PNA – Di bareya daxuyanîya evê dawî de ya Bizava Gorran a ku daxwaza hilweşandina parliyament û hukûmeta herêma kurdistanê kirbû, ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi hêz û alîyên siyasî re belav bû. Ev jî teksta wê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan Ragihana dawî ya kombûna serokê herêma kurdistanê ya bi serokatîya parliyamentê û hukûmetê re û bi hêz û alîyên siyasî re, ya di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de Evroj yekşembê 30/01/2011 bi serperiştîya serokê herêma kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û bi amadebûna serokê parliyamenta herêma kurdistanê, serokê hukûmeta herêma kurdistanê, serdar û sekreter û nûnerên hemû hêzên siyasîyên herêma kurdistanê, kombûnek di bareya daxuyanîya Bizava Gorran de hat sazdan. Di evê kombûnê de rêkevtin li ser evan xalan pêk hat: 1- Em partî û alîyên siyasî dubare dikin, ku her pîkolek ji bo sazkarîyê û guherînê, divê di çarçêweyê proses û rewayîya (şer`iyyeta) siyasî û qanûnî de bin û ev dam û dezgehana jî bihên paraztin, evên ku ji encama hilbijartinan û vêna (îradeya) dengderên kurdistanê ne. Em ji her alîyekî jî qebûl nakin, ku ew bibe egerê (sebebê) xerabkirina rewşa asayiş, hêminî û jîyana bi hev re ya aştîxwazane ya navbera hêz û alîyên siyasî û hemû pêkhatên gelê kurdistanê. 2- Em dupat dikin, ku pirsên neteweyî, niştimanî û kar û têkoşîna hevpişk giring in, da ku destkevtên neteweyî û pirsên çarenivîssaz bihên paraztin û da ku erk û armancên niştimanî jî pêk bihên. 3- Em dupat dikin, ku pirsên siyasî û neteweyî giring in û em hebûna opozisiyona qanûnî, aştîxwazane û parliyamentarî jî giring dibînin û em evê yekê, dîyarokeka pozetîva evê qonaxa herêma kurdistanê dibînin. 4- Hebûna kêmanîyan, arêşe û gendelîyê pirseka reyalistîk e û li herêma kurdistanê hene û em daxwazê dikin, ku hukûmet û opozisiyon, civaka sivîl û hemû hêzên heyî, heryek ji alîyê xwe ve beşdarîyê di pêşvebirina pêvajoya sazkarîyê de bike û kêmanîyan kêm bike, astê jîyana hevwelatîyên herêma kurdistanê baştir bike û ezmona hukumdarîyê û demokrasîyê li pêştir bixe. Di dawî de, em daxwazê ji hemû hevwelatîyan û hêz û alîyên siyasî û niştimanperwerên herêma xwe dikin, ku ew parêzgarîyê li giyanê biratîyê û jîyana bi hev re ya navbera xwe bikin û hoşyarîya qanûnî û exlaqîya xwe biparêzin. Herweha, em hevwelatîyan û çavdêr û alîyên peywendîdar jî dilhêsayî dikin, ku dê rewşa siyasî û asayişa herêma kurdistanê aram û cihgîr be. - Partîya Demokrata Kurdistanê - Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê - Yekgirtûya Islamîya Kurdistanê - Komela Islamîya Kurdistanê - Partîya Komonîsta Kurdistanê - Partîya SosiyalDemokrata Kurdistanê - Bizava Islamîya Kurdistanê - Yekîtîya Neteweyîya Demokrata Kurdistanê - Bizava Demokratîka Gelê Kurdistanê - Bizava Demokratîka Turkmanî - Partîya Karkir û Rencderên Kurdistanê - Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê - Bizava Sazkarîyê ya Turkmanî - Lîsta Hewlêrê ya Turkmanî - Encûmena Millî ya Kildanî-Siryanî-Aşûrî - Partîya BêtNehrên a Demokratîk - Bizava Demokratîka Aşûrî - Nûnerê Armenîyan ê li Parliyamenta Herêma Kurdistanê