Ramyarî

RECEP TAYÎB ERDOĞAN DIKÊ FIS Û BERDIDÊ!

M.Þerîf Mûþtak · 17.01.2007 · 2 dîtin

  Ko Başûrê Kurdistan çiqas gav bi pêşde tavêjê Roma Reş bêhtir hêrsdibê, gefûgûr, êrîşan zêdetir dikê û gelê Kurd bi taybet Kurdistan`a azad bişêweyekî xirab û dijminatî tehdît dikê. Miho dibêjê wêweke heywavanê har dev li goştê xwekê û xwe dêber geza. Lê hêsbûn perenakê Beyanên Roma Reş ji bo malde û derveyî welat gelek balkêşin. Artêş, Mît, Wezîrê karê ji derve û bi taybet beyanên Serok Wezîr Recep Tayîp Erdoğan gelek bê rûmetin û bi hirsê dijmintîyê hûnandî ne. Wexta Serok Wezîr Erdoğan herê Îran gotibû „Em rênadin Dewleta Kurd a serbixwe“ Li Libnanê got „Pirsa Iraq`ê ji bo me ji proja Yekîtîya Ewrupa Mihimtir e. Ji îro û pêva emê di sîyaseta xwe a ji derve de giranîya xwe deynin ser pirsa Iraq`ê û hw.“ Erdoğan roja 09.01.2007 di Parlemande ji bo gruba AKP gotibû „Sîyaseta Kurda a li ser Kerkukê dişibê sîyaseta Ermeniyan a li ser Qarabaxê. Tirkîye ti cara dest xistinên Kerkukê ji bo Kurda bi rêya referandûmê wê nepejirîn ê. Ko referandûm bibê ewê têkevin Kerkukê û midaxeleyî nav Iraq bikin, wê nehêlin ticarî istikrar werê Iraqê û çareserîyeka ko Tirkîye hesab nekirîbê kes nikarê bi pejirênê.“ Dixwîyê Roma Reş jî weke Sadam Hisên çavsorbû we, bê sînor êrîşan didê û destên xwe têxê nav karûbarên dewletên cîranê xwe, bi taybet bê exlaq û ji xwe bihorî midaxileyî Kurdistan a azad dikê Serok wezîr R.T. Erdoğan giringîyek mezin dabû rapora Grûba Krîzê a Navneteweyî ya li ser pirsa Kerkukê û rapora Baker-Hamilton.. Xwestibû pirsa Iraq li ser naveroka wê raporê bê çareserkirin. Weke tê zanîn ji bo rapora B-H serok Bush 2 cara axiftina xwe bi paşxistibû. Berya C. Bush biaxifê Serok Wezîrê Tirk Kurdistan a azad bi mebesta Kerkuk û PKK tehdît kir. Ew di fikirîn ko wê bi gefxwarinan bandora xwe liser siyaseta hikûmata Bush bikê, lê heyhate derfê dibin zikê wade filitî ye Beyanên Serokwezîr Erdoğan û wezîrê karê ji derve li peyhev dayîn gelek balkêşin û bê istikrarin. Miho dibêjê dewleta Tirko wê serê bixwê. Çapemenîya Kurda û Tirka bi van tehdîdan dihejê. Walîyê Kerkûkê Abdurrahman Mistefa di hema demêda bersivda got „ev karê navxweyî ye, karê hindirûwê meye, ne ji mafê Tirka ye destên xwe têxin nav karên me“. Roja 11.01.2007 Serokê DEY C. Bush ji bo rapora Baker -Hamilton ji çapemenîyêre axivî, lê tiştên ko Tirko pê di rabû gefên dixwarin pere nekir, rapora B-H bêbihakir û C. Bush carekedî Tirk avêtin milekî û Kurd tercîhkirin. 12.01.2007 Berdevkê dîwana serokatiya Kurdistanê bi nivîsandin beyanek ji bo çapemenîyê halo hilweşand „Em naxwazin bi dirêjî behsa van daxuyaniyan bikin, tenê ji berpirsên Tirkiyeyê re dibêjin ku bila ji bîra we neçe ku Împratoriya Osmanî hilweşiya ye û Îraq ne beşekî Tirkiyeyê ye. Îraq welatekî serbixwe ye û gelên Îraqê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heke hûn wî mafî didin xwe ku destê xwe di karûbarên navxwe yên welatekî din bidin, wê demê li hêviyê bin ku gelên din jî her ew maf heye û xalên zeîf ê we jî gelek in. Di şûna gef û guran, werin em destê dostanîyê dirêjî hev bikin, ji ber ku cîhan guherîye û ciyê zimanê gefxwarinê nemaye.“ Naveroka mebesta daxwîyanîya berdevkê Serokatîya Kurdistanê vekirî û elanîye. Bi bawerîya mi divê hemû Kurd vê daxwîyanîyê bi tûndî liber çav bigrin. Di daxwîyanîyê 3 nûqtên gelek girin hene, ew jî evin. 1-Dewletên dagirker hişyar dikê, ko ti mafê wan nîn destê xwe têxin nav karûbarên ti dewletên cîran de, bi taybet Kurdistan a Federe. 2-Ko Dewletên dagirker ji xwere maf bibînin destê xwe têxin nav karbarên dewleta Federe, wê çaxê mafê Kurda jî wê hebê bi hemû îmkan û şêweya xwe bi parêzin. 