ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 21.10.2008 · 2 dîtin
Rêzdar kekê Celal(İsyan Bakışlı) ,gava ez bitesdûfî rastî vê nêrîna we ya bi navê „ Lı Ser Şopa Êzdıyatıyê „ , ku li ser nasandina kesayetî û kitêba min “Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê“ hatiye nivîsandin û di malpera „http://www.dogubayazit.biz/index.php?topic=2394.msg5129#msg5129“ hatiye weşandin bûm, kêfa min gelekî hat.Dilxweşiya min ya herî mezin ewe ku, naveroka kitêba min “Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê“ bi dilê we buye û hûn dixwazin wê bi xwandevanên kurd, dost û nasên hêja bidine nasandin.Gelek sipas ji bo van hestên we yên berketî û netewî .Hêvîdarim hûn û berpirsyarên malpera www.dogubayazit.biz ê di saxî û armancên xwe de her serkeftî bin.Xemgînî û sersaxî:ez hemû êrîş-kompiloyên roma reş û yên dagirker-terorîstên ku naxwazin maf û azadiya me kurdan pêşbikeve şermezar dikim. Dibêjim bila rahma Xwedê li ser şehîd kekê Ahmet Özhan û hemû şehîdên Kurdistanê be.Silav û hurmet Kemal Tolan / Almaniya 20.10.08
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.