Ramyarî

Pêyama Hevbeş a PDK û PSK Ji Bona Yekxistina Herdu Îdareya Kurdistanê

Alixan Aras · 17.01.2006 · 2 dîtin

Pêyama Hevbeş a PDK û PSK Ji Bona Yekxistina Herdu Îdareya Kurdistanê Li ser bîryara yekxistina herdu hikumeta Kurdistanê, Partiya Sosyalista Kurdistan-PSK û Partiya Demokrata Kurdistan-PDK (Bakur) peyameka hevbeş şandin bo Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzani, Serokkomarê Iraqa Federal Mam Celal Talabani, serokveziran Omer Fettah û Neçîrwan Barzanî, polît buroya YNK û PDK. PDK-Bakur û PSK peyama xwe ya hevbeş da bîryara yekxistina herdu îdareyê wekî mizgîniyeke nirxandin û piştgiriya xwe li vê bîryarê pîroz eşkere kirin. Di pêyama hevbeş da usa tê gotin. “Serkirdayetiyên PSK û PDK-Bakur, her wisa hemî endam û aligirên herdu Partiyan bi vê gava dîrokî zêde zêde dilxweş bûne. Herdu Partî vê biryarê di prosesa bihêzkirina Herêma Kurdistanê de jibo gîhaştina armancên rewa yê gelê Kurdistanê gaveka pîroz dinirxînin û bêguman ev pêngav dê me nêzîktirî hedefên me netewî bike. PDK-Bakur û PSK di wê baweriyê de ne ku, biryara yekkirina herdu îdareyan dê tesîrek erênî û berfireh li ser peywendiyên partî û hêzên Kurdistanî li hemî perçeyên Kurdistanê bike. Ev helwest dê alîkar be daku di nav Kurdan de bîr û hestên neteweperwer geştir bibe û hêzên Kurdistanî hewl bidin hevkariyan daynin û yên heyî xurttir bikin. Bi taybetî, em bi xebat û helwestên kurdewar yên cenabê we serfiraz û serbilind in. Em bi hemî hêza xwe piştgirên cibecihkirina projeyên we yên Kurdistanî ne û em pê piştrast in ku vizyona Serokatiya Kurdistanê dê ji bo gelê Kurd û hemî Kurdistaniyan rojên xweş bi xwe re bîne. Bi navê PSK û PDK-Bakur, bi vê munesebetê silav û rêzên xwe û hemû endaman pêşkeşê cenabê we dikin. Saxî, silametî, dilşadî û serkevtin bo cenabê we dixwazin. Silav û rêz »

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.