Ramyarî

Rewşa Weşangerîya Bakurê Kurdistanê..*

Ehmed ONAL · 18.01.2007 · 2 dîtin

  Birêzan! Hûn Bi Xêr û Xweşî Hatine 10’emin Mihrîcana Gelawêj ya neteweyî û rewşenbîrîya Kurd! Ji bo beşdarvanên Mihrîcana Gelawêjê re xêrhatînan dixwazim..Bi taybetî;Ez silavên dilsoz li jîna dilpak û Kurdistanî; Hêro Xan dikim..Ez silavên dilgermî li Xeco Xan dikim ku serbilindîya me û jinên bakurê Kurdîstanê ye.Ez silavên ji can li Serokkomarê Dewleta Federal Mam Celal Talabanî dikim.Ez silavên dilsozî û dilpakî li Serokê Herêma Kurdistanê Kak Mesûd Barzanî dikim…Ez silavên ji hesreta Kurdistana mezin li Serokvezîrê Hukumeta Kurdistanê Kek Nêçîrvan Barzanî, cihgirê wî Kek Omer Fetah, Wezirê Rewşenbîrîyê Kek Felaketîn Kakayî, hemû wezaretan û berpirsyarê dewleta herêma kurdistanê dikim…Ez silavên germîn li Kek Mela Bextîyar û hemû rêvebirên dezgehên Kurdistanî dikim ku em li vê cejn û mihrîcana rewşenbîrîyê ya Gelawêjê komkirin e.Ez li ber gelên tekoşer yên seranserên Kurdistanê û heta cîhanê bi dilsozî hurmet û xizmetkarîya xwe dîyarde dikim. Serê xwe li ber vê xebata wan ditewînim. Bi taybetî jî li ber şehîd û gazîyê Kurdistanê re…Nika jî dixwazim li ser “Weşangerî ya Bakurê Kurdistanêçend ditînên xwe pêşkêşî we kurd û guhdarên dilsoz bikim;Gotinek pêşîyan heye dibêje; “Pirs diçe lê nivis dimîne!”Disan feylezofê qedim yê Çînê Konfûçyus dibêje “Hun çiqasî jî tarîtîyê re dijînîyan bikin jî tarîtî naçe. Lê dema ku hûn mumekî vêbixînin ev taritîyê qasî hêza mûmêkî diqelêşîne..”Her kîtêbek, an berhemek kurdî mumeke ku ev vê tarîtîya ku kurd kirine nav, dikelêşîne.. Ji bo wê jî divê her kurdek bila bê mum nemîne, ango bê nivîs, xwendin, behrem û kîtêb nemîne. Gelo ji desthilatdarîya tirkan vir ve ev qedexekirina berhemên kurdî bi mane nîn e?Nika jî çiqasî bi mane ye, qasî ku ez dizanim bi kurtî li we agahi bikim…Weşangerî bi perwerdeyîyê, bi azadî û pêşveçûyîna civakê, bi rewşenbîrîya akademik, bi karanîna teknîk, bi zimaneki standard, bi civaka bajarvanî û têgihîştina standard û istiqrara aborî û hwd. ve girêdayî ye…Weşangerî bi miletekî hîşyar û zimaneke ku di sîyasetê de çiqasî tê bi karanîn ve jî grêdayî ye.Dema ku em dinêrin van şert û mercan; zimanê kurdî di bakurê kurdistanê de zimanekî şkestî ye. Ev şikestî ji sîyaseta serdest ya nijadperestîya tirkî ve girêdayî ye..Çawa ku Mamosta Malmisanij jî di gotara xwe de dîyarde kir; zimaneki perwerdeyîyê ji xwendina seretayî bigre heta ya akademik bi wî zimanî ango kurdî qedexe ye.Rewşenbîrên wî bi her avayî di bin êşkence, zindan, koçberî, revî, kovî, qaçaxî jîya ye. Heta di nav salên 1990î de 3,500 kes weke rewşenbîrên Kurd bê çek û bê parastin li bakurê kurdistanê revandin birin bê dad û bê insafî dan ber bêrikan, kuştin û avêtin serê rêyan û binê piran weke Vedat Aydınî, Musa Anterî, Sabrî Kızılkanî û yên dîtir.