3-Alîyek armanca daxwîyaniyê ji bo hemu gelê Kurd ko liher car parcên Kurdistan û li dîyasporayê dijî ye. Bi taybet bangî hemû kesayetîyên Kurdên welatparêz, ronakbir, hûnermend, rêxistinên fermî û nefermî ko Kurdin komel û rêxistinên sîyasî dikê ye. Ji bo herkes li serxwe sekinîbê, hawadarbê, nexweşîyên dijmin di xwazê liser Kurda bikê ji nêzîk bi şopînin. Ji bo parastina Dewleta Kurdistan a federe bêparastin, hemû bi hevre bi can-mal amade bin û li dij êrîşên dijmin herkes li benda sînyalekê bê. Dewleta Tirk daxwîyakirin ko ji bo pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd û Kurdistan çaresernebê, di karin dev ji projeya ko di xwazin têkevin nav YE berdin. Beyana serok wezîrê Tirka R.T Erdoğan ev vekirî da eşkerekirin. Ev sîyaseta ji nû çiqas dihat gomankirin jî lê bi rêya fermî nehatibû zanin. Dewleta Tirk heya niha bi hikûmet, mixalefet û artêşa xweve digotin „YE Proja me a yekemin e“. Lê hat eşkere kirin proja Roma Reş a yekemîn hilweşandina Dewleta Kurdistan a Federe le. Armanca TC di xwest bikevê nav YE, bi hîle û derewan YE bi xapînin bikin piştgirên xwe. Careke dî gelê Kurd û Kurdistanê ji rojeva cîhanê dûr bikin. Leyîstokên Peymana Lozan bileyîzê. Pirsa ji bo Iraq nîn, pirsa Roma Reş Kurdin û bin pêkirina axa azad e. Roja 13.01.2007 dîsa Serok Wezîr R.T Erdoğan ji bo NTV axivî got “DEY 10 hezar Km. hatîye li ser sînorên mi midaxeleyî nav Iraq kir, çima sinorên Tirkîye û Iraq yekin mafê me nebê em mudaxeleyî Kurdistan ê bikin?” Gefxwarin pere nakê, di vê sala 2007 de Kerkuka Kurd a ko xaka Kurdistan e, wê bikevê serxaka Kurdistan. Ko vê care li rojhilatanavîn bi taybet li hember Îran û Surî hereketek derkevê di wênede Kurdistan a serbixwe û azad di xwîyê. Ji bo rewşek halo çênebê Dewleta Tirk bizaveke kûr dike, tehdît û gefên xwe xwirttir dike. Iraqê tevdidê, di Kurdistanê de li pey leyîstokên mezin digerê, Tûrkomana jibo bi karbinê wan bi rêk û pêk dike. Hin rêxistinên Tirkomana, Yekîytîya Îslamî ya Kurd, Tevgera Êzîdîyan û Tevgera Demokratîk a Asûrîyan ketine serrêyek xirab. Ko li xwe bi xwedîbin, zanabin wê li dij destwerdana nav Iraq û Kurdistanê a Tirka, Farisa Ereba derkevin. Erkên wan ewe ko ajan mît û hevalên Roma Reş, bhsîyan û oltarîyan ji nav xwe bi qewirênin, wan eşkere bikin bi hikomata Kurdistan re bin bi Kevin hereketê û li xwe vegerin. Gotineka bav-bapîrên Kurda heye dibêjin “Ko qelana Mirûstanê tê, çengê wê çêdibin”. Gelo gefxwarinên Erdoğan ko li DEY û Kurda kir dibê nîşana çenkçêbûna Mirûstanê bê? Bi bawerîya mi gûherandina cîhanê daye eşkerekirin, sekinandina gelê Kurd ne hêsanî ye. Ne otonomî, ne Federasyon pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd çareser nakê. Otonomî ji bo Kurdên Anatolyayê, Federasyon ji bo Bakurê Kurdistan. Evjî ji bo wextê kin dikarê bibê çareserî. Nexwe gefxwarin, êrîşkirin û di inkarkirinê de xweqerastin nabê çareserî. Dibêjin vir û tir li ba hinkes wek hevin; Serok wezîrê older Erdoğan li Dîyabekir, li Parlemana Enqere, li ser rê çûna here Eyranê, Li Libnanê, dîsa di gruba partîya AKP de û xilasekê 13.01.2007 bi rêya NTV axivî bû. Serok Wezîr Erdoğan ewil li Dîyarbekir gotibû “rêya YE di Dîyarbekir re derbasdibê.” Ji Leşker dest kir qirka axê, neweke wî ev axiftin kiribû. Vêca niha dest bi dîrûtîyan kirîye, zirta li DEY û Kurdistana azad dike. Bawerî bi sözên dostane, gefxwarin û sîyaseta Recep Tayîp Erdoğan nemaye, hîn bûwe qelew bi axivê û bike fis dibin xwere berdê. 15.01.2007 M.Şerif MÜŞTAK Serif.muestak@gmx.de 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.