Ramyarî

RIKNÊ KOMARA ROMAREŞ JI ÊŞ Û ELEMÊYE!

M. Þerif MÜÞTAK · 29.01.2008 · 2 dîtin

  Demeka dirêje ko sîyasîyên Komara Roma Reş nîqaşa Leçek (Tûrban) ê dikin. Hin temaşevan difikirin ko pirsgirêka Komara Tirk ji Leçeka serserê jinan pêve tiştek dî nema ye. Barbara wa ye, weke şer ketibê nav oldar û ne oldaran. Jib o careserîya Leçekê MHP û AKP lihev kirin, lê weke hêstir bizê û xwê şînbidê….Vê nîqaşa Leçekê ez dîsa birim Cizîra Bota warê bav û kala cihê berxwedanê.Têbîra mi wexta temenê mi piçûkbû heya salên 1969-70 ko wê wextê cil-bergên Kurdî Şalşapik, Şeleme, Cemedanî, Desmal, Şerwal, Leşkerî, Qotîya çixaran, Kîskê Qelûnê û Titina xwemal ko çawa qedexe dikirin, çawa ceza didan û çawa zor zilim li rêwbarvan(rêwî)ên Kurd dikirin û bi peran ceza dikirin…..Di gûndande kesên eskerî kirî gelek kêm hebûn. Kesên bizanîyan xwendin-nivîsandinê bi hijmara Tilîyan bûn kesî zimanê Tirkî nedizanî, Cilbergên wan Kurdîbûn û qedexe bûn, qotî-çixare-perikên wan qedexe bûn. Ko Cendirme (Romî) dihatin werin gûnda ko berî bigihin Gûnd ko şivan-gavanan ew didîtin li gûndîyan dikirin qîr, di gotin "Gûr" hat û herkesî ji xwere bazdidan. ji bo xwe ji destên wan zaliman xilas bikin.Carna Çavdêr(bekçî) bi tenê baznedida. Ko Çendirma yek ji wayên bazdayî digirtin dest lingên wî feleqe dikirin, gelek zilim li wî kesî dikirin. Cilbergên wîyê Kurdî, Kîskê wîyê Qelûnê di qetandin, Qotîya wî dişkandin û Titina wî dirjandin. Piştî gelek zilim dikirin ji nûkave cezayên para li wan dibirîn. Carna gûndî hemû ceza dikirin.…………………………………………………………………………………………………….Sûrha Cizîra Bota dişibê Keştî(Gemî)yekê, xelkên Cizîra Bota dibêjin Sûrha Cizîrê weke "Gemîya Nûh Pêxember" hatîye çêkirin.Di Sûrha Cizîra Bota de 3 derîyên giring hene. Yekemîn Dergehê Torê ye. Çonhatina alîyê rojhilatê cizîrê hemû di wî derire dibû.Diyemîn Dergehê Deştê ye, li milê çepê ye. Herdû Derî dişibin Mecrêfên Keştîyekî. Dergehê deştê di derê Pira deştêde ye û dikevê başûrê-rojavayê Cizîr ê. Rêwîyên alîyê destê, eşîra Elîka, Qamîşlokê Misêbînê…. Û heya Stenbolê mecbûr di wîre dicûndihatin.Wê wextê ava Dîjle li Cizîra Bota difitilî, dibin piradeştê re derbas dibû, diçû Pirabafid. Berbi başûrê Kurdistan ve diçê. Dergehê 3 yemîn Kepîyê Sarayê(Saray burnu) ye. Li ser serdera wî Dergehî Peykerê 2 Şêran heye, dikevê milê rohilat. Di wî dergehîde pireka bi zincîr hebû, diber Bûxçê Mîr alîyê başûr re, diser Şetê Dîjle re derbasî rojhilat dibû. Qûlpek ji Sûrhê çêkirî hebû, zincîr pêve dihat girêdan û rast li pozê Çîyayê Cudî dinêrê. Rêwbarvanên alîyê Bota, Hewêrîyan, Rayetê,….. Bexda û heya bi Basra diser wê Pirêre diçûn û dihatin. Jî bo himetkirina bajêr, êvara zincîra pirê di berdan erdê.  