Îro di bakurî Kurdistanê de mirov nikare ku bibêje aborîya bezarganî an jî çandinî ma ye. Na nemaye. Kurd her ji sedema abori, ji ber zilm û zora dewletê revîyane, xwe sipartine li bajarên metropolên tirkan cîh û war bûne. Di nav du sê jenerasyonan de helîyane bûne kurdetirk… Di nava 20 salan de hêjmara Kurdên Kurdî axêvan ji % 75-80 daketîye % 30-40î…Li bakurê Kurdistanê ev asîmilasyon, bi desthilatdarîya nijadperestên tirk bi plan û projeyek zanyarî hatîye meşandin e. Helandina zimanê kurdî qasî ku ev zexta dane ser kurdî û kurda disan jî ku heya îro ev qasî xwe parastîye belko serkeftineke mezin e.Di salên 1920-30î de Mir Celadet bedirxan işaret dike ku îro di nav zimanan de şerekî dijwar destpêkirîyê. Divê her kurdeke dilsoz dest jî zimanê xwe bernede û biparêze. Ku wa nebe ev tehlîke heye ku li bakurê kurdistanê zimanê kurdî dê têkhere, bihele û nemîn e… Îro ev asimilasyon û otoasîmîlasyona ku di ser zimanê kurdî de bikar tê û tînin ji her demî dijwartir e. Bo ku di bakurê kurdistanê de zimanê Kurdi nabe zimanê zarokên kurda. Zarokên kurda îro li hember telewizyon û di şevberikan de tirkî diaxfên, temaşe dikin û bi kurdî ne, lê bi tirkî henek û şadîyên xwe dikin.. Ev ji binve malkambaxîya kurda, kurdî û kurdewarîyê ye…Ev proje ya tirk ku ser kurdan û minotorîyên dîtir ve anîne, bi çi avayi gihişte vê mecra helandina zimanê kurdî û yên dîtîr?:Di sala 1839an de di sîstema Osmanî de Fermana Tanzimatê destpêkir. Devleta ademî bervi navendîyetî(merkezi ) ve bû û çû. We demê tirk her çıqasî ji alîyê çand û idarî ve xwedîyê desthilatdarîyêbin jî, lê jî alîyê aborî û têkilîyen derve yên bezirganî ve desthilatdar nebûn. Her çiqasî ku bi hişmendîya tirkayetîyê agahdarbûn tundî wan bûn. Tundî emir û emaretên kurdistanêbûn. Her çiqas ku sengerên xwe yên ku ji mêj ve dagirkirîbûn li rojavaya Ewrope, di sedsala 19 de wendakirin ev zexta xwe li ser gelên rojavayîya Osmanî herî diçûn zêdetir giran û dijwartirin dikirin. Bi vê rewşê Emareta Soran, Baban, Botan, Heqarî û Miksê ji holê rakirin. Ev şerê di navbera dewleta Osmanî û emaret - eşîretê kurdan de qewimîn ji wê sedema rakirin û wendakirina sistema otonamî ya emaret û eşîrên kurda bû.Dema ku dewleta Osmanî xwe gihan de salên 1900î êdî emaret nemabû. Bes eşirtî di nav kurdan de bi hêz bû. Miletên ku di bin desthilatdarîya Osmanîde bû, dest avetibû çek û cîhê Osmanî li rojhilata Ewrupayê her diçû teng dikirin.Di van salan de rewşenbirên Osmanî yên ku li Ewrupayê xwendî bû rekxirawek bi navê İttehat û Terakî (İT) sazkiribû. Berê armanca rêkxirawa İT ev bû ku ruxandin û têkçûna Osmanî li ser esasa pirçandî ya miletên Osmanî biparêz e. Lê şerê li erdnîgarîya rojhilata Ewrupa û berzbûna edebîyat û berhemên tirkayetî yên ku Şemsetin Sami, Omer Seyfettin, Namıq Kemal û hwd. diafirandin hestên neteweyatîya tirk di nava rewşenbirên tirk de berz dikirin. Heman demê de ev tesir li rêveberî û efserê dewleta Osmanî jî dikirin. Her diçû bervî nasyonalizma tirk ve dibûn…Dema ku hate sala 1908ê Jon –Tirk bûn desthilatdarê dewleta Osmanî. Di sala 1909an de bi daxwaza Talat Paşa, Enver Paşa û Cemal Paşa; li Selanîkê civinek neaşkereyî di nava nasyonalistê Tirk yên İTê de bikar dixînin…Kifşe dibe ku ev nasyonalistên tirk bi amadeyî beşdarî vê civînê dibin. Di civînê de hersê doxtorên meşhûr yê İTê weke Dr. Zîya Gokalp, Dr. Bahattin Şakîr, Dr. Nazim bi hevre raportekî pêşkeşî civînê dikin ku; “Tirk dê çawa bibin milet ango netewe?” û tê de dîyar kiribû ku “Divê ji bona ku tirk bikaribin bibin milet;

