Ramyarî

Raporta Refugees International li ser Kurdên Sûrîye*

Rojhat · 27.09.2006 · 2 dîtin

 Xatun Maureen Lynch, ji kerema xwe tu dikari li serê pêşîn bi kurtî behsê komela xwe Refugees International Rêxistina Penaberan ya Navneteweyî bikî?   Rêxistina Penaberan ya Navneteweyî li sala 1979ê, li dema kêşeya penaberan ya Kambodîyayê destpêkir. Jineke Amerîkî bi navê Sue Morton li ser sînorî bû û dît ku mirov bi zorê dihatine vegêrandin. Wê got divêt kesek tiştekî biket, li ser navê wan bipeyivît, ji ber ku wan nedikarî. Vêca wê ew bar wergirte ser milên xwe bi taqeta xwe ji bo guhertina wê rewşê. Û dûra ew rêxistin bi xwe ra anî Amerîka. ·  We ji bo penaberên ji seranserî dinyayê xebat kirîye. Baş e ev bernameya we ya derbarê Kurdên Surîyê de bi çawa pêkhat? Binetarê wê li sala 2003yan e. Wê salê rêxistina me raporteke kin – rûpelek an du – weşand derbarê mirovên bêyî mafê hevwelatîyê li dinyayê. Ez heyrî mam ka çend mirov ji wî derdê bêparbûna ji hevwelatîyê dikişînin – ne bi tenê wek nasname, lê bi giştî ew mafên digel wê. Li dû wê raporta kurt, me mêze kire rêyên çêkirina projeyeke micidtir derbarê rewşa mirovên dinyayê yên bi wê pirsgirêkê aloz de. Di sala 2005an de me raporteke dirêjtir belav kir û behsa rewşa wan mirovên bênasname li nêzîkî 70 welatan kir û me bi taybetî bal kişand ser rewşa sê koman – Kêmanîya Rusî-ziman li Estonyayê, Biharî, ku her wesa jêrê dibêjin ‘‘Pakîstanîyên asêbûyî,’’ li Bengladeşê û hindek Bedewîyên li Mîrgehên Yêkgirtî yên Ereban. Rewşa Kurdên Surîyê jî bi kurtî di wê raporta 2005an de bû. Û gava ku me got ka em li kîjan welatan dikarîn rewşa mirovên bêyî mafê hevwelatîyê biguherîn, Surîye pêşçav bû wek cîhekî ku ew guhartin dikarî têde bê kirin li vê demê. ·  Çima li vî demî? Li vê demê ji ber ku bo demeke dirêj her soz tên dan ji bo vegêrandina  hevwelatîyê li hinek ji wan kesan ku di dema jimartina nufusa wîlayeta Hasekî li sala 1962yan de ji wî mafî hatibûn bêpar kirin. Çima em dibêjîn ev derfet e? Ji ber ku paş serhildana biharê li herêma Qamişlo û her wiha  li vê payîza bihurî dîsa soz hatibûn dan. Ango ji ber zêdebûna jimara soza ji bo sererastkirina wê rewşê û ji ber ku Neteweyên Yekgirtî bala xwe dîsa daye ser pirsa bêhevwelatîyê û ji ber ku Neteweyên Yekgirtî wê bibe hevkareke serekî di çareserkirina vê pirsê de, ew wek dema rast ji bo tevgerekê wisa xuya dibû. ·  Ango wê biryara we çi têkilî nebû bi vê rewşa sîyasî ya ku Sûrîye niha têde ye? Wê bi vê rewşa sîyasî ya niha ve çi peywendî nînin. · Baş e. We ji raporta xwe re navê ‘Bi zindî binaxkirî an veşartî’ bijartîye. Çima? Ew gotina ‘Bi zindî binaxkirî’ xwedî naverok bû ji ber ku yêk ji ciwamêrên ku em pê re dipeyivîn we got. Me pirsîyar jê kirin derbarê jîyan û serhatîyên wî da û wî behsa zehmetîyên xwe kir wek pirsgirêkên dixtor û dermanan, wek xwendina zarokên wî... Û li dawîya wê axaftinê wî jîyana xwe bi kurt û Kurmanc ji me re vegêra -- wî got ‘‘Ew mîna wê ye ku meriv bi saxî, bi zindî binax bikin, veşêrin.’’ Ew gotin gelek cihê xwe de bû, wek gotinên kesên dî bû ne bi tenê li Sûrîyê, lê gava ku em li alîyên din yên dinyayê jî , bi merivên ji mafê hevwelatîyê bêparkirî re dipeyivîn diguncî. · ‘Bi zindî binaxkirî’... Birêz Kynch, wan Kurdên Surîyê yên bênasname maf nîne ku bixwînin, kar bikin, biçine ba dixtor... Çi pênasîn bi zewacên wan nayêt kirin an mafê wan yê kirrîn û firotina malûmilkî, an bi azadî bên û biçin... Baş e gelo ew mirov bi çawa dijîn? Ew mîna mirîyên veneşartî dijîn. Jîyana wan hema bêje rawestîya ye, li benda tiştekî ye. Raporta me ya yêkem bi wî navî bû – ‘‘Jîyanên Rawestandî, Bedela Bêparîya ji Hevwelatîyê li ser Mirovan.’’ Vêca jîyana mirovên bêyî hevwelatî dibe wilo be.  Ez dixwazim tiştekî zelal bikim. Rewşa her kesî li Surîyê wekhev nîne. Hindek kesên bê nasname dibe bikarin xwe bigihijînin xwendingehan, lê jimara mezin ji wan mirovan nikarin. Vêca ew tiştekî ne edetî ye – bêparkirina mirovan ji wan mafan. Hindek mirov dikarin navên zarokên xwe bidin nivîsandin, navên Kurdî bidin wan û kesên din yên dixwazin ku navên Kurdî bidin zarokên xwe – dibe ku ji wan ra bêjin ‘Nabe ku hûn navên Kurdî bidin zarokên xwe. Divê ku ew navên Erebî bin.’’  Ez nikarim bêjim ku ew mirov hemû ji wan mafan hemûyan hatine bêbahr kirin. Mirov dizane, rewş dizane... · Di raporta Rêkxistîya Penaberan ya Navneteweyî da hûn dibêjin ji her 10 Kurdan yêk ji mafê nasnamê bêbahr e, lê we gotinên Kurdên dî, yên xwudanên mafê hevwelatîyê, vegêrayne ku dibêjin ew pirsgirêka Kurdan hemîyan e. Baş e wê rewşa henê ango ‘Bi zindî mirî danan’a mirovan çi bandor li hest û rewanên Kurdan – Kurdên bê nasname bi taybetî, lê Kurdên Surîyê bi giştî kirîye? Rewşa Kurdên Surîyê bi giştî ji xwe pir bi zehmet e. Û ev koma 250 hezar heta 300 hezar mirovan di rewşeke bêhempa de ye ji rewşa Kurdan bi giştî. Rewşa mirovên bêyî nasnameya hevwelatîyê rewşeke hêj bi zehmettir e. Bandorê wê... Jîyana bêyî nasnameya hevwelatîyê bi demeke dirêj gelek bareke giran e li ser milên mirovan. Min eve bi çavên xwe dît. Gava ku min meriv nas dikirin, nemaze mêr, min berê xwe dida wan, temenê wan mezin dîyar dikir, gelek pora wan spî bibû. Lê gava ku min jê dipirsî ka ew kengî, kîjan salê ji dayik bûn, wan digot ew 30-40 salî ne. Wê yêkê bi rohnî da pêşçavên min ka ew çi bandorê li kesan, hestên wan û rengê wan dike. Berî ku ez çûm Sûrîyê haya min ji bi we bi zû pîrbûna mirovan nebû, min ew nexwendibû û xwe amade nekiribû berî serêdanê, lê min bi çavên xwe dît. Belê eger zarokek nikare biçe xwendingehê an jinûmêr nikarin li heman odeya otêlê pevra bimînin ji ber ku wan nasname nîne... Ew hemû tiştên pir bi zehmet in, lê wek kesekê ji min re we zû bi zû pîrbûna mirovan, ew barê li ser milên