Ramyarî

Rêkeftinnameya yekgirtina desthilata herêma kurdistanê

PUK-Media · 22.01.2006 · 2 dîtin

PUKmedia- Berjewendiya bilind ya gelê kurdistanê, îro ji hemî deman bêhtir dixwaze rola xwe ya îroyîn yekdest û yekrêz bike, wize û karînên xwe ji bo zalbûna li ser hemî astengên ev dox û giriftên ku hene, hestyar, çarenivîs û avedankirina Kurdistan û Iraqê bêhtir yek bixe: -Qonaxa nû ya demokrasî û federalî bi serkeftî bihête derbaskirin. -Ji bo misogerkirina destkeftiyên mêjûyî yên gelê xwe û bi cih anîna tevaya mafên rewayî wan, bi çespandin û bi  cihkirina destûra bingehîn ya iraq û damezrandina iraqeke demokratîk û federaliya durust. -Ji bo bi ser Kurdistan ve, vegerandina Kerkûk, Xaneqîn, Şengal, Mexmûr û navçeyên dîtirî (kurdî) ku hatine Erebkirin. -Her wiha ji bo giringîpêdan û geşedana ezmoniya demokrasî ya li kurdistanê û bi cih anîna aramî, azadî, çespandin û yekxistina yekcarî ya desthilata herêma kurdistanê bi baştirîn şêweyî. -Partî Demokratî Kurdistan û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan, li dûv binemayên hevpar, hevkar, dadyar  û hevsengî bi rêkeftine li ser: Yekem: Şûngiriya nuh bi navê; Cîgirê serokê herêmê di yasaya serokatiya herêmê de destnîşan dibe ku her wusa  Cîgiriya Fermandariya Giştî ya hêza pêşmergehê kurdistanê jî dikeve ser Yekîtî Niştîmanî Kurdistan. Duyem: Serokê encûmena wezîran û cîgirê xwe, ji layê perlemana kurdistanê ve bi hev re destnîşan dibin û her wusa ji layê serokê herêmê ve, ji bo pêkhanîna kabîneya hevbeş daxwaz dihête kirin û serokê encûmena wezîran navê kabîneya xwe pêşkêşî perleman dike. Sêyem: Serokê perleman, ji Yekîtî Niştîmanî Kurdistan û serokê encûmena wezîran ji Partî Demokratî Kurdistan pêk dihê, heta bi dawiya sala 2007 an ya helbijartina  perlemana Kurdistan ya dahatû. Ji bo helbijartina dahatû, Partî û Yekîtî bi yek lîste wek hev beşdariya helbijartinan dikin û wê hingê jî şûnyariya serokê perleman Partî, serokê encûmena wezîran jî Yekîtî werdigire. Ev, ji bo du salan e. Paşê Partî û Yekîtî şûnyariya serokatiya perleman û serokatiya wezîran bi hev diguherin.Heger hatû di dawiya sala 2007 de helbijartin nehate kirin û bihête xuyakirin ku helbijartin dê bi paş bikeve,  her du şûnyarî, wekû hatiye destnîşankirin dê bi cih bibin. Çarem: Her kutleyeke wezareta bi ser partî û yekîtî ve, heger ji kabîneya hevbeş vekşiya, wê hingê destkêşana kabînê ji kar dihête heljimartin. Pênc : Şûnyariya wezîran bi vî şêweyî hetine dabeşkirin:a)Wezaretên (navxwe, dad, perwerde,  çavkanên avê, guhestin -û gihandin- avedankirin, plandanan, mafên mirov) bi ser Yekîtî ve ne.b) wezaretên (darayî, pêşmergeh, xwendina bilind, çandinê, şehîdan, rewşenbîrî, kahreba –elektrik-, çavkanên suruştî, şarevanî, werziş û lawan, wezareta herêm ji bo karûbarê navçeyên derveyî herêmê, bi ser Partî ve ne.c) wezaretên mayî bi ser partiyên dîtirî kurdistanî ve dihêne belavekirin.d) wezaretên darayî, pêşmergehj, dad û navxwe, di maweyê kêmtirî salekê de yek digirin.Ev her çar wezaret, heta bi roja yekgirtinê, ji bo karûbarê taybetmend bo her wezaretekê wezîrek û wezîrekî herêmê dibe, her yek ji bo beşê ew wezareta ku li navçeya jêr desthilata xwe ye. Şeşem: Butçeya sala 2006 an, wekû biryar li ser hatiye standin dê bi rê ve biçe, lê, beşê butçeya serokatiya herêm, perleman, encûmena wezîran,encûmena dadwerî û her babetekî dîtirî hevbeş, bo her aliyekî wek hev dihête parvekirin.Paşê, ji bo salên dahatû butçeya herêma kurdistanê, piştî ji layê desthilata kurdistanê a yekgirtiya herêmê ve, pêşkeşî perlemana Kurdistan dihête kirin û piştî pesendkirinê bo hemi navçeyan bi şêweyekî yeksane,  digel rêjeya daniştiyan û li dûv rêkeftina di nav desthilata yekgirtî de dê bihête terxankirin. Heft : Damezrandina komîteyek bilind li jêr çavdêriya serokatiya herêmê ji bo bi damûdezgahkirin û yekxistina dezgahên asayiş û polîsê herêma kurdistanê di maweyê du salan de, wekû damûdezgahê yekgirtî ya herêma Kurdistan, dûr ji binemaya partayetî.Piştî dest bi karkirina desthilata yekgirtî, li paytextê herêma kurdistanê (Hewlêr), xoleke taybet ji bo derçûyên zanîngehan bi mebesta damezrandina wan li asayişên parêzgehan wek pêngava yekem bihête vekirin, li ser navê yekxistin û damezrandina van dezgahên girîng yên gelê me. Heştem:Nûnerên desthilata herêma Kurdistan li derve, li dûv rêkeftina her du aliyan, ji layê serokê desthilata herêmê û cîgirê wî ve dihêne damezrandin. Nehem: Li tevaya parêzgehên kurdistanê, komîteyek hevbeş ku ji Yekîtî û Partî pêkhatiye, ji bo çareserkirina arîşe û giriftan dê bihête damezrandin. Dehem: Her du alî, rêzdar Mam Celal, ji bo postê desthilata iraqa federal heldijmêrin.Celal TALEBANÎSikreterê giştîYekîtî niştîmanî kurdistanMes'ûd BARZANΠ Serokêpartî demokratî Kurdistan

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.