Ramyarî

Pirtuka

Alixan Aras · 31.01.2006 · 2 dîtin

 Bi hinceta 60’mîn salvegera avabûna PDK Îranê, Komîteya Birêveber ya rê û resma cejna 60 salî ya damezrandina PDK Îranê biryar girt ku kurte jîna siyasî ya rêberên vê partiyê biweşîne. Piştî 2 mehan, di van çend rojên borî de pirtûka kurte Jîna siyasî ya rêberên PDK Îranê bi zehmet û keda birêz Seyîd Reza Dirûdger berhev bû û hate çap û belavkirin.Qewareya pirtûkê di rûpelên A4 û bi rengî hatiye amade kirin. Pirtûk ji 4 beşan pêk hatiye: 1. Destpêk, 2. Navê endamên rêberî yên PDK Îranê di heyamê 60 salên derbasbûyî de heya niha, 3. Balkişandinek bo ser Kongireyan û çawaniya diyarîkirina endamên rêberî yên PDK Îranê, 4. Kurte Jîna siyasî ya hevalên rêberiya PDK Îranê.Bi giştî navê 181 kesan di pirtûkê de wekî rêberên PDK Îranê di navbera kongireya 1 heya 13’an de ketiye ber çavan.Em bona vî karê hêja û bihagiran spas û pêzanînên xwe pêşkêşî kekê Seyîd Reza Dirûdger dikin.Akt. H. A

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.