Ramyarî

Rêvebirê Dezgeha Wişe S.Ezîz: Em Parlamenteke Zindî Duxwazin

Newzad Ezîz Mehmûd · 09.05.2009 · 2 dîtin

Rêvebirê Dezgeha Wişe S.Ezîz: Em Parlamenteke Zindî Duxwazin

Silêmanî - Rêvebirê Dezgeha Wişe Salar Ezîz got wan li piraniya bajar û bajarokan amadekarêya propagandaya hilbijartinê qedandine: ‘’Em kar ji bo çêkirina parlamenekî zindî dikin, ne girtina desthilatê.’’ Rûdaw di derbarê amadekariya hilbijartinan ya Lîsteya Goran ku jî alî Dezgeha Wûşe û Noşîrwan Mistefa tê birêvebirin de, de bi Salar Ezîz re roportajekî pêk anî.  Rûdaw: Hûnê li hemû bajaran propagandaya hilbijartinê bikin? Salar Ezîz: Madem tu bi lîsteyeke cuda beşdar dibî, divê li hemû cîhekî komîte û binkeyên te yên hilbijartinê hebin. Niha me kariye wê sîstemê cîbicîh bikin û li piraniya bajaran jî me xwe amade kiriye. Rûdaw: Xelk dibêjin, ’heta niha tu postekî îdarî yê Noşîrwan Mistefa nebûye heta bizanin ka sîstema wî ya îdarî û rêvebirinê çawa dibe û wê çawa gorankariyê dike.’ Ev nabe sedema kêmbûna dengan?  Salar Ezîz: Kek Noşîrwan li wê yekê nafikire bibe Serokê Herêma Kurdistan’ê yan Serokwezîr. Ev mirovê han wek rûspiyekî beşdar dibe. Bo wê yekê ye parlamenekî lihevhatî çêbibe û kêmasiyên vî welatî nemînin û rewş baştir bibe. Rûdaw: Yanê ger hûn serkevin hûnê postên îdarî didin kesên din? Salar Ezîz: Em postên îdarî nadin xelkê. Li cem me ya girîng tenê ew e ku parlamenekî me hebe. Kesên dilsoz, jîr û welatperwer têdebin da ku berevaniyê li mafê xelkê bikin. Em tenê dixwazin û tu karê me bi hikûmetê nîne. Bi rastî Kek Noşîrwan dixwaze parlamenekî jêhatî çêbike û ne tiştekî din. Rûdaw: Yanî ew parlamenê niha li gor we mirî ye? Salar Ezîz: Ew parlamenê niha tiştek di destê wê de tune û di jêr desthilata dû partiyan de ye. Parlamen nikariye desthilata dadwerî çêke û wiha bike di ser me hemûyan re be. Parlamen pêwist e wiha bike herkes li gor xwe lingê xwe dirêj bike. Desthilata dadwerî ji hemû tiştekî girîngtir e. Lê niha bi hêsanî herkes dikare destê xwe bixe nav karûbarê dadgehê û biryarên dadwer. Heta niha ev hizb bi kêfa xwe ne, kê bigrin û kê azad bikin. Em vê naxwazin. Em dixwazin desthilata dadwerî di ser hemû desthilatan re be. Wextê ji Serokê Herêma Kurdistan’ê re bêje ‘were dadgehê’ divê here. Dema ji karkerekî re jî got ew jî herwiha. Pêdiviya me û welatê me jî bi desthilateke wiha heye. Rûdaw: Ev demeke hinek ji serkirdeyên YNKê rasterast yan wekî din rexneyan li Noşîrwan Mistefa digrin, lê ew bersîv nade. Gelo Noşîrwan naxwaze ji wilo bêhtir YNKê ji xwe aciz bike? Salar Ezîz: Yên bi wî awayî diaxifin neheqiyê dikin. Kek Noşîrwan ji bo serokkomarî, serokatiya Herêma Kurdistan’ê yan serokwezîriyê ne berendam e, ku heta hinek bixwazin li ser biaxifin. Lê bi rêya Noşîrwan hinek bi nexşe bixwazin zilmê li dîroka hizbekê bikin ku ew jî yek ji serkirdeyên wê bû, ev xelet e. Êrişa ser wî wek êrîşa ser her endamekî heman hizbê ye. Em berê xwe bidin pêşerojê. Hilbijartinên parlamenê li pêşiya me ne û herkes yan grûbekî azad e bi lîsteyên cuda tevlî hilbijartinê bibin û bernameyên xwe hebin. Me darbe nekiriye û ne li dijî hîçkes û hizbekê jî nexebitîne. Armanca me rêxistina welat e. Em ne ji wan kesan e bêjin cîhê me hatiye dagîrkirin, beşê me hatiye xwarin yan tolê bistînin, wek çawa hinek dixwazin bi vî awayî karê me biçûk bikin.Ya em ji karê hizbî û nakokiya hizbî rizgar kirine, ezmûna