ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PAÞA UZUN · 09.01.2006 · 2 dîtin
Bê mibalaxa kurdperweriya nivsê me di destpikê de bi rengên çep dest pê nake. Sedemên ku nivsê me dike kurdperwer pirrr in, bes di wan sedeman da yên herî girîng hereka Mele Mistefa Barzanî ye. Li Kurdistana basûr serekî girand dom dike. Barzanî li Kurdistanê de dibe sembolek, dibe efsaneyek azadî û serfirazîyê. Hal û hewala hereka Barzanî, ji her alî û bi her babetî digihîje her derî welêt. Di wan salana de radyoya deng û basa Kurdistan li ser pêsweçûyina kurdperwerîyê gelek tesîr dike. Xeber û raporên wê radyoyê, kilam û stranên radyoya Erîvanî ji bo min qederek nû û teze ava dike, jîyana min ê roje pês destpêka xwe ji vir digre, destpêka min ev e. Emrê Ferîd ji min zêtir bû, bah û bîhna azadîyê yê ji Kurdistana basûr derdikeve pêsberî min gihîstiye Ferîd. Dema Ferîd li Anqerê di Fakulta Zireatê de dixwîne, di ruhê wî de pêlên azadî û serfirazî rabûye ser pîya, Ferîd ji xewa kabûs sîyar dibe, xewa mirinê, xewa berbat, xewa bê bext û bê wîcdan bi cil û cawên xwe rûhên Ferîd terk dike. Ji bo Ferîd buharek rengîn destpêdike, Mehmed sixo, Cigerwîn, Aramê Dikran û dengbêjên din bi kilamên xwe Ferîd dilorînin. Ferîd kurdperwerîyê kisf dike, Ferîd kanîya kurdperwerêyê, zimanê kurdî kisf dike. Her dest bi çi dike, bi optimisek û entusiyasmek bê sinor xwe davê nav govendê. Bi zeman re dikeve xarê. Di hefsa Amedê da Ferîd ji alîyên gelek hevalên xwe ve tê hezkirin, bes yên jê hez nakin jî hene. Di wê demê de kî çi dibêje, an kî çi difikire ez nizanim, li ser wê rewsa wan ya hundir lêkolinekê jî hewcî nabînim. Pistî hefsê ez Ferîd jî dibînim, ew insanên ku ji Ferîd hez nakin jî dibînim, heta bi hinekên wan re tikilîyên min jî çê dibe. Kêmasî ez dikarim bi rehetî bibêjim ku, di navbera wan kesan û Ferîd de ferqek mezin hebû. Di hepsa 71 an de Ferîd ji kurdperwerekî çep zêtir, kurdperwer e, di sîîra xwe a Pêsmerge da kurdperweriya xwe nîsan dide, yên wê gavê kurdperwerê çep in, bi çavekî bas li kurdperweriyê nanêrin. Bi ziman û çavên çepê tirk ji wan re dibêjin, evan ”milliyetçî” ne, evana ”milliyetçî yên burjiwazî” ne. Ferîd di hefsê de nakeve nav xebatên perwerde, sûna wê de nivisandina xwe a kurdî bipês dixe, dinivisîne û dixwîne. Li vir divê ez îtirafekê jî bikim. Berî ku Ferîd di nava Kawayê de cî bigre, siir û kurteçîrokên xwe dabû min, ji ber ku ez jî dixwazim kurdî bixwînim û binivisînim. Dîwan Cîxerwîn û nivisên xwe dide min, ez alfabeyek kurdî jî ji xwe re bicî dikim. Her nîvê sevan ez ji xwe ra kurdî hîn dibim. Daxwaza min ewe ku ez jî weke Ferîd bikaribim bixwînim û binivisînim. Ez xwendina kurdî zû hîn dibim, nivisandin pîçek giran diçe, demek sûnda riya min û Ferîd ji hev fediqet e. Nexwesîyên hereka çep me hemûyan digre bin pençên xwe. Em her yek dikevin rexekî, ez ji wî pirr hêrs dibim, bê goman ew jî ji min gelek eciz dibê. Ji min çend caran nivîsên xwe dixwaze, ez dibêjim na. Nivîsên wî li ba min dimînin. Êdî ez dev ji kurdî hînbûyinê ber didim, ji ber ku ya herî girîng ne kurdîye, ê herî girîng, kî çuqasî çep û sosyalîst e. Kes naxwaze tenê kurdperwer û welatperwer be, kes naxwaze xwe nêzî vî navan bike. Ji van du navan herkes baz dide, Divê berî her têstî herkes bibe marqsist û lenînîst û dûra jî bibe kurd. Armanc ev e, ser ev e. Zimanê me hemûyan tirkî