ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 12.04.2006 · 2 dîtin
Ji beriya du heftiyan ve, bakurê Kurdistan di nava bûyerên balkêş deye, di incama wan buyeran de hid kurd hatin kuştin û gellek birîndar bun û bi sedan hatin binçav kirin. img src="/nucewene/chalaki.jpg" colspan=5 rowspan=5 align=right border=1Bûyer ber bi firehbûnê ve çûn, li hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistan çalakiyên aştane û demokrat birêve çûbûn, û li dewletên cîhanê kurdên penaber derketin xwepêşandanên ne razîbûnê.Kurdên rojavayê Kurdistan jî bi erkên xwe rabûn tevlî ku rêjîma sûryê bi awayekî tund beramber çalakiyên demokrat radweste ji sala 1962 ku rewşa ewarte li sûryê bi cih bû.Di roja 05/4/2006 bi biryareke partiya şepêla dahatû kurdan bi hewildana xwepêşandanekê beramber balyoza tirkiyê li bajarê heleb tevgeriyan, lê hêzên ewlekariyê bi awayekî tuned bersiva wê hewildanê da.Li bajarê qamişlo ku qerzdare beramber kurdên bakur –wek kurdên bajêr dibêjin: dema serhildana ya 12 ê adarê li qamişloû rojavayê Kurdistan seranser, kurdên bakur bi erkên xwe rabûn û derketin kolanan û nerazîbûna xwe diyar kirin diji komkujiya kurdan bi destê rêjîma baes divê em jî vê qerzedariyê fik bikin- zêdetir ji 200 ciwanên kurd derketin kolanan li Taxa Hilêliyê û nerazîbûna xwe diyar kirin.Li paytexta Sûryê-Şam, xwendekarên kurd di beyannameyekê de doz li gel kirin ku ji bo piştgêriya bakur, divê xwepêşandan û çalakî berdewam bikin, û roja 10 ê Avrêlê nîşan kirin ji bo çalakiyek rûniştinê li ber avahiya balyoza tirkiyê li Şam û biryara gireva birçîbûnê dan, lê dîsa hêzên rêjîma sûryê bersiva vê çalakiyê bi awayekî tund û ne mirovane da, û xwendeker dan ber lêdan û binçavkirinê.Kurdên rojava dîsa jî bûn xwedî biryara xebatê, partiya Yekîtî ya kurd li sûryê, Partiya Azadî ya kurd li sûryê û Tevgera Ciwanên Kurd di beyannameyên xwe, de ji bo çalakiyek rûniştinê û diyarkirina nerazîbûn û diltengiya gellê rojavayê Kurdistan beramber bûyerên ku li bakurê Kurdistan qewimîne, doz li gel kirin ku di roja pêncşemê13/04 saet 11 ê sibehê, bermber balyoza tirkiyê û avahiya YE, kom bibin.Di derbarê vê çalakiyê de Dr.Cawîdan Hado nûnerê Tevgera Ciwanên Kurd da zanîn ku ev çalakî dibe nimûneyek li ber çavên ew kesên ku bi kurdistanîzma kurdên rojava û dibe piştgêriyek aktîv ji kurdên rojava re … her wuha ev çalakî dê dengê gellê me yê bakurê Kurdistan bêtir bighîne dewletên navnetewî, û dê nameyek ji dewleta tirkiyê re be ku gellê kurd li her çar parçê Kurdistan yek canin, û sînorê ku ketine navbera me dê nikaribin me ji hev cuda bikin…. Û em ji hemû gel, partiyan, rêxistin û komeleyên kurd dixwazin ku bi vê çalakiya rewa re pişkdar bin.Hewlêrî ji bo bakûr derketin meşa nerazîbûnê Vê sibehê hewlêrî li ber Parlamentoya Kurdistana federe civîyan, bi ala kurdî, pankratên êrîşên dewleta tirk şermeza dikin û bi şîara " Em başûr in, piştgirê bakur in, meşîyan. Xwepêşanderan bi daxuyanîyekê doz li Parlamentoya Kurdistanê kir, ku li ser vê meselê di Parlamentoyê de guftûgo bêkirin û siyaseta dewleta tirk were şermezarkirin. Birêvebirên xwepêşandanê radigihînin ku armanca meşê ev e ku hukumeta Kurdistanê piştgirîya welatîyên bakurê Kurdistanê bike û karê dewleta tirk şermezar bike. Şandeyek ji xwepêşanderan ji aliyê endamê desteya serokatîya Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê , Şêrwan Heyder hatin pêşwazî kirin. heyder di axaftina xwe de got, xwepêşanderan mafê xwe bikaranîye. Wî bi berdewamî got,milletê kurd li dijî her zilm û zordestîya li ser tê kirin.Çavkanî: Pukmedia+netkurd
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.