ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Cankurd · 02.08.2009 · 2 dîtin
Berî niha, bêtir ji 60 salên bi xebat û kefteleftê dagirtî, pêşewayê şehîd Qazî Mihemmed û rêberê herheyî Mustefa Barzanî, du darên Demokratiyê di xuliya ‘xaka’ Kurdistanê de çandin, herdu bi navê Partî Demokratî Kurdistan, şehîdê mezin Qazî Mihemmed dara xwe bi xûna xwe, û nemir Mustefa Barzanî bi xebat û têkoşîna xwe ya bê wekanî, herdu darên xwe avdan. Li Mahabadê bi zûkî dara yekê ajda û bejin da, guleke mezin û rûgeş û navdar jê pêda, di dûroka me de bi navê “Komara Kurdistan” têye nasîn. Serok Barzanî Pêşewa Qazî MihemmedEw dara ji destpêkê de bi xûna çandêrên xwe hatiye avdan, ta roja îro jî pêşmêrên neteweya Kurd, xûna xwe di ber de didin, serkêşên PDK-Iran, li pey hev ji aliyê kuşterên mirovan ve, ji aliyê neyarên gelan ve, hatîne têrorkirin. Bo dara duwê jî hîn bêtir xûna gelê me bi destê zorbazên hovane hate rijandin, hema çandina wan herdu darên Demokratiyê di axa ‘xuliya’ Kurdistanê de gaveke pîroz û giring bû, îro em bi çavan dibînin ku çendîn gelê me bi gulên ji dara duwê pêda bûne û bi serkeftina demokratiyê li başûrê Kurdistanê dilşad û serfiraz e. Îro teviya jîhana pêşkeftî piştvaniya xwe bo gelê me li başûrê Kurdistanê tîne zimên û neyar û xêrnexwazan bi dexsînî, bi nevînî, bi kîn û bi keseran li serkeftina gelê me dinêrin, hema nikanin tiştekî bikin, an ziyaneke mezin bigihînin gelê Kurd ku di van sed salên derbazbûyî de her roj ketibû ber kêrên wan û wekî pezekî dihate serjêkirin. Îro gulên Demokratiyê li Kurdistanê vebûne û geş bûne, bihneka gelek xweşik jê tê, û soz û peymana ku Barzaniyê nemir bo pêşewa di rojeke teng û reş û xemgîn de da bû, îro bi cîh hat. Dr. A. Qasimlo Dr. ŞerefkendîSerketina gelê me li başûrê Kurdistanê di vê hilbijartinê de, hilbijartina endamên parlemanê û ya serekê herêma başûrê Kurdistanê, berî her kesekî li ser rûyê zevînê, serketina têkoşîn û xebata herdu rêberên me yên mezin e, pêşewa Qazî Mihemmed û Barzaniyê nemir, pişt re ya hemî şehîdên neteweya Kurd e, û serketina girtiyên Kurd e, ewên ku ta niha di zindanên dewletên şeryarên Îran û Sûriye û Tûrkiyê de, di ber kêşeya neteweya xwe de têne îşkencekirin an binzorkirin.De bila ev gula ku li Hewlêrê îro vebûye û geş bûye diyariya me tevan be, çi li bakur û başûr, çi li rojhilat û rojava, û çi li mişextegehên teviya jîhanê, bo şehîdên Mahabad û Sine, Helbeçe û Barzan, Qamîşlo û Efrîn, Amed û Botan, û bo hemî şehîdên dî yên Kurdistanê, û bo rêberên neteweya me ya di dûrokê de pir êşandî, û bi taybet Ji serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî de, ta bi lehengiya bê wekanî ya Mazlûm Dogan…Divê em di van rojan de li ser gorên pêşewa Qazî Mihemmed, Barzaniyê nemir û kurê wî yê têkoşer Idrîs Barzanî baxên gulan deynin û dilsoziya xwe ji wan re bînin zimên, ku ji bo Demokratiyê di Kurdistanê zor xebat kirine.Bêguman, ev serketin a mezin a Demokratiyê, tevî hemî çewtî û kêmaniyên di roja hilbijartinê de çêbûne, bê têkoşîna serok û rêberên partî û rêkxiraw û saziyên ramiyarî û civakî yên demokrat û yên niştimanî li teviya Kurdistanê çênedibû, û di serî de herdu rêberên mezin, Mam Celal Talbanî û serok Masûd Barzanî…De bila em tev darên Demokartiyê, ku bi destên pêşewa Qazî Mihemmed û rêber Barzanî yê nemir hatine çandin, bi xûna xwe biparizin.Xwedê piştvanê gelê me be.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.