ye, weke kewên gozel sibê heta êvarî seqîna me ye. Kurdî hînbûyinê em hewala rojên pês dikin. Herwiha wext û seat temam dibe ez jî dikevim hefsê, kitab û nivisên min, bi nivisên xalo Ferîd ve tev tên vesartin, heta îro jî ez nizanim ku çi serê wan nivîsan hat. Berî ku grubên çep çêbin, têkilîya Necmettîn Buyukkaya û Ferîd pirr bas e. Necmettîn û hevalên wî yên kevn dixwazin partîya dr. Sivan ji nû ve organîze bikin. Ji ber wê yekê Necmettîn dixwaze Ferîd di nava vî kar û barî da cîyê xwe bigre. Bes Ferîd ji pêsveçûyênên der û dora xwe haydar e, têkilîyên wî bi kurdperwerên din re jî heye. Necmettin bi Ferîd re pirr mijûl dibe, her cara ku tên ba hev muneqeseyên kûr û dirêj dikin. Gava em tev derdikevin çîyayê Nemrûd, ji Swiregê heta wir bi hev ra dipeyêvin, ez li pas wan rûnistî me, destpêkê de dixwazim guhdarî bikim, lê belê ji dengê seyara me tistek nagihîje guhên min, bes ew hevpeyvîna xwe dom dikin. Ev têkiliyên wan demak dirêj dom dike, bes netîceyeke nade. Ferîd jî weke me herkesî para xwe ji nexwesîyên çep girtibû. Hevalên wî yên ji DDKD a Anqerê di rexê maoizmê de cîyê xwe girtibûn. Ferîd li gel wan tercîha xwe dike û di rêya xwe da dimese. Ferîd dibêje, ger em dixwazin partîyekî nû û lenînist çêbikin wê gavê divê mirov ji nû ve dest pê bike, em nikarin ser bingeha kevn xanîyekî xwesik û delal ava bikin. Gava Ferîd têkilîyên xwe bi Necmettîn re qut dike, rews û dîtinê wî ev e. Ji min ra jî wisa dibê, dixwaze ez jî, ji der û dora Necmettîn dûr kevim. Ez wî guhdarî nakim, ez di riya xwe de diçim. Têkilîyê min û Ferîd ji bin de qut dibe. Bê carekî tenê ez û ew em hevdû nabînin. Ew carn jî li Wiransarê em rastî hev tên. Ahmet Soken hevalekî me yê soresger e, hevalekî serbilind û xurt, li Erzeromê di uniwersîtê de dixwîne, Erzerom kela fasîstan e, Ulkucî hevalekî birîndar dikin, Ahmed ji bo ziyareta wî hevalî diçe nexwesxanê, Ulkucî wî bi rêde ji pista wî kêr dikin, Ahmed wefat dike, cenaze tê Wiransarê. Li Wiransarê bê hevalên me, Tîkovan û Kawa jî heye, ew jî dixwazin di cenazê Ahmed de besdar bin, hevalên me yên DDKD ê û wan bi sertê ku tu alîyek wê sloganên hember Maoîzmê û Sowyetê bikar neynin li hev tên. Bes hevalên Kawa yê sloganên xwe davên, hevalekî me gava mudaxele dike, Taco yê me ê Swiregê ku ji Kawayê ye, gurmustek li ser devê wî hevalê dixe, devê lêwik di xwînê de dimîne. Gava mes xelas dibe, hevalekî me jî diçe bi Ahmed(Piso) re ser dike. Em ser didin sekinandin, bes hevalên Kawayê êrisî ser me dikin, bêrîka min de kêrek destan heye, ez ji bêrîka xwe derdixim û dixim destê xwe, carekê de dibînim ku Ferîd xwe avitîye pês hevalên xwe û êrisê tîne ser min, wê gavê hemû însanên doralîya me ji ber çavên min wenda dibin, bê Ferîd kesekî nabînim, ez jê re du caran dibêjim berbî min neyê, ezê li te xim, bes ew nasekine, destvala ye û cardin jî bi ser min da tê, ez dikevim tengasîyê, ez ne dixwazim li wî û ne jî li yekî dinê xim. Êdî dinêrim li min çare namîne, ez bê hemd dibêjim, meyê ser min, tu xalê min î, ez naxwazim li te xim, li cîye xwe disekine, ez wisa bawer dikim ku qiseyekî wisa ewê ji devê min derkeve napê, sas û maht dimîne, li cîyê xwe disekine, ez jî li xwe sas dibim, qiseyekî wisa çawa bû ji devê min derket. Hevalên me min pasta diksînin. Gava em digîhîjin Swiregê hevalên min ji bo wê qisa min, min rezîl û riswa dikin. Ez