ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Mehmet AÇIL · 08.05.2008 · 2 dîtin
REXNE KİRİN Û XWEŞDÎTİNGer hinek, di derheqê kes, sazî, partî, komele û hwd. ê ku em jê hez dikin; Ew sazî yê ku em endamê wê/wanin û ew kesê ku em heyranê wanin, ger hinek wan rexne dike û di derheqê wan kes an sazîyan de ku dipeyîvin, bi başî an bi xerabî, anjî qisûr û kêmasî yê wan ku tînin ziman, dinivîsin an ku ji me re dibêjin, em hema nexweşbînî ya xwe nîşan didin û bi tûndî li dij der dikevin!Xweşdîtin li ba me nebûye çand; Ku di civakekê de, dijberî (muxalîfî) û rexnegirî bi xweşbînî nê pêşwazî kirin, nê dîtin û xweşdîtin di nava civakê de nebûbe çandek, ew civak ê paşde bimîne. Ew civak; ji hêla zanyarî, pîşesazî-teknolojî û aborî ve jî pêşve naçin, nûjen û dewlemend nabin. Ji xwe ew civak wê tim mahkûmê paşdemayînê bin. Her wiha di nava wê civakê de aramî pêk nayê û di îdareya Cîhanê de jî qet nabin xwedî gotin.Dewlet anjî civakên dewlemend, ku dewlemendî û aramî ya di nav xwe de pêk hanînin û di îdare-rêvebirî ya Cîhanê de jî xwedî gotinin; ev dewletna bi xêra endustrî, dewlemendî û hêz a xwe xwedî gotinin. Lê bi taybetî bi xêra idareya nûjen Demokrasîyê ye: Ku çandek weke desthilatî-dijberî, lome kirin-xwşbînî, rexne kirin-xwerexnekirin ê û bi xêra serbestî, ramandin, vekolandin, parve kirin û afirînerî bi serketinin. Lê mixabîn ji bilî parvekirinê, ev gotinê ku min li jor rêz kirinin, li vê erdnîgarya me guneh tê dîtin! Gelên rojhilata navîn, gelên Misliman û em gelê Kurd; Ji aramî yê dûr, ji zanyarî, ji teknolojî û ji Demokrasî yê dûrin. Di neçaryê de, di hejarî yê de, di nava nezanî yê de, di nava şer de. Her dem bê aramî, şer û pevçûn... Gelo çima? Ez bawerim sedema herî mezin gelê vê herêmê/erdnîgaryê li alternatifa desthilatî-iktidarê nagerin û kesê kû li vir dibin desthilat-iktidar jî, ji rexneyê re tên girtîn û ji xweşbînî yê dur dikevin. Ya herî trajikomik jî gelê/mîrovên hejar bi xwe rexneya li desthilat-hukûmetê (qaşo hevalbendê wan) ku tê kirin li dij derdikevin û bi hev dikevin. Hukûmet-Desthilat ku çawa be jî; baş an xerab, (ji xwe pirrê wan xerabin) heval bendê wan, mervê wan, dostê wan, rêhevalê wan (qaşo) li dora van Hukûmet/desthilat dibin diwar û vê hukûmetê diparêzin. Binpê kirina mafê kêmjimar-netewê din, ol a din, eşîrên hindik, gelên hejar, qels û her wekîdinan, qet ne xema wane. Heta ku desthilat tê guherîn. Vega!… Vega Desthilat tê guherîn dora ê dina ye!Belkî gelek sedemê din jî henin. Lê belê dixwazim vê bêjim: li Rojhilatanavîn, deshilatî heye lê dijberî an Dijraberî tuneye. Li pirrê welatên rojhilatanavin diktatorî (zordarî) heye û li van welatna kes hewce nabîne ku li hember desthilatê zordest serî rakin û berxwe bidin. Kesê hewce dibînin û dixwazin ew kes jî hindikin lewma jî newêrin û ên wêrek jî tenê nikarin!.. Bawerim em gelê vê erdnîgaryê pirrê wan/me nizanin ku ramanê wan di bin bandora axa, şêx, serok û berjewendiperestan deye. Yani Raman tuneye û em/welatî dûrî ramanek azadin. Baweri ya wan/me eve ku şêx, axa, mele, serok, rêvebir difikirin û li gor metod û li gor dînê îslamê ji wan/me re vedibêjin. Ji ber vê yekê, li rojhilatanavîn ramana serwer eve ku, kes ji gotina vana dernekevin! Û pirrên mirovan/em nizanin ku van kesna li gor berjewendîyên xwe û yê xurta û yê Hukûmetê û yê desthilatan tevdigerin!Li rojhilata navîn Kurd milletê herî kevn û xwedî çande. Lê mixabîn li rojhilatanavîn milleteki ewqas pirr û ne xwedî dewlet! (Ev qisûrek mezine) Dewleta Kurda tuneye, lê belê Partîyên siyasî, komel, sazi-rêxistinên me Kurda heye û wekî me li jor gotibû li vê herêmê/erdnîgarî yê dijberî û xweşbînî tuneye, mixabîn ku di vî warî de milletê Kurd jî di pêşîya milletê din de herî li pêşin.Ji me Kurda re êdî guherîn hewceye. Ji me re rexne hewceye, xweşbînî hewceye. Ji ber ku dewleta me jî tuneye. Pêwîste ku beşên civaka me xwe bigihînin hev, ber bi hev werin. Em di bin dagirîya sê milletan û çar dewletan de dijîn. Yekîti, xweşdîtin, rexneya erênî ji me re hewceye. Ev guherîn ji şoreşgeran-sosyalistan, ji demokratan, ji oldaran û ji her beşên civaka Kurd re pêwîste. Lê mixabîn Em ji hev xeyidî, durî hev, ta neyartî ya hev jî dikin; Sosyalist oldaran nezan dibîne. Oldar Sosyalista bi xwedê nenasîyê tawanbar dikin. Demokrat, sosyalista bi şerxawaz yê tawanbar dikin. Sosyalist, demokrata bi nokeryê tawanbar dikin… Partî yên sîyasî, komele, sazî û ê din, ger li hember hev piçekî bi xweşbînî tev bigerin, ne heqareta, lê rexneya li hev bikin û rexne jî bi xweşbînî bê pêşwazî kirin.Kes, şexsiyet, serok, pêşeng, lîder û her beşên civaka Kurd ger bi xweşbînî berbi hev werin ez bawerim serkeftin ne dûre! Guherîn, rexne kirin, xweşdîtin û serkeftin! 05.05.2008Mehmet AÇILmehmetacil@windowslive.com
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.