ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Hawar Ebdulrezaq · 18.01.2010 · 2 dîtin
Rûdawnet – Taybet: Profêsorê Brîtanî William Park dibêje nakokî û hevrikiyên di navbera Tevgera Goran û YNKê de bandorê liser helwêsta Amerîka beramerî Kurdan dike: "Ger ev nakokî berdewam bin dibe ku Amerîka pişta xwe bide Hewlêrê." William Bill Park, profêsorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha King li bajarê London û pisporê siyaseta derve ya Tirkiye û karûbarên navxwe yên Iraq û ewlekariya Ewrûpa ye ku di sala 2003an de, dokumentek bi navê "Navçeyeke stratejîk, parçebûna siyasî: Tirkiye, Amerîka û Bakûrê Iraqê) liser Kurdistanê weşand, herwiha sala 2004an pertûkek bi navê "Kurdên Iraq û Tirkiyê: Tecrubeyek bo Siyaseta Amerîka" belav kir. Di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, Park nerînên xwe derbarê hevrikiyên di navbera YNKê û Tevgera Goran de radixe ber çavan. Navbirî got ku dijminên gelê Kurd bi van nakokiyan kêfxweş dibin û hewl didin sûd ji wan wergirin. Ji ber nakokiyên di navbera Goran û YNKê de, rewşa ewlekariyê li bajarê Silêmaniyê xirab bûye lewma Park dibêje: "Mesele ne tenê şerê devkî ye, wek mînak birîna nanê 2 hezar karmendên hikûmî ku alîgirên Goran bûn, rûyekî din ê meselê ye." Park wiha axivî: "Di warê siyasî de, YNK di rewşeke dijwar de derbas dibe nemaze Talabanî ji ber ew niha bi guman in û hilbijartinên dahatû yên parlamenê Iraqê mesele hinekî din aloztir kir. YNK heta jê tê hewl dide ku postên girîng ji dest nede." Herwiha Park got: "Berevajiya YNKê, PDKê Tevgera Goran wek tehdîtekê liser xwe nabîne." Di destpêka vê mehê de Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî û Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa şerekî devkî yê tund dijî hevdu destpê kirin ku bi baweriya pisporan ev nakokî dibin sedemê lawaziya Kurdan li Bexda. Li gor Park: "Nakokiyên navxweyî bi awayekî giştî hiştine her nakokiyeke navxweyî di nav Kurdan de ji çavdêrên derekî re wek tiştekî xwezayî bê, lewma girîngiyeke ewqasî zêde nadin rewşa Kurdan, lê dibe ku ev nakokî liser astê derekî Kurdistana Iraqê lawaz bikin." Derbarê bandora van hevrikiyan liser astê navxwe jî, Profesor Park dibêje: "Liser astê navxweyî jî, PDK bihêztir dibe, YNK êdî nabe ew hevpişkê yeksan ê hevpeymaniya stratejîk, lê pirs bi awayê guherîna van nakokiyên navxweyî ve girêdayî ye. Gelo PDK desthilata xwe liser Kurdistana Iraqê berfirehtir dike? Gelo PDK dikare li gel Goran kar bike wek şirîkê hikûmet û siyasetê??" Bi baweriya William Park tehdîtên Talabanî ser Noşîrwan Mistefa; "Ne hêja û ne pêwîst bûn jiber ev çend sal in ew li gel Noşîrwan bû. Diva bû Talabanî neaxifîbana." Li gor hinek kesan destên derve li pişt nakokiyên navxweyî hene, nemaze li Bexda bi mebesta qelskirina hevpeymaniya Kurdan. Navbirî dibêje: "Bêguman dijminên gelê Kurd kêfxweş in û hewl didin sûd ji van cudahiyên navxweyî yên Kurdan wergirin, lê ev cudahî real in û liser awayê rêvebirina Kurdistana Iraqê ne, aliyên derve van nakokiyan dirust nakin." Derheqê helwêsta îdareya Amerîkî beramber vê rewşa aloz a ku di encama hevrikiyên navxweyî yên navbera Goran û YNKê de peyde bûne, Park nerînên xwe wiha vedibêje: "Amerîka dixwaze hêzên xwe li bakurê Iraqê bihêle û peywendiyên wê yên baş li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûn û naxwaze tu şer û pevçûn li Iraqê dirust bibin, lê ger nakokiyên navbera Goran û YNK bidomin û gihiştin astê şer, wê Amerîka dilgiran bibe. Hê ne diyar e ka gelo wê Amerîka çi bike, lê ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û wek îdareyeke serkeftî bo tevahiya Iraq û navçeya Rohilata Navîn bi giştî nebe nimûne û modêlek wê baweriya Amerîka jidest bide, hingî dibe ku Amerîka berê xwe bide Bexda û awireke kêmtir li Hewlêrê bide."
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.