dibêjim min çewtî kir, min efû bikin. Hevalên min, wê gavê min ji dil ef dikin an nakin ez nizanim, bes îro ez hevî dikim ku zarokên ku li ser vî erdî mezin dibin bira tu cara dilê xwe li hev res nekin, bira nebin dijmênên ruh û canê hev. Dema li Hîlvanê dest bi kar dike êdî Ferîd di nava Kawayê de ye. Hem karê xwe dike û hem jî ji semînerekê baz dide semînerekê dinê. Li Amedê bi hevalên me yên Devrimci-Demoqratan re dikeve minaqesê, de wê gavê jî hevalên me weke muxtarê Amedê ne, radibin li Ferîd û hevalên wî dixin, di nava kuçeyên Amedê de bera wan didin. Di wê demê de û hîn niha jî, em demoqrasîyê wisa fam dikin û wisa tetbîq dikin, yên ne ji min, dijminê min e û dijmin divê ji holê rabe, divê cil û cawê xwe bar bike û ji mehela min, ji gundê min û ji bajarê min koç bike. Ger ew koç neke, ceza wî lêdan û kustin e. Zihniyeta me yên demoqrasîyê ev e. Lêdan û tehdît çavên Ferîd natirsîne, diçe Adiyamanê li wir car bi hevalên me re dikevin nav munaqeseyek gur. Nigekî Ferîd li Hîlvanê û nigekî wî li bajarên din e. Hevalên wî yên Kawayê ji enerjîya wi re heyran dibin, ne tenê hevalên wî, yên Ferîd carekê nas dike carekî dinê ji Ferîd dûr nakeve. Di warê sîyasî de giranîya Kawa yê weke DDKD fireh nîne, bes giranîya Ferîd di warê sosyal û civakî de mezin e, têkilî û tesîra wî li ser gundîyan û karkiran zêde ye. Ji bo xwe ez dikarim bibêjim ku ez vê giranîya wî ferq nakim, hebûn û tunebûna wî li rojê pês wê çawa tesir bike û çawa tesir dike ez pirr dûra fam dikim. Dema Ferîd li Hîlvanê dest bikar dikê, li Swiregê hevalên wan zêde tune, grûbek ji TÎKKO vediqete, di nava vê grûbê de Eyyup Surek heye, bes li Swiregê em ji wî re dibêjin Mao Zedung, ji ber ku pirr dixwîne, hemû teorîyên Mao ezbere dizane. Ev hevalana diçin ba Ferîd. Dixwazin têkilîya xwe bi Ferîd re daynin. Hevdû dibînin, bi hev ra dipeyêvin û bi dilxwesî ji wir vediqetin. Ev gruba ewê di rojê pês da bingeha Kawayê li Swiregê fireh û xurt bike. Berî kustina Ferîd ev hevalan ji Kawayê vediqetin, bîr û bawerîya wan bi teorîya sê dinya nemaye, ji wan re dibêjin Kawa Red û yên dimînin dibin Dengê Kawa. Pistî kustina Ferîd Dengê Kawa tenê du hejmarên kovara xwe çap dikin, hejmara yekemîn ji serî heta dawîyê der heqê Ferîd de ye, li ser qapaxa kovarê rismê Ferîd cî digre. Kawa red, bi navê Kawa sê heb kovar derdixin. Hejmara pêsîn di meha Çileyê (1978/12) pêsîn 1978 en de derketîye, meha pistî kustina Ferîd de derdikeve, kelîmeyekê jî bahsa Ferîd nake. Hevalên ku kovarê derdixin ji Ferîd veqetyane, bes Ferîd soresgerekî delal e, guleyên bêbext ne tenê li Ferîd, li me hemûya hatiye barandin, vê rastîyê em zû bi zû fam nakin, gava em fam dikin êdî dereng e. Bê guman ez naxwazim li wan neheqîyê bikim, tewrên wisa di nav hemû grûbên çep de heye, gava soresgerek tê kustin tenê grûba wî lê xwedî derdikeve, grûbên din xwe kor û kerr dikirin. Tayîna Ferîd tê Swiregê, Ferîd û Ruhsar dikevin xanîyê apê Sefo û Ferîd karê xwe li Swiregê dest pêdike, cîyê karê wî li kêleka Sûba Eskerîyê ye. Tayîna Ruhsar hîn derneketîye, rojên wê bi apo Sefo û dakê Kejo ve derbas dibe. Ew rojên ku bi apê Sefo re derbas dibin, di jîyana Ruhsarê de rojên herî xwesik û dilges in. Apê Sefo bi çîrok û meselên xwe yên renganî rojan li pê hev dixemilîne, apê Sefo bi zanetîya xwe her roj paceyekê li ber çavê Ruhsarê vedike, gava Ruhsar