ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
El Hayat · 10.10.2005 · 2 dîtin
Serokê Hukumeta Iraqê da xuyakirin, ku îdareya Kurd, agahdar û cavdêrîya hemû shandin û berhem anîna nevtê û cavkanîyên nefta Kerkûkê dibe. Sermayeyên biyanî li Herêma Kurdistana Iraqê û li jêr cavdêrîya Hukumeta Herêma Kurdistanê, dibe sedema vêjîna aborîya welêt.. Ji bo vê armancê jî, rêkeftinname di navbera shirketên biyanî , Hukumeta Herêma Kurdistanê û her wisa wezîrê neftê ê Iraqê de hate îmzakirin. Niha herdu îdareyên Kurdî hewil ji bo rakêshana jimarek sermayeyên biyanî ji bo deverê xwe didin. Bi gotinek din Hukumeta Herêma Kurdistanê zêdetirîn hewil ji bo caksazî û avakirina wêrankarîyên terorîstan, li cavkanîyên neftê dide. Ev yeka hanê di demekê de ye, pêkhatîyên aloz, ên Kerkûkê, hebûna cendîn cûr netewa û etnîk li deverê... mesela nefta Kerkûkê û cavayetîya karanîna wê aloztir dike. Ji bilî van jî ligor bîr û rayên rixnegir û lêkolîneran, necareserkirina pirsa Kerkûkê rê xwesh dike ji bo sherê navxweyî li Iraq û her wisa li hemû Rojhilata Navîn alozî pêyda dibe.XebatW: Aso Zagrosi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.