  1. Ev Rum ên ku aborîya bezirganîyê bi esasî di destê wan de ye divê ev ji nav Osmanîyan koçber bibin..
  2. Ev Ermenên ku ji alîyê zana’ed û hûnerê ve bi pêş ketine, aborîya bezirganîyê jî ji % 10 di deste wan de ye, û ihtimaleke ku sibe meşa meya bervî Turanê di navbera me û Turanê de rêbirîyê bikin, divê ji holê rabe.
  3. Ev Kurdên ku ji mêj ve di Mezobotamyayê de bi cîh bûne û xwedî nûfusek mezin in, di demek nêzik de ne mimkune ku koçber bibe. Lê divê di demekî dirêj de di nav tebaya tirk de behemehal bê helandin, ango asimilekirin..
  4. Ev Elewî ango kizilbaş divê em wana hêdî hêdî têkin misilman, ku xerca me li ser şert û safitîya Tirkayeti û misilmantîyê berz bibe…

Li ser vê projeyê ji dewleta Osmanî heya Turanê divê em ji xwe re bikin wetan."Ser vê plana esasî û bi şêwirmendî û alîkarîya dewleta Germanî; di sala 1913yî de Rum koçberkirin, di sala 1915yî de Ermenî qir û komkûj kirin, Ji sala 1924an virvetir tedip, qirkirin û asîmilasyona kurdan, qedexekirina zimanê Kurdî heya roja îroyîn berdewam e. Bi taybetî tedib û komkujîya Dêrsimê dijayetîya Elewî û kurdewarîyê ye ku gelekî Elewî hîn jî veke ku xwe vêşêrin dibêjin “em esil misilman in” lê hiç şertekî misilmanan bi nav jîyana xwe ve nakin. Bes disan jî gelek Elewî jî ji tirsan, di nav misilmanan de helîyane û bi ser şopa misilmanan ketin e…Ango em dibînin, ev projeya dewletê ya ku îro tirk di tirkîyê de bi kar tînin, weke nasyonalizma tirk bi esasî eynî proje û plan e ku dixwazin bibin serî û serleftibixînin!…Di wan salên ku tirk; zêdetirin ji koç û komkûjîya Rum û Ermenîyan re mijul dibûn, di vê navberê de rewşenbîrên Kurd yên li Stenbolê weke kovara Jîn, Kurdîstan û çend berhemên dîtir weşandin. Gor hişyarbûna miletan ya serê sedsalîya 20î hestên rewşenbîrîya kurd geleki lewazî bû.Weşangerîya kurd ne bi profesyonelî, lê bi reaksîyona dijî vê sîyaseta nasyonalîst ku bi esasî nîjadperest e ya Tirk xwe afirandî ye.Di sala 1925an virvetir, ango paş bizava Kurd ya 1925an, bi desthilatdarîya Kemalistan qanûna “Taqrîrî Sukun” deng û sewta çapemenî û weşangerî ya apozîsyon li Tirkîyayê derbe lê dan, qutkirin û em dikarin bibêjin hema hema ji holê rakirin û nehiştin.Tê zanîn ku dewleta Tirkîyayê dema ku hat damezrandin;Qanuna xwe ya bingehîn ya aborî ji Almanyayê stend. Ango ya bi destê dewletê û bi pişgirîya dewletê pêşvebirina aborîya kapitalizmê ya dewletê û çineyatîya burjuva çê bike. Ev srmaye jî ji talana mal mulk û sermayeyê Rum û ermenîyan bi dest xistî bû. Li ser wê aborîya xwe Malîye ya xwe saz kirin..Qanuna xwe ya bingehîn ya idarî ji Fransayê stendin da kul i ser “Uniter” sazbû ye. Ango ev qanûn rê li ademî merkezîya cûre bi cûre gelan digire. Yek al, yek ziman, yek welat li ser wê esasê hatîye damezrandin.Qanuna xwe ya