Ramyarî

RAMANÊN SERÊ MIN

SELWA HESEN · 06.01.2009 · 2 dîtin

RAMANÊN SERÊ MIN

Di serê min de gelek çûk heneDi serê min de difirinHer çûkek stiranekê dibêjeBê dilovanî wan dikujinEz çibkim baskên min şkestîninDi nav çar dîwaran de dikim qêrînLê dengê min serê xwe bilind nakeXwîna dilê min hêdî hêdî diniquteBûye wek çemekî diherike Li ser kaniya dilê xwe,min gul çandinJi keçên gundê xwe re min kirin xirxalHer dengê xirxalan dihate minMin dizanî bû ez heme,ez difikirim Çûkên serê min ez gelekî diêşandimDidan ber min gelek şop û rêYek jê riya jiyanê bûLê tijî dirî û stirî bûnÇûk ji serê min nafirinJi nêçîrvanê bê dil ditirsinWê rok wereEzê vê tirsê bikujimVî nêçîrvanî bişewitînimHeger çûk nefirin gul şîn nabinZarok bi kêf nabinÛ stiran berdewam nakin 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.