ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Delil · 16.12.2007 · 2 dîtin
Qedafî:” Li ser meseleya piştgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu daxwaza dewlete kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin.”Qedafî piştgiriya xwe ji bo gelê kurd dubare kirQedafî:” Li ser meseleya piştgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu daxwaza dewlete kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin.”Duhî êvarê serokê Libyayê Muamer Qedafî li Parîsê pêşwazî li şandeyeke partiyên siyasî ên kurdistanî kir ku pêşkatibû ji nûnerê serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Barzanî, nûnerê YNK li Fransayê Berzan Ferex û çend nûner û kesayetiyên siyasî û civakî ên kurd li Parîsê.Qedafî di hevdîtinê de piştgiriya xwe ya daîmî bo Mafê Diyarîkirina Çarenivîsa xwe a gelê kurd dûpat kir û got:” Ez tim li gel gelê kurd bûm û min qet vê helwesta xwe neguhert û ji ber vê piştgiriya min a ji bo gelê kurd ê li her çar parşeyên Kurdistanê gelek rexne li min hatiye girtin.”Qedafî got:” Qenaeta min bi edaleta kurd heye lewma hertim û dema şoreşa Lîbyayê heta îro helwesta ne neguheriye li hember kurd û gelê Kurdistanê.Min her piştgiriya we kiriye.”Qedafî li ser rexneyên ku li wî tên girtin jî got:” Tirkiye, Suriye û dewletên din bi dijwarî rexne li me girtine li ser helwesta me ya li hember kurdan lê min gotiye û dibêjim gelê kurd ku li ser axa xwe dijî, wek gelê din Mafê Diyarîkirina Çarenivîsa xwe heye.Qedafî da zanîn ku hertim li dijî siyaseta Sedam a li hember gelê kurd rawestiye û piştgiriya bizava rizgarîxwaz a gelê kurd kiriye.Qedafî li ser mijara serbixweyiya Kurdistanê jî got:” Berevajiya xelkê ku tirsa wan ji avabûna dewleteke kurd heye û wek xeter bi nav dikin, bi ya min avabûna dewleta kurd qet ne xeter e û mafê gelê kurd e çimkî li ser erd û ava bav û bapîrên xwe dijîn, axa kesî jî dagîr nekirine.”Qedafî got:” Li ser meseleya piştgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu daxwaza dewlete kurd dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federal dikin
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.