bingehîn ya medenî ji Swisre ya wê dema sedsala 20î stendî ye.Qanuna xwe ya bingehîn ya huquq û cezayê ji İtalya ya dema Faşist Musolînî stendî ye…Ev qanûn gor şert û mercên nîjadperestîya xwe sererast kirîye. Li gelê Tirakyayê, Anatolyayê û Kurdistanê barkirî ye..Ji salên 1920î heya salên 1940î li Kurdistanê jenosîdek fîziki pêk hat. Ji Qoçgirîyê heya Botanê cûre bi cûre deman û di cûre bi cûre dewer û herêman de kuç li ser kuç nehiştin. Tundî her dewerî Kurdistanê kirin. Gelê Kurd û yên dîtir perçiqandin, bi hev xistin û dîl girtin.Tirsek tund daxistin mejû û dilê gelê Kurdistanê. Di demek dirêj de deng ji çapemenî û weşangerîya Kurd derneket.Xebatên ku li bin xetê ango Kurdaistana rojavayî başur weke kovara Hawar û yên dîtir derdiketin ji alîyê belavbûnê de gelekî teng diman û nedigîhîştin seranserên Kurdistanê.Xebat û berhemên ku li Sovyeta berê derdiketin nedigîhiştin Kurdistana Bakur û Kurdên li tirkîyeyê.Di salê dawîya 1950yî bi dengek nizm ji alîyên hinek kurdên rwşenbîr yê weke Musa Anter, Said elçî, Dr. Said Kiziltoprak, Zîya Şerefhanoxlu û yên dîtir ji tesira bizava Kurd ya başur, ji suud girtin û pirsa kurd weke “pirsa rojhşlata Tirkîyayê, ku ji alîyê aborî ve şunve maye û divê dewlet bi şîdeta cendirme, sixwir û qamçulcîyan bac kom neke, dibistan, kanî û rêyên navçe û gundan çEbike. Bila bi şêweyek humanîter ji gelê kurd re têkildar be…” di çarçoveya pêşnîyarîyê de dewleta tirk rexne dikirin.Ev dengên nizm roj bi roj ji alîyê kurdewarîyê de berz dibûn û di nav xwendekar û xwendevanên kurd de bi pêş diketin.Di heman demê de bi navê” Dijle û Firat”ê rojname, bi navê Deng jî kovar çapkirin. Di heman demê de Musa anter, Dr. Said Kiziltoprak û çend rewşenbîrên Kurd di derheqa rewşa Kurdan de makale dinivisandin. Lêb i serê xwe heyanî salên 19970yî weke weşanxaneya Kurdi li bakurê Kurdistanê hiç sazîyek mecal nebû ku saz bibe.Di sala 1970yî de Mem û Zîna ehmedê Xanî, bi wergera Seyda Mehmed Emin Bozaslan ji Farisi wergêrande zimanê kurdi û ji alîyê weşanxaneya hasat ve hate çapkirinî. Lê ev weşanxane weke weşanxaneyekî Kurd nedihatin nirxandin û rastî jî ev weşanxane ne weşanxaneki kurda bû…Paş cunta ku 12yê adara 1971î weke balyoz daxistibû serê rewşenbîr şoreş û hişyarîya kurdewarîyê ku di zangoyan de hîna nûh nûh belav dibûn lê dabûn û dîl girtîbûn. Paş sala 1974a ku efûyek giştî ya berfireh ilan kirin, weke weşanxaneyên li ser pirsa kurd ku zêdetirin jî bi tirkî kitêban çapbikin sazî hatin damezrandin. Weşanxaneya Komal, Kawa, Deng, Özgürlük Yolu, Koral û hwd. wê demê ve dest bi weşanê kirin. Ev weşanxane jî bi esasî ne fermî bûn. Belko mirov bibêje niv fermî bûn!Lê paş 4-5 salan de Cûnta faşist ya 1980^yi desthilatdari kir û bi darbeya xwe hemû belav belavî kir. Hemu berpirsîyar û nivîskarên