Bîranîna şehîdên rojavayê Kurdistanê
admin · berî 6 salan
Rêvebir_E · 02.02.2011 · 3 dîtin
Radyoya Kurdî KurdFM piştî hewldan û xebatekî demdirêj êdî bi hemî amadeyiyên xwe ve ji bo xizmeta gelê Kurd amadeye. Bi karmendên xwe yê jîr û jêhatî, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend û bi rêk û rêbaza xwe ya Kurdewarî roja 2 yê Sibata 2011 ê bi awayekî fermî dest bi bernameyên xwe yên zindî dike. Her çend ji bo destpêkirina bernameyên zindî gelik caran nûçe belav bûn û ji bo vê yekê jî şeva sersalê Konserekî Kurdewarî hate lidarxistin jî , KurdFm amadeyiyên xwe qedandin û roja 2 yê meha dûya dest bi bernameyên xwe yên zindî dike.
KurdFM bi van karmend û xebatkaran dest bi karê xwe dike.
Di navenda radyo û stûdio de; Ciwan Zagros (ciwan@kurdfm.com), Cuma Genc(cuma@kurdfm.com)
Li siwîsre herêma derdorê Zurich ê : Evîn Bagog(evinbagog@kurdfm.com)
Li Siwîsre aliyê Lozanê : Selahedin Bayezîdî (bayezidi@kurdfm.com)
Li Amedê : Jiyara Ahmet(ahmet@kurdfm.com)
Li Dihokê : Azad Azadî (azadazadi@kurdfm.com)
Ev karmendên KurdFM hertim dê bo gûhdarên KurdFM bernameyan amade bikin.
KurdFM bi bernameyên xwe yên cûrbecûr û dewlemend ve dê hertim xwe pêş bixe, bi taybet karên kurdewarî, çalekî û pêşketinan dê bi rêka KurdFM bighîne çerdorê cîhanê.
Bernameya Heftiya yekem ya KurdFM
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.