjin bi êzîdiyan didin gotin. Ronakbîr û presa kurdên misilman ji êzîdiyan dixwaziin, ku ew Ola Êzîdatiyê reforme bikin û bi êzîdiyan re li ser ola wan gengêsê bikin. Ev çavsoriyeke bê serî û binî ye. Ew bi çi mafî karin ji êzîdîyan bixwazin, ku êzîdî ola xwe reforme bikin? Ev yeka ronakbîr û presa kurdên misilman disibe vê yekê: alman ku ji yahudiyan bixwazin ku ew ola xwe biguhezin! An jî tirk bibêjin ermeniya: "Rabin ola xwe li gorî hesabê me biguhêzin!" Mislmanên tirk, ereb an jî ecem vê yekê ji kurdên êzîdî bixwaze, kare were fêhmbikirin, ku armanca wan ji bo çi ye. Daxwaza "ronakbîr û presa kurdên misilman nikare ji terefê êzidîyan ve were fêhmbikin û qebûl bikin, ji ber ku êzîdî naxwazin dev ji êzîdatiya xwe, dev ji kurdîtîya xwe berdin, ew dixwazin destên xwe deynîn ser regên pîroz yê ala rengîn, ya ku di nîvê wan de roja Sêsims heye, ji bo xizmeta xaka welat û mafê gelê xwe ad dixwin Çima ronakbîrên kurdên misilman vi tistî ji êzîdiyan dixwazin? Hemî zaniyar pê zanin, ku zaniyara mirovan ya kongnitif heye. Zaniyariya kongnitif li ser perwerdeya bi salan ya der û dora mirovan ya civakî ye. Pirê caran jî mirov wê nahise, lewma hin pispor jê re dibêjin zaniyara nenas. Ev refleksê ronabîrên kurdên misilman li hember ezîdiyan ji zaniyariyan wan ya kognitif tê. Ew ji bav û kalan ve li ser misilmanetiyê hatine perwerde kirin û ew pêsî wek misilmanekî difikirin, pasê wek kurdekî. Ji bo wan misilmanetî ji kurdîdatiyê giringtir e. Dibe hinek vî tistî bizanin û henek jî bi nezanî dikin. Ferq nake! Ronakbîrên kurdên misilman bi ereb, ecem û tirkan re ketine nava berzandinekê, ka kî ji wan misilmanekî bastir e û zahtir misilmanetî bi pês ve biriye. Beriya çend rojan kevneserokbajarê Diyarbekirê, Mehdî Zana, di pirsegirêka kar û zerarê misilmanetiyê de ji bo kurdan dîtinek rast anî ser ziman, lê ronakbîr û presa kurdan tifa wî di devê wî de ziwa kirin, ew mecbûr ma, dîtinên xwe relative bike. Di parlementoyê Kurdan de kîjan parlementarên kurd destên xwe danîn ser Ala Rengîn û ad xwarin? Ronabîr û presa kurdên misilman hingê li kur bûn? Lê parlementerên kurdên êzîdî destên danîn ser roja zêrîn ya li ser rengên pîroz yên Ala Rengîn, ji bo xaka Kurdistan ad xwarin. Kijan ronabîr an jî rojname cesaret dike binivisîne, ku li ser Qûranê gengêsî çêbibe, da ku hin guhastinên hevdem di Qûranê de çêbibe? Kî dikare cesaretê medenî sanî bide, ku mirovên misilman jî mafên wan heye, dev ji ola misilmanetiyê berde, mesele bibe kristiyan an jî here ser oleke din? Misilmanetî hêja vê qebûl dike? Kî vî tistî bike, qetila wî li gorî Quranê ne helal e? Misilmanek kare li gorî dilê here ser oleke din? Lewma jî daxwaza ronakbîrên kurdên misilman "Bila serbest be, êzîdî û misilman ji hev bizewicin!" yek alî ye. Daxwaza wan vekirî: Bila êzîdî misilman bibin! Çima vê daxwazê ji misilmanên kurd nakin? Firqa misilmanên qilîç û ronakbîra hinge çi ye?. Li wir ez dixwazim demekê ji dîroka kurdîtiyê bidim ber hev û din. Piraniya roanbîrên kurdên misilan di vê baweriyê de ne, ku Selhadînê Eyûbî di dîroka kurdatîyê de sexsiyektekî bilind e û heta wek serokdewlet û serokleskerê Kurdistan didin nasin. Hin jî nikarin xwe fren bikin û dibêjin, ji ber ku Selhadin Eyûbî li hember kristiyanan ser kir û wan ji Qudisê derxist, dinya kristiyanî lewma naxwazin dewleteke kurd ya serbixwe avabibe û ji hinge ve ji me kurdan hêz nakin. Rast e, Selhadin Eyûbî mirovekî mezin