ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 03.03.2009 · 2 dîtin
Rêvebirê Karûbarên Êzdî ya li Wezarata Diyanetê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku nuha ji bo pêşvebirin û avakirina parestgeha Lalişa Nûranî, projeyek tê amadekirin. Li gor nûçeya rojnameya Xebatê Rêvebirê Karûbarê Êzdî Xeyrî Buzanî ragihand ku duhî ji bo gotûbêjkirina çawaniya projeya pêşvebirina Parestgeha Lalişê civîneke fireh hate pêkanîn û di civînê de Mîrê Êzdiyan Tehsîn Beg û Civata Ruhanî û vekolerên şinûwarnas û tîmeka endezyariyê beşdar bûn.Buzanî got:”Proje li ser wezîfedarkirina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê pêkanîn.Amanc ji projeya pêşvebirina Lalişê, ew e ku ew binpêkirin û şêwandinên li avahiyên parestgehê bên rakirin û Laliş bibe cihekî serincrakêş ji bo tûrîstên biyanî.Her weha dê çend cihên xizmetguzariyê li nêzî Lalişê bên çêkirin.” Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.