Ramyarî

Proje ya YNK’ê: Hizbên Kurdî Destên Xwe Ji Karê Hikûmetê Dikşînin

Elî Heme Salih · 27.12.2008 · 2 dîtin

Proje ya YNK’ê: Hizbên Kurdî Destên Xwe Ji Karê Hikûmetê Dikşînin

Hewlêr - Proje ya YNK’ê ya di derbarê cudakirina karên hikûmet û partiyên siyasi tê nîqaşkirin. Serokê Herêma Kurdistan’ê û hikûmet jî projê pejirandîn e. Çav li rê ye ku di demekî nêzîk de proje bi awayekî fermî pêşkêşî serokatiya herêmê û civata wezîran bê kirin. Piştî pirsgirêkên li nav YNK’ê derketîn, ji bo başkirina rewşa navxweyî ya YNK’ê, ji alî 4 endamên mekteba siyasî ve ev proje hatiye amadekirin û Sekreterê YNK’ê Celal Talabanî hatiye pêşkeşkirin. Di serdana dawîn ya Silemanî de ya Celal Talabanî bo pêkanîna projeye çend lijne hatine damezrandin. Di asasê projeye de nerazîbûnên girseya YNK’ê li beranber hikûmetê heye. Di roja 18/12/2008an de di civîna Mekteba Siyasî ya YNK’ê de li ser projê hat axaftin û ji bo cûdakirina karûbarên hizbî ji hikûmetê biryar hat girtin û ev yek bi awayekî fermî hat pejirandin. Berdevkê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar piştî civînê di daxwiyaniya çapemeniyê de ragihand ku Mekteba Siyasî ya YNK’ê  projê pejirandi ye: "Emê zûtirîn wext projê ji bo lebetên PDK’ê bi rêkirin û bicîh binîn.” Çavkaniyekî ji Mekteba Siyasî ya YNK’ê ji Rûdaw’ê re ragihand: "Ji bo serkeftina projê, Celal Talabanî bi fermî projê wê bide PDK’ê da ku ji ew jî nêrînên xwe yên nîşan bikin.” Li gor  agahiyan, Talabanî li gel Serokên Herêm û Hikûmeta Kurdistan’ê projeyê giftûgo kirîye. Li aliye din Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Mesûd Saleyî ji Rûdaw’ê got ku haya wan ji projeye nîne; "Heta  niha di civînên partiya me de li ser vê projê nehatiye axaftin û me ev proje nedîtiye.”Saleyî, projeyekî bi vî şeklî ji bo cûdakirina karên hikûmetê ji yên partiyan wek tiştekî 'girîng' binavkir: "Pêwîstiya Kurdistan’ê bi projeyên çalakkirina dam û dezgehan heye.” Berdevkê PDK’ê piştgiriya xwe ya proje yê jî nîşan da: "Her çi projeyên  ji bo başkirina karên hikûmetê be, wê ji bo Gelê Kurd baş be. Ev proje piştî gihîşt me, emê jî giftogû bikîn.” Berdevkê YNK’ê, Azad Cindiyanî jî dibêje Serokê Herêma Kurdistan’ê û Serokwezîr ji vê projê haydarin: "Mam Celal di derbarê vê mijarê de li gel Kek Mesûd û Nêçîrvan Barzanî giftûgo kiriye û proje bi dilê wan e. Proje wê bibe bernama herdû mektebên siyasî yên Partî û YNK’ê. Dibe ku di demekî nêzîk de li ser vê mijarê herdû mektebên siyasî jî bicivin.” Xetên ProjêPiştî desthilatiya 17 salan yekem proje ya fermî ji bo cûdakirina deshilata partiyan ji hikûmetê tê nîqaşkirin. Li aliye din heta niha behsa detayên naveroka proje yê nehatiye kirin. Proje bi şeklekî giştî behsa cûdakirina hizb û hikûmetê ye. Berpirsê YNK’ê li Bexda, Sadî Ehmedê Pîre xetên projê ji Rûdaw’ê re ragihand: "Armanca mam Celal ew e ku hizb destwerdanê li bernameyên hikûmetê nekin. Li gor  projê nabe rêveberên melbend û liqan bibin walî, rêveberên navçe û komîteyan bibin qeymeqam. Nabe hizb dest li karûbarên parvekirina zevî, qisim û xaniyan bike. Damezirandina xelkê li ser bingeha hizbî niha gelek bêwate ye û pêwîste nemîne. Hinek dezgehên ewlehiyê yên giring hene û nabe girêdayî aliyekibin. Dibe ku ji niha ve ji bo kêmkirina destlêwerdanê hewldan bên kirin. Lê wê ev proje ji bo kabîneyadema peşîn be.” 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.