yê dîroka misilmanetiyê ye, yê ku tenê bi eslê xwe kurd e û wî ji bo umeta misilmanetiyê ser kir û ne ji bo kurdan. Ew serleskerekî ereban bû li hember kristiyanan. Oriyentalîstên bi nav û deng B. Lewis dibêje::"Selehadînî Eyubî du heb serfkeftinan yên nayên ji bîrkirin hene: Serfketina li hember xaçparêzan û ji nûve avakirina misilmaniya sûnî û avakirina hukumdariya Abasiyan li Misirê." Heya îro jî tu kesî namekê wî, an jî pirtûkeke wî an jî bi alîkariya wî ji bo ziman û çanda kurdî nedîtiye û nebistiye. Sêxadî ji bo ku êzîdiyan (kurdan) ji ber zora misilmanetiyê biparêze, di ola êzîdatiyê de reformekî mezin (Li wir basî an jî xirabiya vî reformî ne pirsa niviskar e.) dest pê kir. Reforman ola êzîdatiyê nêzî olên dinyayî –misilmanî, kristiyanî û yahudîtiyê- kir û êzîdiyên îro hene bi xêra van reforman man. Sêxadî reformên xwe bi zimanê kurdî kir û li gori zanîna heya îro Kitêbî Celwe û Mishefa Res di çaxê wî de hatin afirandin; ew di literatûra kurdî ya nivîskî de nimûnê kevîntirîn in. Di çaxê wî de dibistanên qewalan, yên tê de zarokên êzîdî li ser ola êzîdî bi zimanê kurdî (êzîdî) perwerde dibin, di dawî de dibin qewal (mamostê qewl, diwa û beytên ola êzîdiyan) digihîstin çaxê xwe yên derecan bilind. Kirinên Sêxadî bi naverok û formên xwe ve kurdîti ye. Naveroka wê çi ye? V. Ezîdatî kurdatî ye! Êzîdatî ji bo kurdan ne tenê olek e wek misilmanetiyê û kristiyaniyê, ew dinya felsefekî ya kurdan ya li ser sirovekirina xwezayê ye. Êzîdatî kurdîtî ye! Çewt e, mirov -di serî de jî kurd- li êzîdatîyê tenê wek olekê misilmanetiyê an jî kiristiyaniyê mêze bike; ew xezînake dewlemend e di kutura kurdan de ya ku hêja derê ji bo ronakbîrên kurdan ne hatiye vekirin. Derê xezineya kulturî tam venebûbe jî, lê ev xezîne bi saya nîv mîliyon êzîdiyên ji ber asîmlekirina mislmanetiyê filitî li ber xwe dide û dijî. Êzîdî hemî diwa û qewlên xwe bi zimanê kurdî dibêjin. Zimanê kurdî zimanê êzîdatiyê ye, ew di diwayekê de giringî û parastina zimanê xwe wiha tîne ziman: Xwedê 72 ziman zane, Zimanê her sêrin Zimanê kurdî ye. Di diwayeke din de: Xwedê 1001 navek li xwe kir, Navê her sêrîn navê Xwedê ye. Çend mînakiyên din ji bo êzîdatî, kurdîtiyê: Îro rengên di ramana êzîdatiyê de bi qedir û qîmet in, bi delalîya xwe ala rengîn dixemlînin. (Qewlê basimbar, cejina Tawisi-Melek, Çarsema sor) Sembolê Sêsims, roja zêrîn, di nîvê Ala Rengîn de cî digire û rengên wê delaltir dike, ku êzîdî serê sibeh û ber êvarê beriya roj derê û her ava berê xwe didinê û diwa xwe dikin û gava mirêyê xwe vedisêrin berê wan didin rojê Navên mehan bi kurdî di diwayên êzîdadiyê de Detsana Mîr Mihê -Lawijê Pîrê- bi serê xwe efsanak e Mishefa Res û Kitabî Celwe, yên ku beriya hezar salan bi zimanê kurdî û bi alfabeya kurdî hatine nivîsandin Qelw û diwayên êzîdatiyê yên din Piraniya kurdan bi zorê dev ji êzîdatiya xwe berdan û ji alê fikir, naskirin û sirovekirina li ser dinyayî qels bûn; di warê têkosîna ji bo azadiya welat û xelkê xwe de bê hêz bûn. . Piraniya wan bûn misilman û dinya ereban standin û cihêbûnek mezin di navberan wan û cîranên wan de, yên ku kurd di bin nîrê wan de ne, nema. Her çiqas piraniya kurdan dev ji êzîdatiya xwe berda be jî, lê wek em li jorê di reng û sembolên ala Kurdistanê de û folklara kurdî de dibînin, ku kurd van sembolên xwe yê neteweyî diparêze û dijîne. Ji bo kultura kurdî ya resen ya xweser êzîdatî hewceyî parastineke arinzi ye, ku ew