ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hozan Bawer · 13.12.2007 · 2 dîtin
Qamişlo Kevirên kînê derengmayîna te hişyar kirLi xaka evînê sor sor belav bû.Soregulên hêsirên dayîkan, lîlandina felekê guhên ezmên qulquland.De lêxe berxê bavê mino lêxeDê lêxe siwarê min lêxe.Ji çavên xezebê reşbaran dibareÛ ji çavên te şevnem dibare, welatê min avdide,Darên azadiyê bel dibin, disitrênin “Welatê me Kurdistan eCih û meskenê kurdan eHer mêrekî bi sed mêran e”Tuxûbên tirsnakan, teng bûn, tuxûbên te berbi asoyên vekirî ve, gulzarên xwe hilokirin.Kaniyek ji ava serhildanê bi jor jor ve hildikişe.Tu tê pakrewanê min û bang dikî :Va li vir im, zindî me, we zindî dikim, zindîbûnê bi xwe re radikim û we bi xwe re dispêrim zindîbûnê, li ser zindîstana evînê bi hev re dibêjin:“Ey şehîd şehîdŞehîd tu namirî, şehîd tu namirî”siwarê min, te pencer li me vekirin, şevên dirêj birrîn, bi roniya bajarê evînê, serî li Mehabad, Hewlêr, Sulêmanî û Amedê dan.Deng hat, bilind bû bangkir:”Kurdistan çar parçe yeQamişlo Helebeçe ye”Kurdaxa min bi hawarê ve hat, Mizgîn der bû Mezgîn hilat, Mizgîn bûka Kurdistan,Bisk û tembûrîkên xwe şehkirin, berdan, ji bo xatirê te Qamişlo, kirin nêrdewana evîneke nemir, çavên mêrxansan pê melhemkir sûnda xwe xwar:”Yan Kurdistan yan neman”Çavkaniyên xewnên te dipeqin, dipijiqin,serê sirûdên me dixemilênin.Hêsira min a pêşî hingifte jêrzemîna kenê te, bendîxanên reş te ronîkirin.Dastanên qehremaniyê ji ser girnijîna lêvên te bar nakin.Çilmisîna te bi cegerdariyê mişt bû, reşgirêdanên dayîkan kesk vedan.Te em hînî nexatirxwestinê kirin û bang kir :“Min divê her tim bilind beala rengîn kesk û zer” Ewrên miştduman te belawela kirin, bi evîna xwe a ji matayînê, perengên dilê me bi kulîkan giyandarkir. Robarên me, îro zelal in, ji velerizînê, gulgenimên peyvê ji newrôzên Adiyan re amade dikin.Hawara te, çarçirayên vemirtî vêxistin, Qele û minareyên ji hişketî saxkirin, Ameda bedenkirî bi hêrzkir, Dêrsîm li dengê Seyid Rîza zivirand, Pîran mû bi mû sipî xemiland.Te Kobana minî delal qet ji silava xwe bêpar nehişt, rengê agir, di sînema Amûdê de, te vegerande sipî û te qîr da:“Kurdistan yekparçe ye,Qamişlo Helebçe ye”TENGEZARÊ MARÎNÎ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.