Ramyarî

PÎROZBAHÎ

Partîya Þoreþ – KAWA · 09.05.2006 · 2 dîtin

  Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hukumeta Kurdistanê,Me yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Herêma Kurdistanê bi serokayetîya we birêzan de bihîst û wekî hemû Kurdên cîhanê bextewar û dilşad bûn... Yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê destpêka rûpeleke nû û hengavek dîrokî ye di dîroka gelê me de. Ev yekîtîya di pêvajoyek wisa de hate holê ku êrîşên deverî li ser welatê me zêde bûne û şerê navxweyî li Iraqê xwe jî roj bi roj kûr dibe.....Di vê rewşa hanê de yekgirtin, yekdengî û yekrêzîya gelê Kurd û deshilatê sîyasî ê Kurdistanê gellek giring e.. Ev yekîtî hem ji bo parastina destkeftên Kurdistanê beramberî hêzên deverî û hem jî ji bo pêşdabirin û geşkirina wan destkeftan û hem jî ji bo wegeryana Kerkûk û deverên taze azdakirî li ser Kurdistanê garantî ye...Em bi navê Partîya Şoreş – KAWA,bi dil û can we birêzan û bi rêya we gelê qehreman ê Kurdistanê pîroz dikin û ji we re daxwaza serkeftinê dikin..Bigel rêz û silavên germ..Partîya Şoreş – KAWA08.05.06

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.