ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 26.08.2006 · 2 dîtin
Weke ez dizanim, dema KURDISTAN TV ê dest bi weþana xwe kir, hingê gelek sansur (weke ya: dijberîtiya di nava Kurdan de, dewleta Seddam(iraqê), tirkiyê, îran, suriyê û gelek dewletên ereban e dinê û heta hingê ya gelek dewletê endamên neteweyên yekbûyî jî) û zahmetiyên mezin li ser wê hebûn. Ji xwe di vî wextî de KURDISTAN TV ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê bû û ewê jî li goriya rêbaz û polîtîkaya PDK-Iraq`ê programên xwe di weþand. Lê bi dîtina min, ji dema rejîma Baasê di despêka sala 2003 de hilweþiya, Seddam Huseyînê xwînxwar teslim hate girtin û Ýraq bû dewleteke federal, demokrat û parlamenter þûnde, êdî baþurê Kurdistanê jî azad bû, birêz *Celal Telebanî* bû serokkomarê Iraqa federal, birêz *Mesûd Berzanî* bû serokkomarê hukumeta Kurdistana Federe, birêz *Nêçîrvan Barzanî* bû serokê hukumeta Kurdistana Federe ye azad û pêve, êdî ambargoyên xerîban jî li ser bernamên KURDISTAN TV î anjî yên KURD-SAD ê nemane. Piþtî gelek destkevtiyên Kurdayetiyê ye weha hêja, pêvîste êdî berpirsyarên saziyên mediya Kurdîstanî û bi taybetî jî yên televîziyona KURDISTAN TV`ê(yên li nav û derveyî welat xebatê dikin), li goriya berpirsiyariya netewî bernamên hunerî, siyasî, rewþenbîrî, olî, aþîtî û berjewendiyên civakî ye hevpar ji nava me niþtimanperwerên Kurdên li nav û derveyî welat de dijîn berhev biken. *Her weha rêvebir û xebatkarin KURDISTAN TV`ê jî wan sînorên berjewendiyên partiyetî, mal û komeletî derbas bikin* û ji hunera bernamê xwe û bi kurmanciya standart /(dema pêwîst be bi têbiniyên bi alfabeya kurdî tîpên latînî û carnan jî bi tîpên erebî)/ tu evdekî, civak, ol û netewên li Kurdîstanê dijîn bêpar nehêlin. Gelek girînge ku hîna gelek programên taybetî ji bona prosesa pêþvebirin, nasandin, diyalog, veguhertin û zanîna gel-civakên li Kurdîstanê û hemû xêrxwazên Kurdan zêde biven, biweþînen. Wusa bikin ku bi xêra dîtin û hunera di bernamên pêþkêþdikin de ev pira demokratîk, nîþtimanî û netewî ye di navbêna hemwelatî û rizgarîxwazên Kurdîstanê de heyî, hêjî gelekî mezintir û zeximtir bive. Hêvîdarim KURDISTAN TV`ê bi bernamên xwe hîna dewlemendtir bive televîziyona Kurdîstanê ye NETEWÎ ! Kemal Tolan 24.08.06
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.