Ramyarî

Propogandaya Hilbijartinan Bi Şerê Name û Belgeyan Destpêkîr

Newzad Mihemmed · 03.06.2009 · 2 dîtin

Propogandaya Hilbijartinan Bi Şerê Name û Belgeyan Destpêkîr

 Silêmanî – Li Kurdistan’ê bi destpêka pêvajoya hilbijartinên parlamanê, di navbera rakîbên siyasî de şerê psîkolojîk û propoganyada reş jî destpêkir. Piştî tomarkirina Lîste ya Goran li Komisyona Serbixwe Ya Hilbijartinan, Noşîrwan Mistefa rûbirûyê êrişeke dijwar ya ragihandina YNK’ê û PDK'ê bû. Di encam de di Malpera Sibey de Noşîrwan bi aşkerekirina çendîn belgenameyên serdema şerê navxweyî bersiv da. Paşê Cîhgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl navbençitiyê kir û êrîş rawestiyan. Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkî Noşîrwan Mistefa û polîtburoya YNK’ê ji Rûdaw'ê re wiha dibêje: ''Piştî ku Kak Noşîrwan beşek ji yadaşt û belgenameyan belav kir, Mam Celal hinek belgenameyên taybet bi Kak Noşîrwan jê re şandin û got ger tu wan ranewestîne, em ê jî wan belav bikin.'' Di derbarê naveroka wan belgenameyan de jî heman çavkanî wiha axifî: ''Di nav wan belgenameyan de hinek nameyên Kak Noşîrwan hene ku di wextê xwe de ji alîgirên xwe re nivîsîne û li cem Mam Celal bûn.'' Lê Endamê Encûmenê Dezgeha Wişe Mihemmed Tofîq Rehîm di daxwiyaniyekê de bo Rûdaw'ê dibêje: ''Paşve kişandina yadaştên Noşîrwan Mistefa ji Malpera Sibey ne li ser daxwaza Mam Celal bû. Ji ber xelet hatin ravekirin, Kak Noşîrwan bi xwe jê derxistin.'' Li ser heman mijarê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd nerînên xwe wiha tîne ziman: ''Pêwist e hîç hêzekî mesela rabirdû neyîne pêş. Yasa û reklamên hilbijartinê hene. Divê bi destpêkirina propagandeya hilbijartinê re aliyên siyasî êriş nekin ser rabirdûya hev. Ger rabirdû jî bînin holê, ew reklama ne baş têra hemû aliyan dike beramber jî wan bikar bîne. Ya herî baş hîç aliyek xwe navêje bextê rabirdû.'' Bi baweriya çavdêrên siyasî, ev yekemîn hilbijartina girîng e ku Kurd xwe jê re amade dike. Ji ber şêwazên hevpeymaniyê û beşdarvanan bihêz û bibandorin û herwiha opozîsyonên bihêz derketine holê. Wek Lîste ya Goran û herçar hizban. Sekretêrê Zehmetkêşên Serbixwe Qadir Ezîz jî rewşê wiha rave dike: ''Ger propagandeya hilbijartinê ji yasa û binemayên hilbijartine jî derkeve normal e, ji ber hilbijartina vê carê cuda ye û milmilaneyeke mezin heye. Cara yekê ye ev milmilane li Kurdistan'ê çêdibe.'' Sekretêrê Partiya Sosyalîst Demoqrata Kurdistan'ê Mihemmed Hacî Mehmud, pêşbînî dike serkirdeyên hizban xwe bavêjin bextê rabirdûya hev û didomîne: ''Ji bo xirabkirina hev û bidestxistina dengan, ne dûr e bûyerên nehênî yên hev jî aşkere bikin. Li gor min ev tiştekî negatîf û ne yasayî ye. Dibe ku reklam bighe wî astî kê kî kuştiye, ke jin û zarok jinav birine û tiştên kambaxtir jî.'' Destpêka belgenameyên Noşîrwan Mistefa bi wan nameyên taybetî yên Talabanî û Barzanî dest pêdikir ku di kêliya destpêkirina şerê navxweyî de ji hev re şandine û dihat çaverêkirin belgenameyên ji wan dijwartir belav bike, ger ranewestandiba. Qadir Ezîz da zanîn ew wek Lîste ya Xizmetguzarî û Çaksazî ya herçar hizban bi mebesta hilbijartineke paqij birêve here û di dema propagandeyên hilbijartinê de behsa rabirdû neyê kirin û hevdû xirab nekin bi Lîste ya Kurdistanî re rûniştine. Qadir Ezîz wiha axifî: ''Di vî warî de rêkeftin çêbûye û hemû lîste gotûbêj dikin.'' Mihemmed Tofîq Rehîm bê agahiya xwe ji wê rêkeftinê pêşan da û diyar kir ku hayê wan ji tiştekî wiha tune, ger tiştekî wiha hebûya divabû hayê me jê heba. Berpirsê Ofîsa Hilbijartinên YNK’ê Şoreş Îsmaîl, bê wêya rêkeftin û gotûbêjan piştras bike, got: ''Em ji aliyê xwe ve rêz li yasayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan digrin û ji yasayên komisyonê dernakevin. Rêkeftin pêwist nake û divê hemû hêzên siyasî rêz li yasayên hilbijartinê bigrin û hilbijartineke nimûneyî û modern birêve here.'' Ya vê hilbijartinê ji her hilbijartineke din cuda dike û milmilaneya navbera aliyan bihêz dike, navê wan lîsteyan e ku ji aliye hêzên din ve pêkhatine. PDK û YNK bi Lîste ye Kurdistanî, Noşîrwan Mistefa bi Lîste ya Goran, Herçar Hizib bi Lîste ya Xizmetguzarî û Çaksazî, Hêzên Çep jî bi Lîste ya Dadperweriya Civakî û Çaksazî tevî hilbijartinan dibin. Çavkaniyekê daxwiyand: ''Ya herî zêde YNK acis kir navê lîste ya Noşîrwan Mistefa ye. Ji ber ev nav navekî provaktîf e û bala dengderan dikşîne.'' Rêvebirê Giştî yê Ofîsa Silêmanî ya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan Tahîr Mihemmed Emîn bibîr anî, li gor yasayên komîsyonê aliyên siyasî nikarin hevdû xirabbikin: ''Nabe li cihên giştî pile û payeyên berpirsan bên bikaranîn, her qewareyeke siyasî dikare li komîsyonê dozê li ser wan aliyan tomar bike, ku mafê wî bin pê dike. Aliyên guh nedin vê yekê wê sezayên wek xirametkirin, zîndan û derxistin jî têde ye.''rudaw.net  

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.