Ramyarî

Rakirina xwendina bi zimanê Kurdî di Zanîngeha Kurdistanê de

Alixan Aras · 02.10.2005 · 2 dîtin

Rakirina xwendina bi zimanê Kurdî di Zanîngeha Kurdistanê deRejîma Komara Îslamî ya Îranê ku di sala çûyî de şaxa xwendina bi zimanê Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê de danîbû, bi vê hêcetê berdewam jêre propaganda dikir. Niha ew maf ji xwendekaran standiye û xwendina bi zimanê Kurdî ji bernameya Zanînega Kurdistanê (Sine) hatiye rakirin.Eva di demekê de ye ku gelek xwendekaran îsal di "Kunkor" (ezmûna çûn bo zanîngehê)ê ew şaxa xwendinê ji xwe re hilbijartiye. Hêjayî gotinê ye ku xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî di xwendingeh û zannîngehan li Kurdistana Îranê de ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê hatiye qedexe kirinJi Rojnama AgirîR.B

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.