wan û ya ku bi serê hindek cotan (jinûmêran) înandin û malbatên ji ber serjimarê ji hev vebûyî ku hindekan nasname heye lê hindek endamên heman malbatê nasname nîne, rewşa  - Xatûn Maureen Lynch, seredana te bo Sûrîyê, wê şahidîya te li wan  kulûkovanên Kurdên Surîyê – yên ku tu di raporta xwe de dinivîsî – çi bandora dî li te kir wek kesekê, wek hevwelatîyeke Amerîka te çi ders jê derêxistin? Ez dibêjim wek hevwelatîyeke Amerîka, tiştekî ku bi bîra mirov tê ew e ka çawa gelek mirovan hay ji bihayê gelek tiştan nîne. Ji bo serêdana Surîyê ji min re belgeyek pêwîst bû, ez dikarim wê belgê bikar bînim li seferên xwe linav welêt, bo wergirtina destûra ajotina otomobîlê belge heye, eger ez bixwazim malûmilkî bikirrim, an belge ji bo dana heqê dixtor û dermanan bo dîya min... Ji bo wan tiştan hemûyan pêwîst e ku ez nasnameya xwe isbat bikim. Kesê ku ew belge nînin, mîna Kurdên Surîyê, an Biharîyên Bengladeşê, ew komên han nikarin. Vêca pirranîya mirovên li dinyayê wan belgeyan wek maf dibînin, lê mixwabin ew ferqa han ku pirsa bêparîya mirovan ji hevwelatîyê nîşan didet ku gelek caran meriv ji bîr dikin. Em berê xwe didin, alîkarîyê didin mirovên belingazên malwêranîyên xwezayî, an şerrî, lê komeke dî ya mirovan heye ku divê ku em ew qas bala xwe bidin ser – mirovên ku ji mafên bingehîn bêparkirî û nasnameya hevwelatîyê yek ji mafên bingehîn e.  · Di raporta li ser rewşa Kurdên bênasname yên Surîyê da hûn her wesa dibêjin xort û keçên wan bêzar bûyne, linav ciwanan bêzarîyek heye. Ji kerema xwe tu dikarî pîçekê behsê wê ji me re bikî? Yêk ji ciwamêrên ku em pê re peyivîn, hestên xwe ji me re digotin. Wî pirr bi hêsanî got, lê serhatîyeke pirr bi mê’na bû. Ew xort e û bi şans û tal’ih e ku karek ji xwe re peyda kirîye. Wî serhatîyeke berî çend heftîyan ji me re got – Ew li cihê xwarinê kar diket. Rojekê hinek bikir hatine xwaringehê. Ew Ereb bûn. Wan hefleyek dikir – hefleyeke ji bo roja ji dayik bûna yêk ji wan . Kek û vexwarin . Bi kêf û şahî bûn – wek hemû mirovan gava ku ew ji bo pîrozkirina tiştekî şahîyê dikin. Û ew xortê Kurd yê ku xizmeta wan dikir – ku xema wî ne ew bû ku wî xizmeta wan dikir – wî hizrên xwe kirin û got tiştekî wilo çi caran jêre çênabe. Ku xortekî 25-26 salî bû û çêdibû ku bi hevalên xwe re ew ji î we bike, lê wî got ‘Gava ku min ew şahîya li domandorên xwe dîtî, gîrîya min hat û min got eve tiştekî wilo ye qet ji min re çênabe.’  Vêca gava ku hestên wisa dikevin ser hev di dilê meriv de, ew bêzarî têne ser hev û çi rê nînin ku ew bêne der kirin, ew mirov ya di dilê xwe de bêjin...Kesekî dî ji me re behsê zarokên xwe kir. Ew dihêline di dilê xwe de, nikarin bêjin, ew têne ser hev û bandorê li psîkolojîya wan jî dikin. · Bala min kêşa ku bersiva hikûmeta Surîyê di raporta we da nîne.  