ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
T.Washington Post: · 03.02.2009 · 2 dîtin
Hewlêr - Li gor çavdêrên siyasî, piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehan li navçeyên ku kêşe li ser hene egera şerê Kurd û Ereb di rojevê de ye. Lîsta Erebî ya Mûsil’ê, li bajêr tehdîda nehiştina desthilata Kurdî dike. Rojnama The Washington Post li ser mijarê xeberekî belav kir. Li gor rojnama Amerîkî dibe ku piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehan gorankariyeke mezin di pêkhatina desthilata Bajarê Mûsilê de were rojevê û Ereb dixwazin bi derencama hilbijartinên 31.01.2009an de li Mûsil û derdorê dawî li desthilata Kurd bînin. Di hilbijartinên pêşîn yên encûmena parêzgehan de ku di 31.12.2005an hatine kirin, bi sedema beşdarîkirina kêm a Erebên Sunî, li Parêzgeha Mûsil’ê Kurdan ji 41 kursiyên encûmenê 31 kursiyan bi dest ve anin. Lê belê ji ber beşdarîkirina zêde ya Sunniyan di hilbijardinên vê carê de dibe ku kursiyên Lîsta Birayetî ya Nînewa, yanê Lîste ya Kurdî 10 kursî kêmtir bike. Yek ji damezrênerê Lîsta Hedba ya Erebên Sunî bi navê Evdile Ecîl, ku Kurd wan wek ‘Lîsta Kevne Baasî’ binavdikin û ew jî dirûşma derxistina Kurd bilind dikin, bo Rojnameya Washington Post’e diyar dike ku dikare di çend demjimêran de bi dehan hezar kes ji eşîreta xwe kom bike: ''Em hemû tiştî ji bo parastina xwe dikin û hemû rê jî liber dest in.'' Rojnameya Los Angles Times a Amerîkî jî, rewşa Bajarê Mûsil’ê zelal dike û amaje dike ku Serokê Lîsta Hedba Esîl Nucêfî, ku malbata wan bi xwedîkirin û perwerdekirina Hepsên Erebî navdeng bûn bo Udey û Quseyê kurên Saddam Husên, gotiye; ''Dema desthilatdariyeke bihêz û qayim li Mûsil’ê bikeve destê me, Kurd neçar dibin helwêstên xwe biguherin.'' Li gor rojnameya navbirî, Nucêfî peyman daye nehêle YNK û PDK hîç postekî bilind li Mûsil’ê werbigrin. Washington Post dibêje Kurd gotara Lîsta Hedba bi awayekî metirsîdar wesif dikin. Lê belê nemane ecêbmayî ji ber ku mêjiyê gotareke bi vî rengî dinasin. Di daxwiyaniyekê de bo Los Angles Times, Fermandarekî Amerîkayî jî ku nexwestiye navê wî bê belav kirin, hevra bûye li gel Kurd ku gotara Hedba gotareke 'metirsîdar' e. Berpirsê Partiya İslamî ya İraq’ê li Mûsil’ê Yehya Evdilmecîd ji Los Angles Times re wiha dibêjê: ''Her dema em karê bergiriyê li vê navçeyê bikin, emê daxwazê ji Kurdan bikin ku vala bikin. Bi dilê Kurdan be yan na. Ew ne bi kêfa wan e.'' Lê di heman demê de Rojname dibêje; ''Kurd jî wiha bi hêsanî vala nakin û agahdarî didin her hewldanek bo derxistin yan bêhêzkirina wan. Ev yek jî wê bibe sedema şer.'' Berpirsê Malbenda YNKê ya Mûsil’ê Herêm Kemal Axa bo Rûdaw’ê dibêje: ''Tiştek di rojevê de nîne heta ku em bêjin wê şer derkeve. Rast e di hilbijartinê de kursiyên Kurdan li Encûmenê Parêzgeha Mûsil’ê kêm