Ramyarî

Qatilyama hovana ya Singal!

Delil · 15.08.2007 · 2 dîtin

NÛÇE Mesûd Barzanî dixwaze ko hikûmet û xelkê Kurdistanê li hawara êzidiyên Şingalê biçin » Mesûd Barzanî BEXDA, 15/8 2007 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di beyannameyekê de ji Bexdayê gazî xelkê Kurdistanê dike û ji wan dixwaze ko ew xwe ji bo rû bi rûbûneka tam digel dijmên kurdan û terorîstan amade bikin. Ji hikûmet û xelkê Kurdistanê dixwaze ko ew bi hemî pêçêbûnên xwe ve li hewara kurdên êzidê biçin. Ew di beyannameya xwe de dibêje ko êdî zêdetir tehemûla vê rewşê nahêt kirin. Ev ya li jêr teksta beyannameya serokê Kurdistanê ye: Bo serokatiya civata wezîran, wezareta pêşmergeyên parêzvanên herêmê, wezareta nevxwe, wezareta saxlemiyê ......... Di wî wextê ko me tê de bi hêviyeka mezin serdana Bexdayê kir da ko digel cenabê serokkomarî û berpirsiyarên din, pêkve çareseriyekê bo van astengên Îraq tê de derbas dibe peyda bikin, di vî wextî de terorîstên ko li dijî her bihayekê mirovatiyê ne, tawaneka din ya mezin di derheq kurdên resen yên êzidî de li devera Şingalê encam da û bû egera şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan bê gunehan. Em bi xeyidîneka mezin vê tawanê mehkûm dikin. Em dizanin ev demek e îstîxbaratên çend dewletan bo zêdetir encamdana tawanên ji vî rengî li dijî kurdan, li Kerkûk û Mûsil û Diyaleyê, amadekariyan dikin da ko ew, li gor hisêba xwe, van deveran ji kurdan vala bikin. Gelek xwiya ye ko çavên hinek xwefiroşên ji nav de jî li wan terorîstan e û pişta wan digirin, her ji ber vê: Yek: Ez ji gelê Kurdistanê dixwazim ko xweragir bin û xwe ji bo rû bi rûbûneka tam digel dijminan amade bikin û nabe bi çi terzekî ew xweziya dijminan bi cih bê û ew dever bên vala kirin. Du: Daxwazê ji hikûmeta federal û hêzên pirnetewe dikim ko sinorek bo van tawanên ko li dijî kurdan tên encam dan bêt danîn. Sê: Ez daxwazê ji hêzên herêmê dikim ko ew bi hemî pêçêbûnên xwe ve li hawara xelkê Kurdistanê li wan deveran yên ko bûne armanca terorîstan û dijmên kurdan biçin û bi dijwarî li terorîstan û hemiyên ko hevkariyê digel wan dikin bidin û êdî zêdetir tehemula vê rewşê nahêt kirin. Çar: Bila wezareta saxlemiya herêmê û hemî xelkê Kurdistanê bi her çi ya ko ji dest wan bihêt arîkariya lêqewmiyan bikin û ew arîkariya pêwîstiya wan pê heyî ber dest bikin. Ez ji xudê mezin dixwaz im ko cihê şehîdan beheşt be û hêviya saxbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim. Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê 15/8 2007

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.