ji wê paceyan li dinê dinêre, êdî ji kêfan hisê wê diçe, ew her roj tistekî hîn dibe, her roj tistekî fahm dike. Ev rojan weke xewnên sevan dirêj najo, ne haya Ferîd û ne jî haya Ruhsarê ji rojên pêsin heye, tu kes nizane ku sibê wê çi bibe. Em hemû grûbên kurdperwer, bi zeman re ketine xarê, ji nalên hespên me agir dibare, em tu sanîyekekê li dawîya xwe nanêrin, çavên me hemûya li ser noqteyek pês bel bûye. Divê em berî herkesî xwe bigîhînin wir, riya azadî û serfirazîyê amade û ava bikin. Rojên pês wê ji me re çi astengan bîne û çi neyne ne girîn ge, çi tîne bira bîne, ser seran ser çavan. Em hemû xortên kurdperwer wisa difikirin û wisa dijîn, rewsan ruhên me wisaye. Lê Swiregê hemû grûbên kurdperwer di nav merhaleyek kurt de çêdibin. Destpêkê da navê me hemûyan di nava xelkê da telebe ye, bi xelkê re têkilîyên me yên zêde û fire tune. Munaqeseyên îdeolojîk bi hemû giranîya xwe dom dike. Herî pêsîn kovara Rîzgarî digîhîje Swiregê, li ser tezên kovarê qiyamet radibe, dibêjin, ev millîyetçiyên kurda ne, yanî ew kurdperwer in. Di eslê xwe de ev êrîsa hanê êrîsa çepê tirkan e, ew çepê tirk ku, gava ez vê nivisarê dinivisînim ew ji bo pîrozkirina Peymana Lozanê, li Lozanê dimesin. Herwiha gotina min ewe ku, em, xortên kurdperwer yên li Swiregê gora rewsa cîhanê û rewsa çepê tirka reng û sîyaseta xwe tayin dikin. Grubên ku li Swiregê li ser bingehek wisa ava dibin an jî bûne. Li Swiregê komela Kultur Sevenler heye, wext û zemanê xwe de xwendevan û pêsverûyên Swiregê vê komelê ava dikin, komele ji xortên Swiregê re alîkarîyê dike ku ew mektebê bixwînin. Demakê sûnda kar û barê wê komelê disekine, em kurdperwerên Swiregê îmza berev dikin û komelê dibin kongreyê, di kongreyê de em komelê digrin. Êdî komela Kultur Sewenlerê dikeve destê nivsekî nû, nivsekî ku sibê heta êvarê bêyî azadî û serfirazîyê bahsa tistekî din nake, gelek pêswerû û welatparêzên rojên pês ji vir derbas dibin. Pirr naçe hindik naçe, dîtinên nû, bîr û bawerîyên sîyasi weke gurekî têkeve nav pez, me ji hevdû cihê dike, diperçiqîne, serê me her yekî li alîkî dikeve. Ji hev cihê bûyin zêde muskule nîne, yên ji bo rojên pês dibe miskule, ew bîr û bawerîyên ku me ji hev re dike dujmin, me ji hev ra dike neyar e. Di rojên pêsde em di nav tasek av da qiyametê ra dikin, çav çavan nabîne. Herwiha di 1978 an de sûba DDKD ê li Swiregê ava dibe, Kultur Sevenler dikeve pas, ya li pês cî digre DDKD ye. Xortên Swiregê li pê hev komelên xwe yên demokrat ava dikin. DEV-DER (Devrimci Gençlik Dernegi), KOY-DER (Koylulerle Dayanisma Dernegi), DDKD (Devrimci Demokratik Kultur Dernegi) sûba Swiregê, HALK-DER (Halkla Dayanisma Dernegi), ASK-DER (Anti-Somurgeci Kultur Dernegi), Komela Firneciyan, Komela Însîatçiyan, Komela Karkêrên Asxanan di warê demokrasîyê de cîyê xwe digrin. Divê em Komeleyên mamûr û mamosteyan jî li wan zêde bikin. Swireg di nava du salan de, 77 û 78 an de dibe du perçe, alîyek ez bi tevayî dikarim bibêjim cepha pêswerûyan, cepha din jî ya paswerûyan e. Ew hêzên ku dixwazin dem û dewrana salan bidomînin destên xwe didin hev û li hember cepha pêswerûyan dikevin nava mewzîyên xwe. Li ser pêswerûyan agir dibare, asayis û huzûra Swiregê ji kok ve tê hilwesandin, sêlandin, kustin, fidyexwestin, pîrek û qîz rehîn girtin dibe bûyerên rojane.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.