ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Cîgirê Wezîrê Bergirîyê ê kevn ê DYE · 08.01.2007 · 2 dîtin
Berpirsekî Emerîki: Pêwîste Emerîka Hêzên xwe leşkerî li Herêma Kurdistanê niştecî bike..Dow Zakhim, cîgirê Wezîrê Bergirî Emerîka ê berê dawa ji hukumeta Emerîka kir ku bi mebesta rêgirtin li hemû hewlên Tirkîyê ji bo dagirkirina axa Herêma Kurdistan beşek ji hêzên xwe li axa Kurdistanê niştecî bike..Kesê navbirî di gotara xwe a Financial Times de basa wê dike ku hukumeta Emerîkayê nikari di derhaqa meseleya asayîşê û aramîyê li İraqa Federal de bawerî bi hukumeta İraqê bike û egerên wê jî hene ku hukumeta Tirk hewlên têkdana asayîşa Kurdistanê bidin... Her ji bo vê yekê jî pêwîste Emerîka hejmarek ji hêzên xwe li ser sînorê Herêma Kurdistanê li gel Tirkîyê cîhgir bike.Dîsa navbirî di gotara xwe de destnîşan dike ku cîgirbûna hêzên Emerîkî li Kurdistan rê li ber wê jî digire ku Kurd Kurdistanek serbixwe rabigêhînin û dibe sedema wê jî ku Tirk hewlên dagirkirina Kurdistanê neden..Çavkanî: XebatAmadekar: Rojgar Merdoxi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.