Ramyarî

Rakel Dînk: Nivîsandina van rêzan dijwar bû delalê min o(*)

Wergera ji tirkî: Alî Alxasî · 25.01.2007 · 2 dîtin

Rakel Dînk: Nivîsandina van rêzan dijwar bû delalê min o(*)Dostên hêja, îro nîvê bedena xwe, delalê xwe, bavê zarokên xwe, mezinê malbeta me, birayê we em bi rê dikin. Bêyî ku em nerehetîyê bidin yên ku li rastê, li çepê, li pêşîyê, li paşîyê, bêyî ku em bêrêzîyê bikin, bêyî ku em sloganan bavêjin pankartan vekin em meşeke rêzlêgirtinê dikin. Emê îro bi bêdengîyê dengekî mezin bilind bikin.Salê xwe çend dibin bila bibin, bila 17 an jî 27 bibe, kujer kî dibe bila bibe dizanim ku wextekî pitik (bebek) bû. Bêyî ku ji pitikekî afirandina kujerek nekeve ber pirsê tu tişt nabe xwişk û birayên min.  Delalê min o,berî bedena te kal bibe, berî tu nexweş bibî, berî tu ji hezkirîyên xwe têr bibî cûyî. Emê jî werin delalê min o, heta ew bihûşta bêhempa … Tenê evîn dikeve wê derê. Li wê derê emê bi evîna rastîn ligel hev heta dawî bijîn.Hezkirinek ku napelikîne(kıskanmayan), nakuje, nizm nabîne, kînê nagire, dibaxşîne, rêzê li birayê xwe digire, hezkirina li gel Mesîh heyî... Kîja şevereşî kirinên xwe, gotinên xwe dide bîrkirin delalê min o! Ma tirs e? Ma jîyan e? Ma zilm e? Ma zewq û sefayê Dunyayê ye? An jî mirin e delalê min o?Min jî ji te ra nivîsand, nama evînê delalê min o! Nivîsandina van rêzan dijwar bû delalê min o! Ji bo wî tabu tunebûn. Bedelekî mezin da.Bi nefret bi heqaret, bi xwînek ser xwînekê ra girtin pêşerojên rind-xweş nabin xwişk û birano. Xwînek ser xwînekê ra girtin nabe xwîşk û birano. Berî ku bedena wî kal be ji nişkeva ji hezkirîyên xwe veqetî. Emê jî werin delalê min o. Tenê evîn dikeve wê derê. Li wê derê bi evîna rastî emê bi hevra bigîhîjin bihûşta bêdawî. Hezkirina ku tu kesî napelikîne, hezkirina ku çavê xwe ne li malûmilkê tu kesî, hezkirina ku çavê xwe ne li malûmilkê xwîşk û bira. Ax delalê min o, kar û xebatên te, tiştê te gotî kî dikare ji bîr bike delalê min o! Tirs dikare bide bîr kirin? Ma jîyan? Ma zilm? Ma zewqûsefa? Qey mirin? Qet tu tişt delalê min o. Tu ji hezkiriyên xwe veqetî, ji zarokên xwe veqetî, ji nevîyên xwe veqetî, ji hembêza min veqetî lê ji welatê xwe veneqetî delalê min o. Xwîşk û birayên min, evîna wî a ji bo dostanîyê ew anî vê derê. Hezkirina wî a ku li hember tirsê, bê tirs disekinî ew mezin kir. Dibêjin ku ew merivekî mezin e. Ji we dipirsim, ma ew mezin ji dayîk bû, ew jî wekî me ji dayîk bû. Ew jî ji axê bû, wekî me bedeneke ku dirize, evîna di çavê wî da ew mezin kir. Mirov bi xwe xwe mezin nabe, kar û xebatên mirovan mirov mezin dike. Belê ew mezin bû, ji bo ku ew mezin fikirî, mezin got. We bêdeng mezin axaft. Hûn jî mezin in. Bi evqasî nemînin. Bi nefret, bi heqaret bi xwînek ser xwînekê ra girtin biratî nabe. (*)Axaftina hevjîna Hirant Dînk, Rakel Dînk a ku di merasîma cenezeyê wî da roja 23.01.07 an da kiri. Wergera ji tirkî: Alî Alxasî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.