ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 22.05.2007 · 2 dîtin
Bi dîtina min, buyerên di dîroka me ya kevnar û yên di meha sibatê heta gulana 2007 de qewimîn e de jî zelal xwanê dibe ku, dijminên dîn û netewa me Kurdan her ji şerê dijberiya dîn û civakên li Kurdîstanê fêde kirine.Ez bi xemgînî îro hêjî dibînim ku piştgirî, zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en. Pêwîst e em Kurd dersa dîrokê û dîn/ola baş nasbikin û tev jî baş bizanibin ku piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser Êzdiyatiyê nivîsandine anjî gotine bi kêr nayên.Lewma jî ez dibêjim, divê em serxwebûna Kurd û Êzdiyatiyê ji zanîn û remanên xwe rast bidine naskirin. Erka di vî warî de dikeve ser milên min, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên Kurd û xerîban li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û kevneşopên me Kurdên resen dinivsînim. Niha jî rêzdar birayê Uskê Cîmîk, berpirsyarê malpera Dengê Xelikan-Dengê Kurdên Anatolîya Navîn hevpeyvînek bi min re li ser naskirina Êzdî û Êzdiyatiyê amade kiriye . Keremkin hûn jî vê hevpeyvîna li ser nasîna Êzdî û Êzdiyatiyê bixwînin.http://www.xelkedondurma.com/cand/hevpeyvin/kemal_tolan/ezdiyati.htmKemal Tolan22.05.07
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.