ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 29.01.2006 · 2 dîtin
Di derbarê dadgehkirina Seddam Huseyîn de Dadgerê Seddam Huseyîn, Raûf Reşîd Abdulrehman bi rêya telephone pirsên PUKmedia bersivand. Hûn wek kesekî Helebçeya ku ji aliyê Seddam ve hatibû kîmyabarankirin û 5000 şehîd dabû, hasten we çi bûn? Ji ber ku min bi Quran'a pîroz sond xwariye ku ezê di dadgehê de tû alîgiriya hasten xwe nakim ez li gor hesten xwe hewl nadim.Ya rastî di dema dadgehkirinê de helebçeyîbûna min hîç nehat hişê min lê ger ku hatibûya jî tu tişt ne diguherî. Ger ku min li gor hasten xwe hewl bida min zûve dev ji vî karî berdabû û ez çûbûm mala xwe. Di navbera dadgehên îroyîn û yên dema Seddam Huseyîn de çi cûdahî hene? Wekî neqeba erd û ezman cûdahî di navbera wan de hene û qet naçe ber hev. Ji ber dema Seddam pergalek totalîterî bû dadgehên wî jî beşek pergalê bûn, lê vê gavê hêza dadgehî beşek serbixwe û azad e. Vê gavê wek dewletên demokratîk ji hev veqetandina hêzên darûdestiyê bi rêkûpêk bûye. Berê terxankirina dadgehan di destê Konseya Şoreşê ya Bilind de bû, lê vê gavê Dadgeh serbixwe ye. Ger ku di derbarê cûdahiyên di navbera dadgehên îroyîn û yên dema Seddam de ez bixwazin binivisînim ev kar demek dirêj dixwaze, ji ber ku cûdahî pirin. Ger ku bersûcvan dadgehê terk bikin, di derbarê vê bizavê de kiryariyen dadgehê çi ne? Ji ber ku ev karê dadgehê yê bi taybet e, ez nikarim bersiva vê pirsê bidim, dadgeh vê bersivê dide. Piştî şahid şadehîya xwe temam bikin wê dadgeh çi bike? Hind rêbazên taybetî yên zagonî hene ku emê bikin. Guhdarkirina şahidan hê jî berdewam e. Axaftina gilîkaran temam bû, emê şahidan jî guhdar bikin dûvre emê biryarên xwe yên zagonî bistînin. Ev gav bi gav berdewam dibe ewê di demên pêş de bi dawî bibe.Iraqî hemi bi çavekî ne baş li dadgehkirinê temaşe dikin û ji ber ku dadkirin pir dirêj dibe pir tore dibin. Dadgeh nikare gellê Iraq razî bike û bi wan bide bawerkirin ku sûcên van kesan pir giran e? Berpirsiyare vê pirsê ez nîn im û her dadger ji hev û din cûda ne, Emê qonax bi qonax dewam bikin ta ku bi dawî dibe. Hind kes dadgehkirina we baş dinirxîne, hind kes jî ya Qadî Rizgar baş dinirxînin, hûn her du jî Qadî ne, Cûdahiya di navbera we herdûyan da çi ye? Qadî Rizgar karê xwe bi şeref û rastî dikir, berpirsê dadgehê yê herî baş bû. Ew kesên ku wî rexne dikin ji Zagonan tiştek fêm nakin. Û yê min, tiştê ku Qadî Rizgar destpê kiriye ezê berdewam bikim. Lê şêweya karkirina mirovan ji hev û din cûda ye. Ji ber wî di navbera min û Qadî Rizgar de cûdahî hebin jî ev rewşek asayî ye. Lê ev li ser encama dadgehê tesîr nake. Em guh nadin axaftin û bizavên siyasetmedaran ji ber ku siyasetmedar alîgir in. Ev karê ku em dikin perçeyek jiyana me ye û ji xeynî karê xwe em guh nadin tiştekî din. Qazî ew kesê ku karê dadgehê dike. Di malbata te da kesek Şehîdên Helebçe hene? Ez bersiva vê pirsê nadim. Min bi Quran'ê sond xwariye ku ez bandora tu tiştî li ser xwe napejirînim. Di dawî de hun dixwazî çi bibêjî? Ez dixwazim bibêjim ku tiştên min gotiye hun bi rastî binivisînin
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.