wan sazîyan bi esasî dîl girtin (belko çend kesan mecal dîtin revîyan devre U bûn penaber) û cezayê giran lê barkirin.Di dema nêzik ya ji sala 1990î virvetir, weşanxaneyên herî bi balkêşî weşangerîya Kurdî ku ji xwe re kirine kar û weke mesleg dane ber xwe evin:Weşanxane ya Medya Gûneşîû Çarçıra, Weşanxane ya Deng, Weşanxane ya Koral, Weşanxane ya Doz, Weşanxane ya Med, Zêl, Nûjen û Pêrî, Weşanxane ya Avesta, Weşanxane yaSî, Elma, û Do, Weşanxane ya Lis, Belkî, Aram, Melsa, Tewn, Berçem, Weşanxane ya enstîtuya Kurdî ya stenbolê, Weşanxane ya Vatê, Nibûhar û hwd.Tabî îro sîyaseta tirk ya nijadperest û dirênde ku bi tundî dijî netewe û aqelatîyan bi taybetî jî dijî Rum, ermenî, kurd û nemislimanan ku pêk hatîye bi esasî nehatîye guhertinî.Ji sala 1987virvetir ku peymana mafên mirovan ya ku di navbera Yekitîya Ewrope û Tirkîyê de hatîye pejirandin û imzekirinî, ji wê virvetir hinek gavên nerm ji alîyê Tirkîyê ve hatine avêtin. Tesîra bizava kurd cesaretek afirandîye û civak rakirîye serpêya, gor wê jîg elek rewşenbîrên kurda û mirovhez bi aşkerayî li pirsa kurd û kurdîstanê derdikevin. Li ser vê rewşê her çiqas cezayên heps û pere, êşkence û kuştinên nemirovane dijî rewşenbir, weşanger, sîyasetmedar û bi tevayî gelê kurd hatîyê bikaranîn jî, lê wan bi fedekarane û bi rik ev karê weşangerî û kurdperwerîyê berdewam kirine û dikin.Di vê navberê de gelek weşanger jî ji tavanbarîya dewleta tirk mecbûr mane ku derkevin devreyî tirkîyeyê û li ewropa, li kurdistana başur an jî li welat, parçe û ciheke dî xwe biparêzin ji kuştin, zindan û hwd.Bes ji weşanxaneya Deng, Doz, Med, Koral, Komal, Zêl, Nûjen, Medya Guneşî, Aram, û yên dîtîr gelek berpirsîyar, editor, heya nivîskar mecbur mane ku derkevin devreyî tirkîyeyê û kurdiastana bakur.Vê jî profesyoneliteya weşangerîya kurdî li bakurê kurdîstanê nizm kirî ye.Îro disan li ser weşangerîya bakurê kurdistanê û tirkîyê ku ji pirsa kurd û kurdistanê ve mijûl e zextîyek mezin yê dewleta dijî huquqê ya devleta tirk heye…Heya nûha di derheqa min de 27 doz hatine vekirinî,Heya nûha di derheqa weşanxaneya Aram de 26 doz hatine vekirinî, Di derheqa Weşanxaneya Avesta, Komal, Doz, Deng, Tevn, û yên dîtir de jî bi dehan doz hatine vekirin. Bi wan dozan, dema me li ber derîyê mehkeman, di zindan û tehdita pisikolojik, bi cezayê pere û yên dîtir bi ser me ve hatîye, dewletê nehîştîye ku em li ser plan û projeyên weşangerîyê kur bibin û wê di pêşve bibin…Qanûna Cezayê ya Tirk de taqrîben 300 xal hene ku rê li azadîya ramanê bitsîne û dijî weşanên kurd pêk bîne. Heya nûha min taqrîben 10 hezar dolar ceza weke pere daye dewleta tirk.. Paş ev qasî pere dayînê edî cezayê hepsê wernagerînin pere. Di demekî nêzik de ji kitêbekê niviskara Evîn Çîçek Xan ku ji penaberekî re