ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 22.07.2005 · 2 dîtin
Pêş 82 sal Peymana Lozanê hate morkirin.... Hezên ev peyman li gel dewleta Tirk îmza kirin, ji bo berjewendîyên xwe ên sîyasî, aborî stratejîk gelê Kurd firoştin... Ev rastîyek dîrokî ye... Ew kesên ku piçek wîcdanê wan heye vê rastîyê qebul dikin... Li gel Peymana Lozanê hêzên dagirker, Kurdistan parvekirin.... Bi vî awayî bi şiklekî fermî parvekirina Kurdistanê ji alîyê hêzên navnetewî hate pesindkirin.. Jon Tirkan li pêş û dema şerê yekemîn ê cîhanê, ji bo gîhîştina armancên xwe ên panturkîst û Turanîst tevkuştarak rêkxistî û plankirî li dijî gelê Kurd û Ermenîyan cihbicihkirin. Sed mixabin heta niha herkes tenê qala tevkuştara Ermenîyan dike.. Lê kes behsa tevkuştara Kurdan nake.... Gellek sedemên vê yekê hene. Hinek ji wan navxweyî ne û ên din jî navnetewîne... Di vê gotarê de ez nikarim li ser van sedeman rawestim.. Tenê ez dikarim vê yekê bibêjim ku, ew sazî û dam û dezgayên ji bo tevkuştara Ermenîyan hatin karanîn, çendîn sal pêş karesata Ermenîyan li dijî Kurd dihatin bi karanîn... Armanca Tirkan a serekî holêrakirina Kurd û Ermenîyan bû... Vê yekî jî Enver Paşa yek ji sê serokên Îttahat û Teraqî bû, di derheqa şikestina şerê Sariqamişê wisa dide xuyakirin: dibêjin şerê Sariqamişê şikestin xwarîye... Ev yeka hanê rast nîne.. Armanca me nehîştina Kurd û Ermenan nebû? Ew 90 hezar kesên ku, di şerê Sariqamişê de ji sermayê û birsîtîyê mirin, Kurd bûn...... Piştî şerê yekem ê cîhanê û ruxana dewleta Osmanî, Komara Tirkan ji alîyê kadroyên sîyasî û askerî ên Îttihad û Teraqî hate damêzrandin... Ataturk, Înoni, Celal Bayar, Ruşdî Aras htd.... çend ji wan sîyasetmedar in ku, di tevkuştara Ermenîyan dewrek mezin lîstin û hîm û bingehên Komara Tirkan avêtin... Simpson vê rastîyê bi vî şiklî tîne zimên: %85 karbidest û rêvebirin dewleta Osmanî û %93 efserên Artêşa Osmanî di damêzrandina Komara Tirkîyê de jî cih girtin..... Tawanbarên tevkuştara Ermenîyan û Kurdan nehatin mahkemekirin û pêş dadgehek adîlanê hesabê kiryarê xwe nedan.. Lê wan tawanbaran Komara Tirkan avakirin û sînorê wê komarê jî li ser laşê netewa Kurd û nehîştina gelê Kurd û xaka Kurdistanê hat avakirin û ji alîyê Peymana Lozanê ve hate naskirin.. Ev tawanek bû dijî mirovayetîyê..... Ji bo yekê jî Îsmaîl Beşîkçî dibêjê: Peymana Lozanê pêşmerc û zêmîn xweşkirin bû ji bo qirkirina Kurdan... Ji Peymana Lozanê ve heta niha Komara Tirsê a Tirkan li dijî gelê Kurd û Kurdistanê hemû tawanên dijî mirovayetîyê anî holê... Ev 82 salin Tirk welatê me bi agir û hesin rêvedibin û der û mîlyonek Kurd hatin kuştin.... Kurdistan hate wêrankirin.. Ez hez nakim dûr û dirêj li ser tawanên Tirkan ên dema şerê Koçgirîyê, Şêx Saîd, Agirî, Sason û Dersimê bikim.. Di wan şeran de sed hezaran Kurd hatin kuştin.. Tenê di navbera sala 1925 û 1928an de dibêje Mc Dowall: di dema raguhastinê de serma û birçîtî bû sedema mirina 200 hezar Kurdan..... Qasî Kurdên ji alîyê rejîma Behsî ve hatin Enfalkirin di sê salan de li Tirkîyê hatin kuştin.... Ez naxwazim gellek dirêjbikim..Kurt û kurmancî bingehên van tawanên Tirkan di konferansa Lozanê de hatin avêtin.. Hemû mafên netewî û însanî ên gelê Kurd di vê konferansê de hatin pêpeskirin... Welatê Kurdan di vê konferansê de hate parvekirin.. 24ê vê mehê Dewleta kûr a Tirkan lı Lozanê konferansan ji bo parastina Peymana Lozanê lidardixin... Kurdên Siwîsra bi navê Alliance Des Kurdes lijneyek avakir û îcazeya xwepîşandanekê wergirt.. Hewl û çalakîyên Kurdan gellekî bala rageyandina vê welatî dikişîne .... Roja yekşema 24ê meha 7, demjimêr 11.00 li bajarê Lozanê Kurdên diyasporayê ên dengê xwe bilindbikin û tawanên tirkan ruswa bikin.. Ji ber ku ev 82 salin Kurdan qet carekê Peymana Lozanê nasnekir û hertim daxwaza dewleta xwe a serbixwekir.. 24ê tirmehê Kurdên dervayî welêt, ên dîsa daxwazên xwe dubarebikin..... 18.07.05 Rodaro@arcor.de
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.