Ramyarî

Rapora Amnesty International:

Hozanê KURD · 27.06.2009 · 2 dîtin

Rapora Amnesty International: Ji ber zilma Sûriyê nalîna kurdan didome 15.06.2009 Rapora Amnesty International-AI ya 2009 an belav bû. AI, balê dikişîne ser zilma Sûriyê li ser li başûrê biçûk yê Kurdistanê, û hovîtiya Rejîma Baas ya li dijî kurdan bi hişkî rexne dike. Beşek ji raporê wisa ye: “Rewşa îdareya demî ku ji sala 1963 an ve heye, îro didomê. Îdareya demî mecalên bê sînor û mafên bêqanûnî dide hêzên ewlekariya Sûriyê ku xelkê bigirin û bavêjin zindanê. Azadiya hizirkirin û mafê komelan ji nêz ve tê şopandin û raçavkirin. Ji ber çalakiyên polîtîk û dîtinên xwe bi sedan kes hatin girtin. û ew xistin binê zîndanan. Dadgehkirina girtiyan bi şêweyekî bêhiqûqî tê kirin. Îşkence li kesên girtî tê kirin û kesên îşkencekar nayên girtin û cezekirin. Ji ber îşkencê 6 kes hatin kûştin. 17 kes bi destê polîsên leşkerî hatin qetilkirin. Xebatên parêzvan û çalakvanên mafê mirovan tê raçavkirin û ew di bin tehdît û heqaretê de jiyana xwe didomînin. Kurd dîskirîmîne dibin, û bi xurtî dibin qurbana bê welatbûn / mafê bê hemwelatiyê. Ew ji mafên civakî û aborî bêparin ûhw. Hişkî û dîskirîmînekirina jinan didome. Jin ji awira cinsî ve dibin hedefa lêxistin û hişkiyê deye. Rewşa girtiyên siyasî Bi sedan kes ji ber sedemên polîtîk hatin girtin. Hejmarek ji wan qûrbana hizirkirin, anku qurbanê dîtina xwe ne. Di nav wan de kesên mîna Ziad Ramadan û Mistefa Joughel hene ku, bi salan e nayên dadgehkirin. Dadgehên parastin, suc û leşkerî ne li gorî normên navnetewî karê xwe dikin û ji bo dadgehkirinek bi edalet, ji normên hiqûqî yên navnetewî re bê hurmet û dur in ew kes... Meshal al Temo di 15 ê Tebaxê de ji ber rêvebirina ”Kurdish Future Current group” ê û çalakiyên xwe hate girtin. Ew bi sucê `provekirina xelkê ji bo amadekirina şerekî navxweyî` 12 rojan di hucreyê de hate îzolekirin. Bi vê rêyê, çalakvanên kurd hatibûn sucdarîkirin. Ew dikarîbû bi mirinê jî bihata cezekirin. Dîskirîmînekirina kurdan Hejmara mînorîteta Kurd li Sûriyê ji % 10 e. Nalîna wan ji ber înkara dîskirîmenikirina nasnameya wan, û sînorkirina bikaranîna ziman û çanda kurdî didome. Bi 10.000 an kurdên Sûriyê di pratîkê de bê welat û nasname, anku mafê bêhemwelatî hatine hiştin. Ji ber vê rewşê, ew ji mafê civakî û aborî bê par dimînin. Di 10 îlonê de qanûna 49 an ji aliyê daîreyên fermî ve hate bi karanîn. Qanûn (Zagon) mafê kirîn û tapokirina xanî û erdên li sînorê Sûriyê bisînor dike. Bi karanîna vê Zagonê, mafê kurdan li cihê wan hate sînorkirin û rê li ber wan hate girtin.” Bi kurtasî kurd bi tevî xistin hepsa bê derî ji Zimanê Almanî hatîye wergerandin Mamoste

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.