Vêca Asayîş(Inzibat) ji bo tiştên qaçax û cilûbergên Kurdî ko qedexe kirîbûn, di deryên Sûrha Cizîra Botade di sekinîn, ko kîjan rêwbarvan dihatin Cizîrê an derdiketin, ew qontrol dikirin.Heroj bi dehan bi sedan, Şalşapik, Şeleme, Cemedanî, Desmal, Şerwal, Leşkerî, Qotîyên çixaran û Titin digirtin. Di şewitandin, di qetandin û dişkandin. Bi perên wê çaxê bi hezaran Banqûnot ceza dibirîn.Lê nekarîn çareser bikin Cil-Bergên Kurdî bi qedexekirinê ji hale rakin. Vêca bûyer ne tehloka Leçekê ye, rewşa sîyaseta damezrandina Komara Atatürk(Leşker)e ko psîkolojîya sîyaseta wê xirabûwî ye, weke êşazirav e, saxkirin nîn e. Leşkerê Atatürk xwe mîratxwerê Komarê di hesibînê. Bi bawerîya mi dermanê vê yekê ko miho karibê damezrandina dewletê ji nûve di ber çavre derbas bike, an hilweşandina komarê bi xwe ye. Nîqaş pirenge, riknê komarê liser zilmê avakirî ye, ne nîqaşa îro tenêye. Nîqaş ji wexta damezrandina Komara Roma Reş hatî avakirin heya niha berdewam e.Nexweşî di damezrandina Komarêde ye. Komar û rejim ne exlaqî û bi edalet hatine avakirin. Atatürk Komar, sîstem û rejim avakirî ye. Riknê avakirina Komarê û rejimê li ser esasê inkar û tinekirina Kurd û Kurdistan ava bûwe.Di esasê xwede nexweşîya Komarê û rejîmê dagirkerî û inkara gelê Kurd û Kurdistan e… bi serneketina asîmîlekirina gelê Kurd, Komara Roma Reş ketîye êşazirav. Ev nexweşî bi azadkirin û qedexekirina Leçekê çareser nabê.Damezrandina Komarê ko dagirker e, ne bi îrada gelê Kurd e. Di hema wexta damezrandina komara Tirk de 2 peyman çêbûn e. Peymana Sewr û Lozan ê.Herdû peyman jî bi heyîna gelê Kurd û Kurdistan ve girêdayî ne. Peymana Lozanê gelê Kurd û damezrandina dewleta Kurd red dike. Peymana Sewrê ji holê radikê. Atatürk ji bo peymana Lozanê di jîyanêde xwirt bike û peymana sewrê bê tesîr bihêlê, bi hin argûmentên sîyasî yên bêhempa piştgirî dane kirin.1-Şoreşa nivîsê (Yazi devrimî)2-Şoreşa wergirtinê(Şapka devrimi)3-Sîyaseta ûnîter ya yek netewe, yek ziman, yek dewlet, yek Al û yek artêş. Rejim û sîstem 88 salin ji bo serketinê liber xwe didê lê bi serkevê. Bûyera Leçekê jî weke qedexekirina hemû cil-bergên Kurdîn e wê bi sernekevê.Kûçên riknê damezrandina Komarê ji êş û elêmê hatîye danîn. Ew êş û elem inkara gelê Kurd û Kurdistan e. Rastîya pirsgirêkê sîyasî ye. Çareserî di rêya sîyasîre pejirandina hemû mafên neteweyî û dewletbûna gelê Kurd û Kurdistan e. 2008.01.31 M. Şerif MÜŞTAKserif.muestak@gmx.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.