xwaro maro ya rabirdû ye. Em fêrbûn ku bi awayekî din û li kenareke din vehewin. Ev herêm li cem dost, dijmin û derve jî hatiye nexweşik kirin. Lewra em parlamenekî zindî û rastteqîne dixwazin. Ne parlamenekî jêr desthilata hizban. Yekîtiya rêzan bi parlamenekî serbixwe û xwedî desthilat tê kirin, ne bi rêkeftinên stratejîk, berdewambûna dû hizb, dû leşker û dû butçeyan. Hevgirtina wezaretan jî her şeklî ye wek salên 1992-1993an ku di dawiyê de bû sedema şerê navxweyî. Em li wê nafikirin kî ji me aciz dibe, kî aciz nabe. Peyameke me heye û ew peyam a hemû xelkê ye ku dixwazin di vî welatî de yasa, şefafiyet, xizmetguzarî û dadperwerî hebe. Xelk jî niha dixwaze karê me biçûk bike û bi meselayên şexsî ve girêdin. Lewra em bersîv nadin û girîngiyê jî pê nadin. Rûdaw: Li gor hinek kesan, dibe lîsteya we nîvî ji dengên YNKê bibe. Çavdêr pêşbînî dikin di dema hilbijartinan de tundûtûjî derkeve. Bi baweriya we dibe tiştekî wiha biqewime?  Salar Ezîz: Ger tundûtûjî ji aliyê wan ve be, li cem me tiştekî wiha tune. Ne leşkerê me heye û ne tiştekî me heye. Hikûmet di destê wan de ye û ew serokê herêm û serokê hikûmetê ne. Divê ew asayişê biparêzin da kesekî destdirêjiyê neke ser hîç kes û lîsteyekê din. Ger tundûtûjî rû bide, tenê polis, leşker û asayişa wan herdû aliyan heye. Rûdaw: Ya bala xwelkê kişand, gotûbêjên navbera lîsteya we û Bizava İslamî bûn. Çi sedem we û hêzeke İslamî lihev kom dike? Salar Ezîz: Me ji zû ve ragihandiye bi lîsteyeke taybet dadikevin û hevkarî û hevpeymaniyê li gel hîç lîsteyeke din nakin. Di dema encamên hilbijartinê de ger pêwistiya me bi hevpeymaniyê hebe bi aliyekî din re bikin, li ser bingehê cîbicîhkirina bernameyê me dibe. Rûdaw: Piştî encamên dengdanê jî bo hevpeymanê şertên we cîbicîhkirina bernamê Lîste ya Goran dibe? Salar Ezîz: Bêguman. Em ne hizbekîne ku hatibin ser desthilatê. Em dixwazin kesên baş bişînin parlamenê. Herwiha ew kesên parlamen in ku sibe diçin dixwazin hevpeymaniyê li gel kesekî din bikin wek wan difikire. Ew tişt tên cîbicîh kirin da ku guhertin çêbibe. Rûdaw: Lê tê gotin heta niha jî wek ku Noşîrwan Mistefa şerê desthilata nav YNKê dike, şerê guherînê nake? Salar Ezîz: Ew ne rast e. Kek Noşîrwan şer nake û ger li wê yekê fikrî bûya di nav Yekîtiyê de desthilata wî hebe, ew Cîhgirê Sekreterê Giştî yê YNKê bû û kesî jî di nav YNKê de negotiye ‘ezê bêm cîhê te’, kesî jî li ser cîhê Kek Noşîrwan pirsgirêk dernexistiye. Kek Noşîrwan jî ne fikiriye ku bibe Sekreterê Yekîtiyê yan tiştekî din di nav YNKê de. Ya li cem wî girîng tenê ew e ku parlamena Kurdistan’ê bibe parlameneke zindî. Rûdaw: Lê heta niha jî naxwaze dev ji YNKê û endambûna wê berde? Salar Ezîz: Em Yekîtî bûn ji bo çi dev jê berdin? Ev nêzîkê 30 saliye em di nav YNKê de kar dikin, çima dev jê berdin. Rûdaw: YNK kongre lidardixe û tê gotin armanceke kongrê derxistina we ye ji nav Yekîtiyê? Salar Ezîz: Fikra me ne li cem kongrê ye, em li gorankariyên vî welatî difikirin. Çi dikin bi kêfa xwe ne û çi biryarekê derdixin bila derxînin. Rûdaw: Dibêjin hinek ji wan kesên Noşîrwan soz dabû wan nav lîsteyê û niha navê wan di lîsteyê de nîne dev jê berdane, rast e? Salar Ezîz: Ne rast e. Tiştekî wiha nebûye û Kek Noşîrwan soz nedaye kesî. Kesî jî negotiye ‘min deynin’ û ji kesî re jî nehatiye gotin ‘emê te deynin.’Rudaw.net

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.