roportaj kirîye; daku tê de dewlet rexne heye 15 mehe cezayê hepsê dane min. Sebeba ev ceza wernegerandine pere avha şirove kirine; “ Ehmed ONAL heqareta dijî dewletê ji xwe re kirîye kareke sereke û meslek, ji bo wê jî mecal nemaye ku cezayên wî bêne texîrkirin an jî wergere pere… Belko cezayê zindanê bi tesir be ku ev dijî dewletê dev ji haqeratan berde.. hw.”Ev zext û rewşa ku weşangerîya kurdî ketîyê nahêle ku weşangerîya kurdî profesyonal bibe, daku weke sazîyek sektor û bi istiqrar kar bike. Ji wan weşanxane, çapemenî, kitêbxaneyên ku şirketên hevpar yên ku ji alîyê dewleta nîjadperest ve têne parastin û finansekirinî, yên ku raste rast ji alîyê banka û wezaret û universîteyan ve têne destekkirinî re weşanên kurdî nikare ku reqabet bike û xwe bigîhîne potansîyela xwe ya kurd.Ji bo ku weşangerîya kurdî bi ser bikeve divê xebatek bi tecrûbe û bi plan, proje û xwedî bername divê. Divê ji alîyê nivîskar heya xwendevanî divê ji vê ataletê xwe rizgar bike. Divê li kurdistanê weşangerîya universîte, wezaret, sektor û şexsi sererastbe û gor wê dewleta kerêma kurdistanê qanûneki derxine… Divê ji alîyê hemu weşangeran ve weke peryodik bi pêşevanîya wezareta rewşenbîrîyê konferans, civîn û sazîyê kurdîstanî saz bibin. Divê em 40 milyon kurd ji tiraja kitêbên 500, 1.000, 1.500î ku ev kitêb jî zêdetirîn di depo û ber lingan de dimînin û belavbelavî dibin. Ev jî Tê wê maneyê ku ji 4.000 kesî yek kesek jî daku her kitêbekî kurdî bixwîne nîn e. Divê em dest bidin hev û xwe ji vê malkambaxîyê rizgarbikin û bibin neteweyek xwendevan, xwendekar û zanyar. Divê em dê bi çi avayî dibe bila bibe xwe ji vê nezanî û trajedîya nezanîyê bifelatîn in.Divê ku em pêşevanîyê ji demokrasîyê re bikin, çanda kurdên resen yê êzidîyan, ciranên xeyê qedim Asurî, Ermenî, tirkmenî û yên dîtir di bin mesulîyeta dewleta heremê kurdistanê de biparêzin û pêşvbe bibin. Divê em weşangerîya kurdî ji vê asta teng derêxînin û bi nirxên kurdîstanî bigîhînin asta navnetewî, ango enternasyonal û çanda kurd ji hemu cihanê re bidin nasîn…Êdî divê çi weşangerî, çi sîyaset û çi karekî di dibe bila bibe tevî akademîyê bi pêş bikeve. Ji bona rojên ku em vê reşetarîya ku dane pêş neteweya me û weşangerîya kurdî û kurdîstana me divê em hema biqelêşînin, bila mihricana Gelawêjê ji mere bibe pêngav û sebebek ku em hemû kurd ji bo rojên ronî xwe bigîhînin hev, xwe bigîhînin kurdistana xwe ya mezin, kurdistana serbixwe, demokrat û yekgirtî..Bila silavên dilsozî li hemû kurdistanîyan be. Bila silavên germin li ve be. Zor zor sipas ji we hemuyan re. Hemû katên we xweş be… …..* Gotara xwedî û editorê Weşanên Pêrî Ehmed Onal ya ku di 25.11.2006an de li Silêmanîyê di Mihrîcana Gelawêjê de pêşkêş kirî.bû…

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.