Ramyarî

Rapora Parlementoya Ewrupayê ya li ser Kurdan îro tê pejirandin

Mihemed Eren · 04.10.2006 · 2 dîtin

Rapora li ser Kurdan ya ku ji aliyê Civata Giştî ya parlementerên Qonseya Ewrupayê ve hatibû amedekirin, îro tê pejrandin. Di vê raporê de tê gotin ku Gelê Kurd, li cîhanê netewa herîm ezin ya bêdewlet e.Rapora ku ji aliyê Parlementerê Civata Giştî ya Parlementerên Qonseya Ewrupayê û serokê berê ya İskoçya ve ku bi navê “Rewşa Çandinî ya Kurdan” hatiye amadekirin, ev roj di Qonseya Parementoya Ewrûpayê de piştî ku guftogo li ser bê kirin, wê bê pejrandin. Elbete, ev rapor ne tenê li ser rewşa kurdên li Tirkyeyê, lê herweha li ser rewşa kurdên herçar perçeyên Kurdistanê hatiye amadekirin. Qonseya Parementoya Ewrûpayê, di vî raporê de ji Dewleta Tirkiyeyê dixwaze ku di derbarê bicîanîna mafên çandinî ya Kurdan de gelek pêngav bavêje. Qonseya Parementoya Ewrûpayê, dixwaze pirsa kurdî, ne bi mantiqê asayîş û eskerî, lê bi şêweyekî global bê çareserkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku cudatiya çandinî û zimanan yek ji wan unsuran e ku mîrateya Ewrûpayê dewlementir dike. Mafên parastina çand û zimanê kurdîDi raporê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku Şertên Kêmnetew û Zimanên Herêmî bipejirîne, di serjimara pêş de hêjmara Kurdan bêkêmanî bê diyarkirin, derfetên fêrkirina kurdî bê peydakirin, di zanîngehan de dersên zimanên kurdî û wêje ya kurdî bê xwendin, bo malbatên kurdan derfetên fêrkirinê û agahdariyê bê pêşkêşkirin. Divê li Tirkiyeyê navendên ku çanda kurdî bide naskirin bên avakirin û divê Komeleyên Çandî yên Kurdî, bi şeweyek fermî bên avakirin û piştgiriya wan bêkirin. Hêjmara kurdan…Di vê raporê de hêjmara kurdan jî tê eşkerekirin. Ev hêjmar weha hatiye dabaşkirin; Li Tirkyeyê di navbera 12-15 milyon, Li Îran nêzikî 8 milyon, Li Iraqê 5 milyon, Li Sûryeyê di navbera 1-2 milyon, kurd hene.Li rojavayê Ewrupayê milyon û 300 hezar, li Efganistanê 200 hezar, li Azerbaycanê 150 hezar, li Lubnanê 80 hezar, Li Ermenistanê 45 hezar, Li Gurcistanê 60 hezar,Li Tirkmenistanê 40 hezar, Li Yekîtiya Emerîkayê 20 hezar, li Kanadayê jî 6 hezar kurd dijîn.Di dema pêşkêşkirina vî raporê de gelek ji parlementerên tirk, li dijî raporê derketine û nerazîbûnên xwe eşkere kirine. Mihemed Eren / Amed4.10.06–Ktv

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.