ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Vladimir Van Wilgenburg · 04.01.2007 · 2 dîtin
Saddam vê dawîyê hat sêdarekirin.Lê baş e ji bo çi?Dadgeha Enfalê roja 08.01.07 ê bi bê Saddam destpêdike.. Lê, Kurdan mafên xwe ên temam heye xemgîn bin...Di destpêkê de gotinên yek ji sîyasetmedarê Kurd bixwinin ku bi dilê min e..Mehmud Osman, yek ji wan endamên Kurd in ku li Parlemana İraqê ye li Bexdayê... Ew ji çend hewlên terorkirinê ji alîyê rejîma berê rizgar bûye...Mehmud Osman rexne bi lezkirina eşkere a hukumeta İraqê bi cihbihkirina biryara sêdaredanê ber bi dawîhatina dadgeha Enfalê girt:“Gellek giring bû ew zîndî bihîştina, hetta ku ji bo me temamî rûn bibûya di dema ew hemû şer û xirapkarîyan de çi bû û çi hate holê”....Dîsan ew dibêje: “ me dixwast bizanin ku çawa û ji bo çi Saddam ew karana kir, kê kir, ew kî bûn alîkarîya wî dan û piştgirîya maddî û sîyasî ji bo wê rejîmê dan?”...Saddam gellek tiştên nêhînî bigel xwe bir li nav gora xwe..Mehmud Osman dibêje: wî zanyarîyên pirr giring derbera ew şîrket û welatên biyanî ku parçe û şarezayîya duristkirina çekên kîmyewî ji bo İraqê temîn kirin” hebû...Niha ez dipirsim axir ew welatana kîjan bûn?Bazirganê Holandî, Franz Van Anraat sala par bi tawanê beşdarîkirina li firotina çekên kîmyewî bi İraqê ku bi mebesta tawanê çengê hatibû karanîn, sizayê 15 sal zindanê wergirt. Pêşî ku ew siza tawanê werbigire, ew ji alîyê hukumeta Holandî ve dihate parastin... jêrbijêrkirinekî dî?Ba bizanin kê zêdetirîn çek da bi Saddamî?
Em dibînin ku di lîsteyê de dujminên Emerîkayê û bi xwe jî heye.. Her wisa Frensa jî di lîsteyê de ye. Gellek ji xelkê Frensayê nêrînek wan a negatîf heye li ser sêdaredana Saddamî.. Lê, ji ber sedemên nerast...Piştî sêdaredana Saddamî li Emerîkayê herkesî destpêkir li ser Helebçeyê û Enfalê diaxivin.Lê bi rastî dipirsin ji bo çi kesî bi giringî neda Kurd li dema Saddamî şerê Îranê dikir..Ez dizanim ji bo çi....Mesele hemû derbara berjewendîyan e.. Ev derbara realpolitîqayê ye, ne ku derbara demokratîyê, cîhana reş û sipî, aşitîyê û gul e....Dewam dike ...Wergêr : Rojgar Merdoxî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.