kurdan ji cîranên (ereb, tirk û ecem) cihê dike. Parastina wê pêsî wezifa dewlet û ronabîrên kurd e. Berpirsyariyeke ronabîrên kurd ji bo vê çanda wan heye; ,ji bo ku ew karîbin serbixwe, di dinya kurdî de bifikirin, ew divê êzîdîdatiyê ji nêz ve nasbikin. Rêya serbixwe ya dîmenzîyonê felsefa kurdî ev e! VI. Berpirsyariya dewleta kurd Di pirsekonferensa civîna 16.07.2005 de li Oldenburgê/Almanyayê ya Mîr Tashim bi ronakbîrên êzîdî re, ya ku tê daxwazên êzîdiyan ji hikumeta Îraqê û ji ya Kurdistana basûr hatin eskere kirin, wiha bang li êzîdiyên cihanê kir: «Heke hun bixwazin ola xwe biparêzin, divê hun bi kurdî biaxivin!» Ev daxwazên, yên ku ronakbîrên êzîdiyên li Avrupa, li Kurdistana basûr û bakûr û Sovyeta berê sê (3) heftiyan li pey hev di bin serokatiya Mîr Tahsin de gengêse kirin, qebûl kirin, îro jî derbas dibin. Ev daxwaz ev in: Çespandina diyaneta êzîdiyan bi nav di destûra Îraqê ya daîmî û ya herama Kurdistanê de Nûnerêtiya êzîdiyan li tev encûmenên yasadananê û hemû dam û dezgehên din yên dewletê li gor rêjaya hejmara wan û li hemû astan bête kirin Girêdana deverên êzîdiyan bi ser herêma Kurdisatn ve Perêstgeha Lalis û tev perîggegehên din yên êzîdiyan wek cihên din yên pîroz di îraqê de bên naskirin Peyrew û programên perwerdeyê amêza naskirina kêmtiya dinî (olî) bike Piraniya van daxwazan nehatiyê cî. Tenê saya serokê herêma Kurdistan Mesut Barzanî û Serokkomarê Îraqê Celal Telabanî ola êzîdyan ket destûra Îraqê ya dayîmî. Wekî din tistekî berbiçav ji bo êzîdiyan nehat kirin. Hejmara êzîdiyan nêzî 15% hemwelatiyên herema Kuristana basûr e, hejmaran wan ya dem û dezgehen dewletê de nagihîje 3% jî. Avakirina dibistanan û nexwesxanan tenê sembolîk in. Parezgehên êzîdiyan yên pîroz nayên xwedî kirin, ku mirov wan û mizgeftên nû li herêmê tên avakirin, bide ber hev. Xuya ye, ku wekheviya olan ji alê Hikûmeta Herêma Kurdistan ve yekalî dimese û ev yek di daxuyaniya wezarata olî de jî kivs e. Temsîlciyên olên din, -Êzîdîdatî û Kristiyanî- jî di wezareta karûbarê olî ya herêma Kurdistan de hene?Ji bo asîtiyeke dayîmî û wekheviyeke hemî hevwelatiyên ji olan misilman, kristiyan û êzîdî ne sert e, ku berpirsyarên her sê(3) olan di wezareta oli ya hikumeta herêm de hebe û mafê wan wek hev û serokê wezaretê jî bi dor be? Hikumeta Herêma Kurdistan di daxuyanî xwe de (Hewlêr/30.04.2007) bi tenê kustina keça êzîdî –Duayê- datînê pês û protestoya xwe li ser vê yekê tîne ziman, her çiqas ku bêja êzîdî derbas nebe jî. Ji bo hikumetê kustina jinan misilman, 24 mirovên êzîdî , avîtina misilmanan ya ser Sêxan, Hewlêr, Dihok û xirakirina ciyên pîroz yên êzîdiyan, ne giring in. Ew ne bahsa van êrîsan dike û ne jî wan protesto dike. Ev yek cidiyeta hikumetê ya li ser wekheviya olan dixe xeterê. Êrîs bi hev re bihatina protesto kirin, mirov karîbû pozîtsyonê hukûmetê fêhm bikira. Êrîskarên li ser êzîdiyan dê ji vê daxuyaniyê cesaret bigirin û êrîsên xwe bidomînin. Kesî hikumet li ser êrîsên dijî êzîdiyên li hotêla Mergesor ya li Hewlêr û ya Zanîngeha Selhadinê agahdar nekir? Bi daxuyaniya xwe hikumeta herêmê tavirê wezîrê kulturê Felat Kekayi û wezareta karûbarê olî hev û din teman dikin. Daxuyaniya Polîtburoya KDP (23.04.2007, Nefel) û ya Serkirdayetiya YNK maqul û pîroz in, ew terora li hember êzîdiyan eskere sermezar dikin û parastina wan li hember van êrîsan wek erkekî dewleta kurd û welatparêziyê dibînin. Di wan de wekheviya