Ma we digel wan neaxift? Ma we çawa karî biçine linav Surîye û bi wan mirovan ra bipeyivin? Ew bi sanahî bû gelo? Rêxistina Penaberan ya Navneteweyî tûşî çi zehmetî û astengan nebû li çûna bo Sûrîyê. Me hewl da ku bi rayedarên welêt re bipeyivîn, lê bersiveke resmî nedame, vêca me dîsa daxwazeke resmî kir. Emê berdewam mêze bikin wê.Lê me derfet hebû ku digel dîplomatekî ku nûnerîya hikûmeta Sûrîyê dike li Amerîka kombibin. Wî bi awayekî gelek zelal alozîya xwe anî zimên ji vê rewşê û hevî da me ku jimareke mezin ji wan kesên bênasname dê di demeke kurt da hevwelatîyê wergirin. Û Rêxistina Penaberan ya Navneteweyî her ku çêdibe zêrevanîya bicîhanîna wan sozên karbidestan dike. Hem li Amerîka hem di nav Neteweyên Yekgirtî de ku me hevkarîyeke nêzîk pê re kir gava ku em li Surîyê bûn. Em dê vê bidomînin û her wesa mêzê bikinê bi peywendîyên hikûmeta Sûrî re. · Di raporta xwe de hûn piştevanîya hikûmeta Surîyê bo penaberên Filistînî û reftara wê li himberî Kurdan didin berhev. Tu dikarî pîçekê behsê hindê bikî? Yêk ji tiştên girîng derbarê Surîyê de -- divê ku meriv bêje -- eve ye ku Surîye hinek tiştên rast dike. Û yek ji wan parastina wan kesên Filistînî ye û bi heq e – Jimareke mezin ya mirovên wisa heye û wan gelek salan alîkarî pêre kirîye. Hikûmeta Surîyê niha jî hindek Îraqîyan diparêze yên ku têne dinav welêt de û biheq e. Vêca mijar ew nîne ka çi ji van mirovan re nehatîye kirin, an çî jêre hatîye kirin, lê ka çi tête kirin ji bo parastina mafên bingehîn yên kesên mîna Kurdên Surîyê yên ku nasname jê standîye.  · Em niha jî binêhrîne pêşnîyarên we. Çi daxwazên we ji hikûmeta Surîyê hene? Bi taybetî ji hikûmete Surîyê re heye ku bi zû bibizive. Ez we dibêjim ji ber ku berûvajî gelek cihên din yên ku Rêxistina Penaberan ya Navneteweyî bi serêdan çûyê, Surîyê ji xwe qanun hene, ku ger were bicî anîn dikare hevwelatîyê bide gelek ji wan kesan. Li hinek cîhên dî we nîne, divê ku em vegerîne wan cîhan ji bo ku piştrast bikîn ku ew qanûn tên bicîh anîn. Lê li Surîyê ew qanun ji xwe hene ku dibêjin ger kesek bi dirêjîya penc salan bijîya... Vêca qanun hene ji bo demûdest kirina bizaveke wilo. Her wesa ji bo ji holê rakirina wan qanunên ku mafên çandî û zimên nade Kurdan li Surîyê... Û ew ne bi tenê ji bo Kurdên bênasname, lê ji hemû Kurdên li welêt re... Û her wesa derfet heye, ku ez dibêjim ku li ser vê xebat heye ku jinên ku hevwelatî, nasname nîne, bikaribin hevwelatîyê bidin zarokên xwe. Ji min re hat gotin ku ew niha tê kirin, lê min bi kûrûdûrî nenêhrîyê.  Her wisa divê ku zarokên ku li Surîyê ji dayik bûn mafê wan yê hevwelatîyê bidin wan. Û Surîye dikare peymanên navneteweyî yên derbarê kesên bênasname de mor bike.  · Hûn hindek şîret û pêşnîyaran jî ji bo civaka navneteweyî, nemaze ji Navenda Karûbarên Penaberan ya Neteweyên Yêkgirtî re, û her wesa ji bo hikûmeta Amerîkî diken. Ji kerema xwe dikarî ji me re bêjî ka ew çû ne? Belê. Nemaze ji bo Neteweyên Yekgirtî... Navenda Karûbarên Penaberan ya Neteweyên Yekgirtî erk heye ku ji bo alîkarîya kesên bênasname bixebitît, lê ew li Surîyê wê xebatê naket. Em hevîdar în ku ew dê bê guhartin. Em bi wan re dipeyivîn, dixebitîn, pal didinê ku ew wê biguherînin. Ango ew xebatê li alîyên Surîyê yên ku mirov tûşî van şeqî û zehmetîyan in bizavan biken, bi taybetî li bakura rojhelatê. Û bi qasê ku ew alîkarîya komên din, , wek Filistînî û Îraqîyan, dikin, kesên ji nasnameya hevwelatîyê bêbahrkirî jî mafên wisa hene ji bo alîkarîya wisa. Ew çend gav in ku ew navenda Neteweynên Yekgirtî dikare bihavêje. Û ji Amerîka û dewletên din re gelek derfet hene. Û ya ku ez fêm dikim qet çi rêbazên hikûmeta Amerîkî nînin derbarê Kurdan li Surîyê de. Me pêwîstî bi rêbazeke wisa heye – rêbazek ku bi taybetî ji hikûmeta Surîyê bixwaze ku wî mijarê bênasnametîyê, bêhevwelatîyê çareser bike. Divê ku Amerîka û hikûmetên din çi peymanan bi hikûmeta Surîyê re mor nekin heta ku ev pirs tê çareser kirin. Bêguman eve demeke bi zehmet e ji ber ku peywendîyên Amerîka bi Surîyê re ne li dema herî xurt in, lê dîsa jî rê hene, nexasim bi rêya Neteweyên Yekgirtî, cîhê ku bizavên wisa dikarin bi ser bikevin. Me tiştekî din xwest ku gava ku raporta mafên mirovan ya salane ya Wezareta Derve tê ragehandin, ku têde bi tenê bi peyivekê an bi rêzekê behsa vê mijarê nekin, lê bêhtir bal bidin ser pirsa kesên bêyî mafê hevwelatîyê, ne bi tenê li Surîyê, lê li her alîyê dinyayê.  Û tiştekî din ku hikûmeta Amerîkî dikare piştgirîya komelên nehikûmetî yên civakî yên pêşvebirinê linav Surîyê bike – kom û rêxistinên dikarin ku li ser pirsgirêka mirovên bêhevwelatî bixebitin. · Birêz Maureen Lynch, li dawîyê çi gotin û peyamên we hene ji wan kesan re yên ku we ji bo raporta xwe hevpeyvîn pê re kirînan, bi giştî ji Kurdên Surîyê re? Ez dixwazim li pêşîyê sipasîya wan kesan bikim yên ku serhatîyên xwe ji me ra gotin. Bêguman xwezî me hevpeyvîn bi bêhtir mirovan re bikira, em biçûna bêhtir alîyên Surîyê. Ew serêdaneke kurt bû. Lê em ji Amerîka gelek li ser vî babetî dixebitîn. Serê vê heftîyê, me karî ku li ser vê pirsê nivîsarekê di rojnameya International Herald Tribunê de bidîn belav kirin. Ew yêk ji wan rêyan e ku em bala raya giştî bikêşîn ser vê pirsê. Me niha peywendîyek danaye bi nivîsgeha Navenda Karûbarên Penaberan a Şamê re. Em dê dîsa bi balyozê Surîyê li Amerîka re bipeyivîn. Pirsgirêka ku di 40 salan de pêk hatîye di şev û rojekê de nikare bête sererast kirin. Emê bixebitîn ne îro û sibê, lê heta ku çareyek ji vê pirsê re tê peyda kirin. Birêz Maureen Lyncha ji Rêkxistîya Penaberan ya Navneteweyî gelek sipas dikim. VOA * Ev hevpeyvîn 18-02.2006 hatîye çêkirin ji ber aktualîze pirsgirikên Kurdên Başurê-Rojava me xwest carek din ji bo we berêzan carek din biweşînin

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.