ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Xebat · 08.10.2005 · 2 dîtin
Do, li hinek deverên cihê prosesa dabeshkirina reshnivîsa Destûra daîmî a Îraqê destpêkir. Ev yeka hanê jî ji bo agahdarbûn li ser naveroka vê Destûrê ye ku, biryar e li 15 vê mehê xelkê Îraqê di rapirsîyekê de, li ser deng bide.Berpirsekî UN’ê li ser rewsha vê prosesê nîgerana xwe derbirî û got: prosesa dabeshkirina Destûrê bi ser xelkê Îraqê de gellek hêdî birêvedice... 10 rojan kêmtir wext maye ji bo dengdan li ser vê Destûrê. Vî berpirsî ev jî ragehand ku, nikarin wekî soz hatiye dayîn ku ew 5 mîlyon Destûranan bi ser xelkê de dabeshbikin. Ji ber ku demeke gellek kêm maye. Dîsan wî berpirsî ew jî rageyand ku ji wê Desturê sê mîlyon û 500 hezar bi Erebî ne, yek mîlyon bi Kurdîye, 500 hezar jî bi zimanê Turkmanî û Asurî ne..XebatW: Aso
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.