hevwelatiyên ji olê cihê diparêzin. Daxuyaniya KDP de êrîskarên ser sêxan û ser hevwelatiyên êzîdiyan disibîne yên Enfalan û Helebcê: «Heyamek e hin ji destên res û qirêjgirtî li bajarê Mûsilê û derdorên wê êrîsan li dijî hevwelatiyên kurd û bergehên wan pêktînin û rojane hejmarek kesên bêguneh têne revandin û sehîd kirin. Ev karên li dijî mirovatiyê ne, Ew yên ku heya duhî plan ji bo jiholêrakirina gelê kurd dikir ; yên ku ta duhî prosesa Enfalên res bi rê ve dikir ; yên kîmyabarankirina Helebce û cihên din yên Kurdistanê dikirin. (…) Bi vê yekê jî destê pirqirêj yê terorîstan gihaye hevwelatiyên kurdên êzîdî û di encam de 23 kurdên êzîdî hatin sehîd kirin.» Tistêkî bala mirov dikisîne jî di daxuyaniyan teva de ev e, ku di hemuyan de bêja birayên kristiyan û êzîdî derbas nabe. Çima ji bo misilmanên li Afrîka, yên ecem, tirk û ereb bêja bira tê bir kar anîn, lê ev bêje ji bo hevwelatiyên kurdên êzîdî û kristiyan nayê bi kar anîn? Bedirxaniyan rabûn li êzîdiyan û kristaniyan xist, eynî tist Sêx Ubeydilah û Mîr Mihemed (Mîrê kor yê Soran) jî kirin. Û Xalit Cibranlî –serlesgerê serhildana kurd ya di pêsengiya Sêx Said de- bi tirkan re li birê xwe yên elewiyên kurd li Dersîmê xist. Ev serhildan tev biser neketin. Nivê hevwelatiyên herema Kurdistana basûr êzîdî, kristiyan, ali-heq in. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê vê yekê li ber çav bigire. Dûrayî û nêzîkayîya wê ji bo hemî olên hevwelatiyan wek hev be. Dewletên hevdem û demokratîk firqê naxin nava olên hevwelatiyên xwe. Dewletên ku tenê oleke perçeyek ji yên hevwelatiyên xwe bi fermî bike ola dewletê, riya zilmê û komkujiya li ser hevwelatiyên ji olên din vedike. Û nikare dewleteke netewedewletî (Staatsnation) avabike, ji bo avakirina netewedewletê divê dewlet dewleta hemu hevwelatiyan be, ne tenê dewleta hevwelatiyên olekê (misilman). Êrîsên li ser ola êzîdiyan û pozîtsyonê Hikumeta Herema Kurdistan yek alî ye, ola misilmanetiyê kiriye ola dewletê. Pozîtsyonê hikumetê yê li jor rê ji bo van êrîsan vedike û wê dike bin berpirsyariya haziriya fermanên li ser kurdên êzîdî. Parlementoya Kurdistan dixwaze li ser vê pirsegirêkê bicive û mijulbibe. Hêvî ev e, ku ew rexne li pozîtsyonê hikumetê û wezaretên wê bigire, bi qanûnekî pêsiya neheqiya li dijî olên din –êzîdî, kiristiyan, alê heq- bigire û wekheviya olan bi qanun garantî bike û pêsiya kirinên Wezareta Karûbarê Olî bigire, ya ku polîtîkake ûmmetê (ûlemeyî) dimesîne û vê kirinê dibe sekaniya fitnê di nav hevwelatiyan de. Heya pirsa dewletê û olî ji hev neyê veqetandin, dewlet wekheviya olan di destûr û di jayanê de nemesîne, pêsiya êrîsên li hember kêmolan nayê girtin. Êrîs îro diçe ser êzîdîyan, ew dê sibê here ser kiristiyanan û alî heq. Berpirsyarê vê yekê jî dê dewleta kurd be. Ji bo wekheviya olan û parastina pirolîtiya herêma Kurdistan dewlet berpirsyar e. Pirolî: Kurdistan û çanda kurdî dewlemendtir dike. Ew ji bo bicînanîna demokrasiyê sert e. Tolerans û hevûdin tahmûlkirin di rêya pirdengî, pirolîyê de derbas dibe. Dewleta kurd dê hingê biserbikeve. Ali Tuku, M.A. Li Universîta Sofiya û Köln Felsefe, Germanistik û Slavî xwendiye. Ew di warê felsefê de mafê mastir (Magister Artium) standiye û bi 5 zimanan zane û di gramatîkê 7 zimanan de xwedî zanîne. Ew wek mamostê dersa kurdî û almanî li Almanyayê dixebite. Almanya, 02.05.2007 info@yeziden.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.