dibin, lê bi çi awayekî be emê encama hilbijardinan bipejirînin.'' Ji aliyekî din ve Berpirsê Liqa Mexmur a PDKê Ehmed Kanî, egerên şerê hêzên Ereb li gel Kurdan bi dûr dizane û wiha dibêje: ''Li ser tiştên mezintir şerê Kurd û Ereb derneket, niha ne mimkune li ser hilbijartinan derkeve.'' Li Kerkûk’’ê hilbijartin nehatin kirin. Lê ev yek hîn jî mezintirîn xala nakok e. Berpirsê Liqa 3 ya PDKê li Kerkûk’ê Necat Hesen jî wiha axifî: ''Destûr heye û em bi xwesteka xwe amadebûn bi İraq’ê re bijîn,. Ez bawer nakim şerê Kurd û Ereb li van navçeyan derkeve.'' Ya ku metirsî zêdetir dike, tevgera Firqeya 12an ya Artêşa İraq’ê ya li derdora Bajarê Kerkûk’ê ye, ku çend car xwestine li ser rêyên derveyî Kerkûk-Hewlêr, Kerkûk-Silêmanî bazgehan deynin. Berpirsê PDKê di dirêjiya axaftina xwe de bo Rûdaw’ê wiha dibêje: ''Ya ji destê me tê, em dikin. Em rê nadin li navçeya me fitne û fesadî çêbibe.'' Di cotmeha 2008an de li Parêzgeha Diyala’yê bi taybetî piştî derxistina Lîwa 34an ya Germiyan û danîna Artêşa İraq’ê li cihê wê aloziyekî girîng çêbû. Wê demê hindik mabû di navbera Pêşmerge û artêşê de şer derkeve,. Lê belê paşê rewş bi danûstandinên navbera Hewlêr û Bexda’yê aram bû. Çend roj pêş hilbijartinên Encûmenê Parêzgehan, li ser parastina ewlekariya hilbijartinê hindik mabû milmilaneya navbera pêşmerge û artêşê serî hilde. Artêşê duxwest çend bazgehan li derveyî rêyên Parêzgeha Diyale deyne, lê Pêşmerge bi vê yekê razî nebûn. Piştî danûstandinan biryar hat dayîn di rojên hilbijartinê de Pêşmerge jî li gel Artêşa İraq’ê erkê xwe bicîh bînin. Malpera Rojnama Times a Amerîkî li ser zarê berpirsên serbazî yên Artêşa Amerîka li Diyale belav kiriye ku ew aloziya di navbera Bexda û Hewlêr’ê de heye, dibe ku bibe xaleke metirsîdar di mesela İraq’ê de. Herwiha malpera navbirî dide xwuyakirin ku berpirsên Kurd li wir nîgeranin ku dibe Artêşa İraq’ê piştî hilbijartinan jî paşve venekişe. Qeymeqamê Xaneqîn’ê vê metirsiyê bo Times eşkere dike û dibêje: ''Ev wiha dike Xaneqîn bibe bajarekî serbazî û dibe ku bibe sedema şer jî.'' Qeymeqamê Xaneqîn Mihemed Mele Hesen ji Rûdaw’ê wiha axifî: ''Berewajiyê ew hemû propaganda ku dibêjin ‘wê Ereb şerê Kurd bike’ niha li Xaneqîn’ê navbera Kurd, Ereb û Turkmenan gelekî baş e. Herwiha piraniya Ereban dengê xwe dane Lîste ya Hevpeymana Kurdistan’ê. Niha bêhtirên eşîretên Ereban jî li deverê berê xwe didin Hevpeymana Kurdistan’ê.'' Balyozê Amerîka li İraq’ê Ryan Crocker ku hindik maye karê wî bi dawî bibe, dibêje pêwistiya Obama bi 'vekişandineke berpirsyane' heye da ku İraq aram bimîne. Herwiha axaftinên Malikî yên piştî bidawîbûna dengdanê, ji yên dema propagandeya hilbijartinan hêmintir dibîne: ''Bila em hemû tiştên dema propagandeyê jibîr bikin.''Rudaw.net
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.